YNKê encamên hilbijartinan dipejrîne

kurdistani 12:21 PM - 2018-10-21
Sedî Ehmed Pîra

Sedî Ehmed Pîra

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê encamên hilbijartinan dipejrîne.

Îro roja yekşemê 21-10-2018`an, derbarê helwesta YNKê li ser encamên hilbijartinên parlemana Kuridstanê de, Peyvdarê fermî yê Politburoya YNKê Sedî Ehmed Pîra ragihand ku ew  bi navê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê encamên hilbijartinên parlemana Kurdistanê ku 30-9-2018`an birêve çûne dipejirînin.

Pîra dazanîn; Serbarî hebûna gelek tîbîniyên me, lê ji ber asta berpirsyaretiya ku di stuyê YNKê de ye û ji bona parastina berjewendiyên bilind ê gelê kurd û Kurdistanê, em wek Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi fermî encamên hilbijartinên ku di roja 30-10-2018`an ji bo parlemana Kurdistanê birêve çûye, dipejrînin.

Pîre tekez kir li ser wê yekê ku herdu partî Partiya PDK û YNKê wê Herêma Kurdistanê birêve bibin, ji ber ku rêvebirin û parastina Herêma Kurdistanê dikeve ser milê her du partiyan û herdu aliyan gelek alozî derbas kirin û berpirsyartiyên pir mezin li stuyê xwe girtine.

Her weha derbarê posta parêzgarê Kerkûkê, Sedî Pîra aşkire kir; Posta parêzgarê Kerkûkê ji bo kurdan gelek girînge û em wek Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi ti carî dest jê bernadin û mafên xwe diparêzin di mijara Kerkûkê de, YNKê Kurdistaniyeta Kerkûkê sepand ku di hilbijartinên Encûmena Nûneran ya Êraqê de serkevtin tomar kir û wê parêgarê Kerkûkê ji kurd be û wê namzetê YNKê be.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket