Tevî Gef û Êrîşên Hovane bi Milyonan Afganî Dengên Xwe Didin

kurdistani 01:26 PM - 2018-10-21
Dengada li Afixnistanê

Dengada li Afixnistanê

Li Afgansitanê îro Şemiyê 15 kes hatin kuştin û 60 birîndar bûn, dema êrîşkerekî xwekuj hewil da derbasî bingeheke dengdanê be li bakurê Kabola paytext.

Heşt kes ji kuştiyan endamên polîs bûn ku êrîşker li xala yekem a vekolînê rawestandin, li gor Nesretullah Rehîmî, cîgirê peyvdarê wezareta navxweyî ya Afganistanê.

Hat ragihandin ku hilbijartinên parlemana Afganistanê li dirêjiya îro Şemiyê rastî gelek êrîşan hat, li gel beşdarbûna bi milyonan welatî di proseya dengdanê de.

Tevgera Talîban huşdariyên xwe dubare kirin li dor êrîşkirina bingehên dengdanê, lê tevî van huşdariyan xelk li malên xwe neman û derketin ji bo dengdanê.

Bêhtirî 2,500 kandîd hewil didin 249 kursiyên parlemanê wergirin.

Di nav kandîdan de 400 jin hewil didin 68 kursî wergirin ku ji bo jinan hatine terxankirin.

Rawêjkarê ewlekariya niştimanî ya Afganistanê Hamdullah Mohib ji beşê Afganî yê Dengê Amerîka re got Talîban hewil dide diyar bike ku Afganî nikarin bi tenê xwe van hilbijartinan birêve bibin, lê diyar bû ku ew şaş in , li gor Mohib.

PUKmedia-voa

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket