Bafil Talebanî; Êdî em dest ji mafên xwe bernad in

kurdistani 04:54 PM - 2018-10-22
Bafil Talebanî û Nûrî Malikî

Bafil Talebanî û Nûrî Malikî

Bafil Talebanî bi aliyên Êraqî re gotûbê kir û ragihandin; Êdî em dest ji mafên xwe bernad in.

Îro roja duşemê 22-10-2018`an li bajarê Bexdadê paytexta Êraqa federalê, siyasetvanê kurd Bafil Talebanî bi hevrêtiya endamê serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Xalid Şiwanî serdana aliyên siyasî ên Êraqê kir û ji aliyê berpirsên wan aliyan ve bi germî hate pêşwazîkirin.

Di wê serdanê de, siyasetvanê kurd Bafil Talebanî ligel Serokê Hevpeymana Biryar li Êraqê Usama Necefî, Serokê koalisyona Dewleta Yasa li Êraqê Nûrî Malikî, Serokê Hevpeymana Komcivîna Sivîl û Çaksaziyê li ÊraqêSelîm Ciburî civiya û derbarê mijarên girîng ku bi pêşeroja Êraqê ve girêdayî ye gotûbêj kirin.

Di wan civînan de, hemûyan li ser siyaseta rasteqîçne û dadperweraneya serok Mam Celal tekz kirin ku Mam Celal xwediyê roleke pir mezin û dadperwer bû ye ku hemû Êraq li xwe girtibû.

Ji aliyê xwe ve jî, Bafil Talebanî jî tekez li ser siyaseta rasteqîneya serok Mam Celal kir ku ji bo avakirina peywendiyên pir baş û pêşkêşkirina xizmeteke rast û sazkirina bawerî di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta navendî de li giorî xalên destûrî ji destura Êraqê ya herdem.

Bafil Talebanî di wan dîdarên xwe de, dazanîn ku ew ligel hikûmeteke xizmetkirinê ne û bi yek çav temaşeyî hemû pêkhatan bike û berevanî li mafên wan ên neteweyî û desturî jî bike.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket