Peyrewa Navxwe Ya Yekîtiya Nîştimanî Ya Kurdistanê

kurdistani 10:02 AM - 2018-10-21
    Peyrewa Navxwe Ya Yekîtiya Nîştimanî Ya Kurdistanê

Peyrewa Navxwe Ya Yekîtiya Nîştimanî Ya Kurdistanê

Di dîroka gelê Kurd de, herdem du rê hatine ber tekoşîna rizgariya neteweya Kurd, an liberxwe bide, an jî xwe radest bike. Lê Yekîtiya Nîştimanî Ya Kurdistanê, riya berxwedan û berdewamkirina tekoşînê ji xwe re hilbijart û heya roja îro bi awayekî resen û bi şêwayekî nûjen û demokratxwez serkefrtinên dîrokî ji gelê Kurd re tomar kiriye û tomar dike.
Ji bo ku mirov dîroka vê partiyê ji nêz ve bişopînê û nasbikê, dibe ku em di serî de, peywrewa navxdwe ya Yekîtiya Nîştimanî Ya Kurdistanê bixwînin taku em bikaribin ji naveroka gotinên wê yên azad û sosyal demokrat têbighin.
Em xwendevanên PUKmedia`yê yên rêzdar bi awayekî xweşdil vedixwînin bo xwendina peyrewa navxwe ya Yekîtiya Nîştimanî Ya Kurdistanê.
Evê li xwe rê peyrewa navxwe ye.

Pênasîn

Yekîtiya Nîstimaniya Kurdistan’ partiyeka sosyal demokrata gelê Kurdistana Îraqê ye’ pêsengiya nûneratiya karker û rencderan û bîr û nêrînên civakê têdikose ji bo temam kirina erkên rizgariya nistimanî û sîstema dîmukrasî skolar ‘avakirina civaka pêsketî ya guncaw digel sert û mercên niha ya cîhanê de’ berdewamiya xebata ku destpê kirî bighêje bi dest xistina wekhevî ya civakî ‘ji bo kû bi karibe li gel bingehên bihevre jiyana astiyane ya wekhev kû xwe ji dabîn kirina jiyaneka xwes ‘ parastina mafên mirov ‘ mafên tak ‘wekheviya jin û zilam ‘ wekhevî li pêsberî zagonê bibîne ‘ hevdem xebat dike bo: dabîn kirina wekjhevî ji fersendên kar ‘pêsxistina serbixweyiya take kes’ nehêstina çewisandin’ ji kokê rakirina regezî û çînayetî û neteweyî ‘ li aliyekê din ve Yekîtiya Nîstimaniya Kurdistanê kû partiyeka Kurdistanî û qada kar kirina Kurdistana Îraqê û tevahiya Îraqê ye jî ‘ erkek di li ser milê wê ye ‘ kû girêdayî erkên din yên Kurdayetî ye ‘ ew jî têkosane ji bo çespandina komara Îraqa demokrata Federalî û parlemanî, kû bingehên wê di çerçoveya destûr de hatiye bi cih kirin.
Ji ber kû qada Îraqê jî besek ji wê qada sereke dizane kû têde berevanî ji destkeftên demokrasîya gelên Îraq û gelê Kurdistanê dike, heta kû bingehên welatî bûn li Îraqê nebin bingeha jinav birina wan cudahiyên kû li dewletên gelek netew û gelek ol û gelek mezheb hene, belkî bibin bingeha welatî bûneka cîgir liser bingeha mafên sivîl yên hevçerx.

Tevahiya wan sirovên jorê weke siroveyeka tev alî , di heman demê de , siroveyeka yek pakêcî dikare bibe bingeha cîhan bîneyeka sosyal demokrat ya Yekîtiya Nîstimaniya Kurdistanê weke rêxraweka demokrata rizgarîxwaz ya gelê Kurdistanê ,kû sosyalîzim bi bingehên demokratîk û demokrat jî bi alî yên civakî ve girê dide û zemîneyên veguhestineka bê hejîna civakî ya bi ziyan, ji bo sosyalîzim, di dahatiya dûr de çê dibe.
Programa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

Derî
1-Qonaxa derbas kirin
2-Rizgarya Kurdistan
3- Serdemên zordarî
4- Cîhangîrî û bandora civakî
5-Pasmayên esîretî
6- Sosyal - demokrata Kurdistanî

Derî

Di sert û merceka cîhanî ya guhertî de , di rewseka siyasiya guhertiya Îraqê û heta astek li navçeyê jî siyasî,aborî,teknolojî û medyayî bi ser tevahiya cîhanê belav bûye: ev golobalîzm, pistî wê yekê di sed sala 18 an de sores û pêvajoya demokrasî gihande asteka bilinda aborî,siyasî,civakî,mafê jinan û serbestiyên tak û kom: heya niha, tevî kirîz û astengiyan û cudahiya çewsandina çînayetî, nek demokrasî û burjiuwazî,tûsî herfîn û jinavçûn nehatin , belkî stratejiya demokrasî û bazarê azad, pêskeftinê gihstiye astekê û arasteyekê, êdî nikarin destkeftên sarstanî ya demokrasî, di çerçoveya rojava de monopol bikin:belkê dibe pistî serê sar, bo tevahiya cîhanê jî veguhezin.
Ev jî ne bi tenê ji ber wê yekê demokrasî û mafên mirov û azadiyan, bo tevahiya mirovatiyê girîngin, belkî ji ber wê yekê jî kû koma sîstema burjuwazî di parastin, pêsketina demokrasî, azadî û ewlehiya cîhanê jî pêwîstî bi belav kirina teknolojya û saristaniya nû ya demokrasî heye, bo cîhanê.
Cîhan seranser , ji bakur û basûr ve bo rojhilat û rojava ya topa erdê. Di sert û merceka wsa tevlihev de cîhan û globalîzmê rojên( 1 - 14 \6 \2010 ) li bajarê Silêmanî Yekîtiya Nîstimaniya Kurdistanê sêyemîn kongreya xwe di bin dirusma (ber bi guhertin û bicih kirina yekîtî dinav yekîtî de) bo (1671) endamên kara yên xwe saz kir.

Têde ev peyrew û pirogram hate pejrandin.bi vê yekê jî heya 3 salên din ev peyrew û pirogram dûrnemaya felsefîk,îdolojîk,siyasî û heykela rêxrawî ya Yekîtiye: kû di encama diyaloga azadane zêdetir ji (1000) endamên kongre, dinav kongrê û komîteyên kongreyê de hatiye pejrandin.

lihember danîna mijariya birgeyên vê peyrew û pirogiramê digel peyrew û pirogirama duyemîn kongreya yekîtî bi hêsanî guhertina tev alî derdikeve û van guhertinan jî daxwaziya bi salan ya binkeyan û dilsoziya yekîtî bûn ku bi kêfxwesî gihist encama xwe. niha dimîne soz : heya çaremîn kongirê asta pêbendbûn bi peyrew û pirogiram û biryar û raspardeyên kongireyê: belkî çawaniya cîbicîkirina wan bo xebat û kiryar erka dîrokiya organên yekîtîye ji heval sekrtêrê gistî bo serkirdayetî.bi vê yekê jî em dikarin peyman û peyama kongireyê di nav rencderên bîr û hêz di nav cemawer, di xebata siyasî û civakî û hizrî de weke hêzeka sosyal – demokrat ku xwedan bername û statuya civakiya cudaye jibo tevahiya erkên pêvajoya demokrasî û berdewam bûn.
ber bi dadperweriya civakî jî ,bi kar û encama demokrasiyane ya rasteqîne di nav gelê me de biselmînin.bê guman bo hêzeka dîrokiya çarenivîs saz ya weke yekîtî jî di rewsa îro ya cîhanê û navçeyê û Kurdistanê de jî bo yekîtiya ku heya niha pêsenga mînakên erkên siyasî û civakî kareka ne dijware.lê yekîtiyeka soresger ya demokrat kariye: di rojên bê hêvî bûnê hêviya serkeftinê bide jiyan kirin.lihember karesat û kîmyabaran veguhestin û surgun kirinê lihember xwe daye ,berya serê îraq û îranê û pistî rêketina wan jî stoyê xwe xwar nekir û xebatê berdewam bike.otonomî d destpêka salên 80 an de bixe nav çala berfê û stratejiya çareya xwenivîsîn bike armanc,rola herî bi bandor di destpêkirnia serhildanê de bilîze,ezmûna federalî kiribe rastîyeka dîrokî,dînamoya herfîna fasîzman bûbe,lihember çekdarên selefî de ,metirsî liser demokrasî nehêstibe,yekemîn rojnameya rojane derxistibe û yekem kenala televziyoniya Kurdistanî damezrandibe,karîbe berxwe bide lihember destwerdanên herêmî û pîlanên wan,bi bandortirîn hêza demokratîkxwaz û azadî û serbestî be,yasaya rewsa kesayetiya jinan guhertibe,jibo ava kirina îraqa demokratîk de,hêzeka sereke be,ji eniya Kurdistanî ve bo hevpeymaniya Kurdistanî,yekîtî her yekîtî be,mezintirîn qulibandina tevlihev kirina raya gistî,tûsî sikestê nekribe,encama pêbendbûn bi demokrasî û azadî û civaka sivîl,bi endamiya hertimiya sosyal enternasiyonal ,hatibe wergirtin,daxwazîyeka pîseya zaf heya niha sendîkayan çêkiribe,yekîtiyek li çiya û bajar nan û azadî bo nivîskaran dabînkirbe,di 3 mîn kongreya xwe de jî (%20) ya jinan û çendîn genc baweriya serkirdayetî û civata navend wergirtibin....yekîtiyeka wisa ya demar çeqandiya xwedan destkeft û guhertinên dîrokî,bê guman hevalên wê dikarin biryar û bernameyên wê , di nav civakê de cîbicî bikin û çi jî pêwîst bike,bo rastkirina kêmasiyan,xemsarî û gendelî bo bastirkirina xizmetkirina civak û gel encam bidin.
em hêvîdarin.

hevalên yekîtî,yekîtiya pêsenga nû,yekîtiya bedîhênera destketên dîrokî: yekîtiya parêzer û pêsveberê demokrasiyê: yekîtî ...weke hêzeka berdewam ya dîrokî,hevalên wê bê du dilî,xebat bikin û di nav xebat de jî bername û pirograma 3 mîn kongreyê,bikin rênîsandera xizmet û uslub û helmet...di siyar kirina gel de d berevanî kirina mafên gel de,di çûna nav rencder û kedkarên bîr û hizir de, bo nav tax û bajar û bajarokên dûr bo gundan heya bikarin qonaxa dijwarên din yên xebatê,bi serkeftî derbas bikin.

êdî bo pêsve ber bi dijwariya demokrasî û sîstemeka sekolar û civaka sivîl û di pêserojê de bo bi dest anîna civakeka wekheviya civakî....mekteba siyasî

1-Qonaxa derbas kirin

Kurdistana îraqê di qonaxeka îdarî,siyasî,civakî ,aborî,çandiya hestyar de derbas dibe,ku qonaxeka veguhestinê ye û hêj bingehên aborî,rêzbendiya çînatî û arasteyên wê yên rewsenbîrî ,bi temamî pêk nehatine.

ligorî wê yekê jî hêj hevrikiyên navbera tezên cuda cuda,ji bo formûla qonaxê bi germî di rojevê de ye.

golobalîzm jî bi aliyên xwe yên ges û tarî de,tezên serdest û besek ji bingehên wê li Kurdistanê çê bûne.
ev qonax derbas bûna avakirina ezmûna demokrasî li Kurdistanê ye,beruvajiya serdema serê yekem ya cîhanê,ku kurdistan hate dagîrkirin û dabeskirin,herwiha cuda ji serdema serê cîhanya duyem jî ku tu mafên demokrasî bo kurdistanê rewa nehate dîtin, komara rojhilata kurdistanê jî mameleyên destpêkê yên bilokên serê sar û di serdema serê sar jî tu netewe û nîstimanek li rojhilat ,li ser destê bilokên rojava û rojhilat ,biqasî neteweya kurd tûsî karesat nehate kirin,heta ku bi awayekê eskere li pêsya rojhilat û rojavayê cîhanê serê jinavbirina neteweya kurd gihandin serê cînosayd û kîmyabaran.
ezmûna niha ya kurdistanê beruvajiya tevyahiya serdemên din, ketiye serdema golobalîzm û di vê serdemê de jî yekemîn care pêla demokrasî ji rojava dighêje rojhilat,ji bo cara yekeme ku aliyên ges yên serdemê hevahenge ligel stratejiya rizgarî û demokrasya kurd û kurdistan,ji bo wê yekê kurdistana îraq ku beseke ji îraqê,weke dewleteka pir netewe û pir olî û pir mezhebî li ser bingeha federalî û demokratîk û parlemanî bingehên avakirinê hatye çêkirin,lê di mesandina arasteyeka serbixwe de, ji avakirina civakeka bi vê rengî ku mîna dewlet – netewe be azad û dest vekrî nîne,jber ku eu rê ,jbo kurdistana îraq, bi dehan rêgirên siyasî û destûrî hatye girêdan,ev jî wisa kiriye rewta gesekirina tev alî û serxwebûna kurdistan karek gelek dijwar be û d encam de nikarin pênaseyeka temam serbxwe bo wê bê krn,d warên cvakî de jî ,cudahyên çînatya kurdistana îraqê, dibin bandora aborî û rewta golobalîzmê de bilez pere sendiye,destpêka bingehên rêzbendîyeka çînatiya nû derxstiye pês û bi vê yekê pêkhatina bingehên seretayên çîna navîn,bûye cumgeyeka girîng ya guhertinên civakî, ji vê yekê jî di nav tevgera civakiya nûya kurdewarî de tevgereka nûya karker jî, li ser bingeha xebata pîseyî û sendîkayî û reformiya hevdem heta ku tê,pês dikve.
her çiqas ew cudahiya çînatî têde nîne,xesleta komelekin,hêj bi temamî weke civakeka pênase kiriya serbixwe nehatine xemlîn,çîn û cudahî û hevrikiyan di bilindbûn û daketinê dene,ji bo wê yekî herî kêm dikarin bêjin: di warê aborî û civakî de bi gistî nehatiye xemlandn,lê ev nexemlandn nebûye sedema vesartina tistên navbera çînan û berjewendiyên nakokên wan.

ev kelîna çînatî jî tevî pêwîstî yên aborî yên dîrokî ya wê, di niha de li pêsiya avakirina civakeka asûde û wekehev û sûdmend bi astiya civakî ku wekhevî fersenda çawaniyekê çêbike, bûne rêgir.

2-Rizgarya Kurdistan

Ji aliyekê din ve Kurdistana Îraqê di warê siyasî de xwedan tevgereka rizgarîxwaze weke xeyatê nîstimanek ku hatiye dagîrkirin û perçekirin û ji mafên demokrasiyê hatye bê parkirin ku besek ji armancên wê hatine bi dest xistin lê digel wê yekê de jî gelek armancên me mane,ku nehatine bidest xistin û di demên pês de serkeftina tevgerê û taybetmendiya siyasî û aboriya her besek ji kurdistanê heya astekê çemka kar pêkiriya me jî bo tevgera rizgarî xwaz û demokrasî bixe bin pirsiyarê, diyare di heman demê de jî vê taybetmendî jî bo stratejî û siyaseta yekîtî ji stratîj û siyaseta gelek aliyên din li perçeyên din yên kurdistanê cuda dike,eger çi ji wê yekê jî bi bawerin ku întima bo nîstiman û netewe hêj bo çemka rizgarî cuda nebe,hêj tevgera rizgarî l kurdistana îraqê pêwîstî bi berdewam kirina xebata destûr û saristanî heye.hevdem temambûna erkên tevgera rizgarîxwazî li kurdistana îraqê take metirsî nîne li ser tevgerê belkî rews û paseroja îraq û rewsa navçeyê jî ku herî dawî kurdistan di pirsgirêka hevbesa dijwar deye bihêz û amadeye,metirsiyên dinin lihember paseroja tevgerê û pêvajoya demokrasî jî li navçeyê .
hêj li kurdistan ne di warê rastî û ne di warê teorî de jî li pêsberiya vê qonaxa derbasbûna demokrasiyê rêzbendiya çînatiye hêj nehatiye xemlandin,eniya sosyosyasyan bi tevahî helawibirid nebûn,ku ev bi tenê bi helumercên qonaxên veguhestin bo modernîte nehatne grêdan,belkî bi hev pirsgrêkên siyasî yên navçeyê bi sert û mercên çandî û aborî û siyasî yên navxwe jî girêdaye,çêdibe sert û mercên siyasya qonaxa rizgarîxwazî vê fakterê bi bandor be ku sînorên cuda yên çînatî û hevrikiyên çînatî navbera çînên ku hêj nehatine xemlandin di warê aborî çandî sosyolojî û saykolojî de di astî de hêstibin an hevrikiyên navbera wan bi nermî birêve biçe,lê egera wê yekê heye di dahatû de hevrîkiyên çînatî tundtir rubirûya hevdu bibin,wê demê jî civak di hizra temam nekirina erkê rizgarîxwazî bi awayekî demkî veguheze bo hizrên civakî.
di warê aborî de jî kurdistan niha di qonaxa pêsketin deye û ew pêsketin jî bi tenê ya qonaxekê nîne,belkî çêdibe bêgotin pêvajoya sermayedarî jî di qonaxa veguhestinê de bê ku zemîneyeka mijarî ya aborî û yasayî bo bikarxistina wê sermayeya xwemalî hatibe amadekirin daku besdarîyeka karatir di mameleyên darayî yên navçe û cîhanê de bike.
yanî nebûna wê zemînê ye heya astek rêgire li pês besdarbûna kara ya sermayeya serhevketiya navxwe.
di pêvajoyên gesepêdana aborî û guhertina kenalên dahatûya kurdistan,ku hevkariya hikumet di birêvebirina pêvajoya aborî û civakî bike.
niha sermayeya serhev kom bûy dikare bastir erkên aboriyên xwe cîbcî bike û karatir di piroseya gesepêdana aborî û çêbûna edaleta civakî,bi rîya ji nûve dabeskirina dahata besdar be,ji bo vê yekê jî pêwîste sîstema bac guncawtir bê rêxistin.
bi awayekê ku ew sîstema bac hertim ligorî berjewendiya kêm kirina navbera samana sermayedarên mezin û karkeran û kedkaran be û cudahyên çînatiyên çewsîner gav bi gav bên kêm kirin

3- Serdemên zordarî

zêdetir ji (70) salan siyasetên alyên serkeftyên serê yekem û duyem ya cîhanê heruha di bin siya serê sar de kurdistana îraqê kiribû besek ji dewleteka bê bingeh,me di wan 70 salan de û bi taybet pistî duyemîn hatina ser kar ya partiya Baas (partiya Baas ya îstirakî) di temûza 1968 an de bilezgînî an hêdî bi siyaseta çewasekarî bi ser û kustin û terorkirin û cînosayid,an bi manora siyasiya berdewam dewleta îraq stratejiya helandina neteweya kurd kiribû armanc û ligorî wê wisa bû ku bi tenê jiber helandna wê neteweyê dikare dewletek pêkbîne ku bikaribe serokatya ereb bike,jibo kongreya partiya Baas ya sosyalîsta erebî bi eskere dîtina wê partiyê derbarê ew neteweyên wan ku dibêjn ku di nîstimana ereb de dijîn kurd jî dinav de sax kiriye û kirbû bi stratejiya partîye nasyonalîstê weke Baas.
vê stratejiya sovînî wisakiribû ku dewleta îraq bi tenê dewleteka polîsî ya xwînrêj nebe belkî bingeha îdolojî û siyasetên liser demarê fasîzm sîn bibû,ku wan bingehan encama komkujiyên Helepçe û veguhestin û enfal jê derket.
enfal bi tenê bingeha berevaniya pêsmergane li kurdistanê çênekir belkî eniya peresendin û guhertinên nav civakê jî bilnidkir bi taybet pistî enfalan ku piraniya gundên kurdistan û besek ji bajar û bajarokan jî wêran kir,welatîyan jî mecburî kamp nisînî û belavbûnê dinav tax û kolanên bajaran kir,eger serhildan çend salên din pasde biketiba an qet çê nebiba wê demê bê guman niha behs kirin ji komela kurdistan mjareka din bû.
ew guhertinên ku di heyama nêzîk bi sê salan de ji enfalê heya serhildanê di asta civakî de rûda,bandora wan liser rewta gese kirina kurdewarî tirsnak bû,ku hêj sirovekirina zanstiya pêwîst bo nehatine kirin.
ewê ku divê livir bilez bê behs kirin ewe ku ew guhertinên bi awayekî çêbûn ku gesekirina civakê tûsî cureyek ji têkdanê kir,ku arasteya gese kirina aloza tîjbi girêk û gol bû.
bûyerê pistî serhildanê û pistre jî serê navxwe,rewsê aloztir kir û digel aloziya siyasî de aloziya civakî jî bibû sîmaya civak di wê qonaxê de heya pistî herfîna rejîma Sedam û pêkanîna dewleta nû ya îraqê ev dewlet beruvajiya destpêka çêbûna wî di sala 1921 an de di bin siya wê rewsê de hel u mercên pstî 2002 an li cîhan û navçe û îraqê çêbû,kurdistan ku wê demê û niha jî besa herî aram û pêsketiya dewleta îraqê ye bi awayekî rêjeya ber biçav aramî û baweriya siyasî û civakî bixweve dîtye,ku bûye sedema wê yekê bingeha çînatî heya astek tevlihev ya siyasî û civakî serdema berê sîn bibe nexseya çînatya civak bastir xwe derbixe bi awayekî ku di 7 salên rabihurî de guhertinên bingehîn d pêkanîna civaka kurdistanê de çêbûne.
niha wan çînan heya astek ji hev tên cudakirin û bi wê corê jî berjewendiyên çînayetî jî derketî tirin,her çiqas hêj wan çînan aramanca wan bi wê qasê ne eskereye,daku liser wan sînoran baxive ku dinavbera çînan de ber bi çêbûneka diyartir û serbxwe tirin,lê çîna navîn jiber bazara azad û azadya têkelbûn bi bazarên navçeyê û derve,herwha jiber destpêka sîstema bankî û baweriya bankan bi sermayedarên kurdistanê û sedemên aborî yên din,di aliyê hejmar de derketina çînatiya berçav û hêdî hêdî bandorê liser jiyana civakî û siyasî û aboriya kurdistanê bicih dihêle.
bê guman di pêserojê de jî werçerxaneka tev aliya sarstaniya sermayedarî çêbikin.

4- Cîhangîrî û bandora civakî

Serdema gilobalîzeysin: di vê serdemê de eger li cîhana sermayedariya pêsketî de çîna navîn heya astek lihember monopoleyên cîhangîrî de bi ziyan be,wê demê li welatên weke kurdistan berjewendiyên cîhanî û peresendina sermaye bo welatên pasdeketî bi taybetî di hezareya sêyem de heya asteka diyar digel berjewendiyên çîna navîna nû sînbûy hev berjewende,ev jibilî wê yekê ku ev çîn ligorî lojîka guhertina serdemeke û pêwîstiya sermayedarî û peresendiya rojava bi bazara sermayedariya nû ya pêgihstiya rojhilat çîna navîn hem li bazara azad cihekê bihêz heye û hem di nav ezmûna nîstimanî û demokrasiya kurdistanê de jî li nav civakê hêj nakokiya bingehîn nîne,jiber ku hêj erkê rizgarîxwazî û pêvajoya demokrasiya nûya nû avabûy,herwha jêrxana bazara azad ya kurdistan pêwîstiyeka dîrokî bi çîna navîn heye û ev çîn divê rehenda aborî û siyasî û dîrokî temam bike,çîna navîna kurdistan niha çîneke li bazarên kurdistanê û navçe û cîhanê jî çapuke senga aborî û civakiya taybet heye,jibo wê yekê dikare gelek pirs bixe aliyekê,bi taybet di sîstemeka demokratîk de her jibo wê yekê wê çîn bibe cihê temaha hêzên pêsketinxwaz û hêzên konserfatîvên kurdistan,nebûna aramî bûna rewsa aloz ya hevrikî û bilind bûn û daketina nirx û bihayê kelûpelan û bazarê azad di warê mijarî de bo wê rewsa aborî û rêzbendiya çînatî vedgere,ev jî yanî di dahatûyeka nêzîk de ew çîna serîhildaye ya herî zêde dilve li kurdistanê.
b taybet di çend salên dahatî de nihênya velivîna wê çînê jî di wê yekê deye ku hêzên wê nû bûn dinav dilê wê çînê de.
lê ew çîn bê metirsî jî nîne,jiber ku çîn eger çî giranîyeka civakiya wê ya berfreh hebe lê hêzeka civakî û teorîyeka yekgirtî nîne,jiber ku di çend besek pêktî û cudahiya dahat di nav besa wê bilind de digel besa herî cudaxwaz de cudahiyeka zaf heye.
bi awayekê din ew çîn hêj çîneka aram û yekgirtî nîne.
her çiqas jî besek ji giraniya yekîtiya nîstimaniya kurdistanê di vê qonaxê de dinav wê çînê deye jiber ev çîn hem bo jêrxana aborî û hem jî bo riskana çînatî hevdem bo pêsketina civakê jî herwha bo ji dayikbûna guhertinên meznên aborî û civakî û teknolojiya jî,belkî bo dahênan û bo dahênera wan hizir û fikir jî girînge,lê digel wan rastiyan jî di niha de û bo pêserojê jî pêwîste yekîtî lihember giranî û bandor û mafên karker û kedkaran siyar be ku nebin qurbaniya berjewendiyên teng ya çewsandina çînatî,di roja îro ya kurdistanê de,berê xwedana wê çînê,berê xwedana karekterên civakî yên pêsketin û nû bûnê.

yanî parêzvanî kirin ji berjewendiyên civakî û dîmografiya wê çînê,bo vê qonaxê û bo temam kirina pêvajoya aborî û civakî,tezeka pêsketinxwaz ya civakiye jiber ku her guhertinek bi aqareka tengbûna wê çîne bi wateya berfirehbûna besa hejaran, her weke rojhilatê ewropa besa hejar jî ji hebûna berfrehiya çîna navîn jibo çalakiya bazar û zêdebûna kompanî û warê karên zêde xelkê hejar,asta jiyan û garantiyên civakî bastir dibe û ya herî kêm jî bi hejarî dimîne.
ew jî ewên ku dikevin bin hêla hejarî yan birçîbûnê ye ew jî wan kesanin ku bêkar yan nîv bêkarin û weke bêgariya jiyan dibin serî û nikarin dahateka ewqas ya xwe mehane peyda bikin,ku digel astên dahata tak li kurdistanê yan digel standartên cîhanê ,ku banka dewletî bo ser hêla hejarî diyarî dike hev bigrin,evya jiblî wê yekê di nêrîna dîrokya qonaxê jî ,rê girtin ji peresendina çîna navîn ku erkên aboriyên qonaxê hêj derbas nekiriye ev di nêrîna zanstiya aborî û civakî de diçe ser keveneperestiyê.

5-Pasmayên eşîretî

girupên civakî yên weke esîret,tayfe,hoz her çiqas weke pêkhateyek pasmayên xwe nîsan didin lê liser qewareya sîstema axatiya xwe nemaye û jiber gelek sedeman xwe derxistineka derveye,yek ji wan sedema nemana tu bingeheka aboriya axatîye,sedemeka din jî ewe ku hêdî hêdî yasa serwertir bûye û takên esîretê bo xwe parastin û parastina mala xwe, pêwîstî bi girêbesta civakî derebegî û axatiya berê nemaye ,yan kêmtir bûye,eger çi regeza xwîn jî hêj weke xwe maye sedemeka din jî ewe ku ligorî pêsketina sermaye û serbixwe ya tak îmkaniyeta newiyên takên esîret jî dahatûya serbixweya xwe ji derveyî her peywendiyeka aborî û derebegatî hebe,wê demê tak gerayî weke encameka sermayedarî di nav zarokên esîretan de jî weke sazîyeka civakî heta astekê bastir kiriye,diyare ev diyarde diyardeyeka pozetîv û cihê kurdistan weke hêzeka sosyal demokrat li ser bê rawestandin û ber bi werçerxaneka girînga jiyana civakiya kurdistan biçe û rê nede tu hel u merceka siyasî ji bo jinûve vejandina serxana damezraweya esîretê çêbibe û bê sepandin.

6- Sosyal - demokrata Kurdistanî

bi berçav derbas kirina rewsa siyasî aborî û civakiya herêma kurdistan ,îraq û navçe,cîhan û têgihistina me ji avakirina sosyosyasya civakiya kurdistan,wê demê Yekîtiya Nîstimaniya Kurdistan,ê ji pênase pêwîste liber ronahiya sirovekirina teorî siyasî civakî aborî û çandî û bi berçav girtina demarê dîrokî weke rêbazeka di xwe nûkirina Yekîtiya Nîstimaniya Kurdistan,ê bi vê awayê xwarê pênase bikin: Yekîtiya Nîstimaniya Kurdistan,ê partîyeka sosyal demokrata gelê Kurdistana îraqê ye di berê de nûnerê karker û rencderên civakê têdikose ji bo temam kirina erkên rizgariya nîstimanî û sîstema demokrasiya sekolar,avakirina civaka pêsketiya guncaw digel rewsa niha ya cîhanê de berdewamiya xebata ne qutbûya xwe bighêje bidest xistina wekheviya civakî,daku bikarbe bi awayekî wekehev digel bingehên bihevre jiyana astiyaneya hevseng ku xwe di dabînkirina rewsa jiyaneka bas parastina mafên mirov mafên tak wekheviya jin û zilam wekhevî li pêsiya yasa bibîne,hevdem xebat dike bo dabînkirina wekhevî di fersendên kar,serbixweyiya tak,nehêstina çewsandin,nehêstina dijatî kirina regezî û çînatî û neteweyî ji aliyekê din ve Yekîtiya Nîstimaniya Kurdistan,ê ku partiyeka kurdistanî û qada karkirina wê kurdistana îraq û tevahiya îraqe jî erkekê din liser milê wê ye ku di erkên din yên kurdayetî ew jî têkosane bo çespandina komara îraqa demokrata federal û parlemanî ku bingehên wê di çerçoveya destûr de bicih bûye,ji ber ku qada îraqê jî bi besek ji wê qada sereke dizane ku têde berevanî ji destkeftên demokrasî yên gelên îraqê û gelê kurdistan dike,daku bingeha welatî bûn li îraqê nebin bingeha rakirina wan cudahiyan ku li dewletên pir netew û pir ol û pir mezheb hene belkî bibin bingeha welatî bûneka cîgir liser bingeha mafên sivîl yên serdemî,tevahiya wan sirovekirinên serve weke sirovekirineka tev alî ne di heman demê de daxuyaniyeka yek pakêcî dikare bibe bingeha cîhan bînya sosyal demokratane ya Yekîtiya Nîstimaniya Kurdistan,ê,weke sazîyeka demokrata r,zgarîxwaza kurd,stanê ku sosyalîzm b mewdaya demokratiyane û demokrat jî bi rehendên civakî girê dide û zemînên veguhestineka bê hejîna civakî ya bi ziyan bo sosyalîzm di pêserojeka dûr de çêbibe.
Peyrewa navxwe Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê

Yekem: Pirensîpên giştî

Madeya yekem:

1.nav : Yekîtiya Nîstimaniya Kurdistan ku kurtasiya wê (YNK) ye
2 – Sînora xebat û çalakî : herêma Kurdistan,navçeyên qutbûy,navçeyên din yên Îraqa federal û derveya welat.
2: Yekîtiya Nîstimaniya Kurdistan partiyeka sosyal demokrate, dixebite bo bicih kirina astî û xurt kirina nirxên azadî,dîmokrasî,welatî bûn,mafên mirov, mafê çarenivîs û baweriya wê bi çanda wekhevî û lêborînê heye.

1 -Dirusman: astî ,azadî,demokrasî,mafên mirov ,mafê çarenivîs,dadperweriya civakî.
2.Arm destek gula lale û çiqla zeytûn û gula genmek bilind kiriye.
3. sirûda Mesxelan sirûda fermiya YNK ê

Madeya 3:

peyrewa navxwe bilindtirîn destûra karê rêxraweyî ya YNK ê endam û organan di her astek û her pileyekê de bin,dibe pêbendê wê bin.


Madeya 4:

ji komîte heya asta serkirdayetî di nav hemû organan de rêjeya jinan divê herî kêm ji %20 nebe


Madeya 5:

civîna organên YNK ê rêjeya yasayî werdigre bi amade bûna piraniya reha 1+50

Duyem Endamtî

Madeya 6

1- Her welatiyekî Kurdistan, deverên din yên Îraqa ferderal û dervey welat, kû baweriya wî bi peyrew û pirograma YNK,ê hebe dikare bibe endam.
2- Rêxistin û endamtiya li ser bingeha erdnîgarî, pîseyî an navenda hilbijartin dibe. Her endamek dema veguhestin an guhertina cihê nîstecihbûnê an cihê pîseyî dikare daxwaz ji organa xwe bike bo veguhestinê.


Madeya 7: Mercên endamtiyê

1- Divê temenê endam ji 18 salî kêmtir nebe û her welatiyek kû ji 15 salî ve nav her yek ji saziyên ser bi YNK ê tê wergirtin.
2- Daxwaziyek bi nivîskî pêskês bike.
3- Pêbendî peyrew be bo cîbicîkirina pirogram têbikose.
4- Li organekê YNK ê çalakî encam bide.
5- Nav û navdengê wî bas be û herî kêm agehdarê siyasî û nîstimanî di wî de hebe.
6- Abûne bide.

Madeya 8:Mafên endam.

1.Hemû endamek mafê heye di çerçoveya peyrewa navxwe de besdariya hilbijartinan bike û xwe bo organên YNK’ê berbijar bike.
2.Pirsyar û pêsniyar kirin û rexne kirin li her endam û organekê YNK bi devkî yan bi nivîskî liser her mijareka siyasî û rêxistin û aborî bi rêya organên xwe ve di çerçoveya YNK’ê de.
3.Hemû endamekî behremend ,di warê nivîs û huner û spor de di dema pêdvî de mafê xwe ye daxwaza alîkarî û pistgîrî ji YNK’ê bike.
4.Her emdamekî YNK di dema nexwesî ,bûyer,karesat û bûyera nexwesî ya neçaverî kirî de bo heye daxwaza alikariya maddî li YNK’ê bike.
5.Hemû wan endamên ku kadirên pîseyîn mûçeya wan ya mehane li gorî sirûsta karên wan tê dayîn,hemû mafên wan li gorî berçav derbas kirinê wekhev tê dabîn kirin û bi pey temen û nexwesî tê xanenisîn kirin.
6.ev endamên demeke endamin û gelek xizmeta YNK’ê kirine,li gorî bernameyeka taybet ku komîteya serkirdayetî lê berpirse ,ji aliyê maddî û menevî rêza wan digre.
7.Endam mafê parastina xwe heye.



Madeya 9:Erkên endam.

1.Bi dilsozî kar bike jibo cîbicî kirina armancên YNK'ê.
2.Yekîtiya di nav rêzên YNK'ê de biparêze.
3.Li dijî grûpgerî ,navçecîtî û hozegerî raweste.
4.Hewl jibo bilind kirina asta hisyarî , siyasî û netewî ya xwe bide.
5.Nehêniyên YNK'ê biparêze û rastiyan ne vesêre.
6.Bername û siyaset û serweriya YNK'ê biparêze .
7.Berjewendiyên YNK'ê bixe pêsiya berjewendiyên xwe û berjewendiyên gel û nîstiman bixe pêsiya hemû berjewendiyan.
8.Hewl bide dost û alîgir û dengder peyda bike jibo YNK'ê.
9.Parastina serweriya yasa û mafên mirovan û xweza bi erkê xwe bizane.
10.Divê hemû endamek mehane aboneya endam bûnê bide û mekteba rêkxistin ysaya taybet jibo çawanî wergirtinê derbixe.

Madeya 10: Ji dest dayîna endamtî û ceza kirin

Endam ji endamtiya YNK’ê dikeve ji ber mirin,dest jê berdan an derkirin.


Madeya 11 : Ceza kirin û sêweyên wê

1.balkisandin: komîte û melbendan li sînorê çalakiyên xwe her yek li gorî asta xwe di dema pêwîst de,dikarin bi nivîsekê bala her endamekî biksînin kû di karên xwe de xemsare an karek ne bas kiribe û hêjayê ceza kirin be.
2. Helpesardin: di dema berdewambûna endam li ser xemsarî û bin pê kirin pistî agehdar kirin li ser pêsniyara melbend,mekteba rêxistin dikare derbarê wî de biryara ragirtina endamtiyê bide bo 3 – 6 mehan li gorî bin pê kirina wî der bike.
3.pile daxistin : Pistî balkisandin û agehdarî û ragirtinê di dema berdewam bûna endam li se bin pê kirinan li gorî bin pê kirina kû kiriye melbend pêsniyar dike û mekteba rêxistin dikare biryara pile daxistin an kêm kirin a pileya wî bide.
4. Der xistin:

Sedemên derxistin :

Endam di van waran de tên derxistin û avêtin:
1.Kar kirin li dijî berjewendiyên bilinda gel û nîstiman.
2.Peywendî kirin bi her aliyeka din a siyasî.
3.Kar kirin li dijî siyasetên YNK’ê û hewildan bo têkdana nav refên wê.
4.Berjewendiyên taybet yên xwe li ser berjewendiyên YNK’ê be.
5.Vegotina nihêniyên (tistên vesartî) YNK’ê.
6.Kar kirin li dijî berbijar û bernameyên YNK’ê di dema hilbijartinan de.
7. Ji peyrew û pirograma YNK’ê dûr bikeve.
8. Her endamekî YNK’ê di her pileyekê de be eger tawaneka bê exlaqî bi ser wî de hat selmandin û bi biryareka dadgehê enccam dabe mafê endamtî ji wî tê wergirtin.

Madeya 12 :

Biryara derkirin ji komîteya serkirdayetî derdikeve.

Sêmîn : Kongre

Madeya 14:

Kongre bilind titÎn desthilata YNK’ê ye kû her 3 sal carekê tê saz kirin û kongreya dahatî pêwîste di meha 10 an ya 2013 an bê lidarxistin.

Madeya 15:

Nabe li her warê de hejmara gistiya endamên kongirê 1000 endam derbas bike. Endamên kongirê pêktên li : A.Nûnerên rêkxistinê ku bi hilbijartin dibe,li gorî ev rêjeya ku bo wan hatiye diyar kirin.
B.Endamên komîteya serkirdayetî û civata navendî.
C.Endamên berê yê mekteba siyasî û komîteya serkirdayetî.
D.Endamên mekteb û dezgah û pêsmergeyên 1976,pêsmergeyên dêrîn,girtiyên siyasî,rêkxistinên dêrîn,partîzanan û kêm endaman bi bê hilbijartin dibin bi endam li gorî rêjeya ku jibo wan hatiye diyar kirin.
E.Sikirtêrê gistî bi sêwirî digel komîteya serkirdayetî 120 endamên kongirê diyar dike.
F.Rêjeya % 20 endamên kongirê ji jinan pêk tên.
G.Komîsyona bilinda amadekarî rêjeyeka endamên kongirê diyar dike bo firakisyona YNK'ê li parlemana Kurdistanê û Îraq'ê û welatên derve û wezîran û balyoz û dezgahên hikûmî û rêkxistinên din.
H.Hemû endamên din bi rêya hilbijartin dibin.

Madeya 16:

100 çavdêrên li kesên pisporê warê cuda cuda dibe bê bangihes kirin bi biryara sikirtêrê gistî û sêwirî digel komîteya serkirdayetî bo sêwir kirina karûbarên kongirê ku mafê dengdanyan nabe.

Madeya 17:

1.Komîsyonek bi navê komîsyona bilind a amadekariya kongirê bi biryara komîteya serkirdayetî tê pêk anîn. 2.Ses mehan beriya kongirê komîsyona bilind a amadekariyan bi alîkariya dezgeha hilbijartina amadekariyên pêdvî dike jibo kongirê. 3.Komîsyona bilind a amadekariya dezgeha hilbijartinan berpirsên li encam dana karê sopandina lîsta endamên hatine hilbijartin û destnîsan kirin bo kongirê li gorî pêvana li peyrew de hatiye diyar kirin .

Madeya 18:

Ji ber her sedemekê kongire di dema xwe de nehatibe encam dan divê bê encamdan,bi tenê pilînyom dikare bo dema (3 _ 6) mehan bo yek car kongrê pasde bixe.Di dema lidarnexistina kongrê di wê demê de serkirdayetî ser’îyeta xwe li dest dide.

Madeya 19:

1.Eger zêdetir ji nîva hejmara endamên kongirê a
Madeya kongirê bûn,kongire rewaya pêdvî verdigre. 2.Pejirandina raport û biryardan li kongirê de bi piraniya sade dibe.
Madeya 20: erk û desthilatên kongrê
1.Hilbijartinê sikirtêrê gistî.
2.Hilbijartina komîteya serkirdayetî û endamên civata navend .
3.Nirxandin û pejirandina rapora sikirtêrê gistî.
4.Ber çav derbas kirin û guhertin û pejirandina program û peyrewa navxwe.
5.Nirxandina siyaseta YNK’ê di navbera du kongrê de û biryar dan liser siyaseta nû bo cîbicî kirina rêbaza YNK’ê.
6.Gotûbêj kirin liser wan mijarên ku kongire bi pêdvî dizane biryar iiser bide.
7.Biryar dan liser rexne û pêsniyarên ku hatine pêskes kirin.
8.Nirxandina karûbarên hukûmetê.
9.Der kirina ragihandina dawî.

Madeya 21: Kongireya awarte

1.Kongireya awarte di demekê de tê lidarxistin ku kirîzek yan bûyereka girîng bibe.
2.Liser daxwaza sikirtêrê gistî 3 _ 4 endamên komîteya serkirdayetî yan 3_4 endamên civata navend kongireya awarte lidardixe.
3.Meher beriya lidarxistina kongireya awarte dema birêveçûna kongirê tê diyar kirin.
4.Kongireya awarte heman desthilatên kongireya asayî heye.
5.Endamên kongireya asayî ya berê dibine endamên kongireya awarte.

Madeya 22:Civîna berfireh (Pilînyom):

1.Bi mabesta ber çav derbas kirina karûbarên YNK’ê û wergirtina nêrînên piraniya endamên berpirs û liser daxwaza sikirtêrê gistî 2 yan 3 endamên komîteya serkirdayetî 2 yan 3 endamên civata navend civîna berfireh saz bike.
2.Besdarbûyên civîna berfireh pêk hatiye li sikirtêrê gistî,komîteya serkirdayetî,civata navend ,endamên mekteb,dezgahan û civata malbendan.
3.Kongire hemû desthilatekî heye bi tenê nikare pirogram û peyrew û sikirtêrê gistî biguhere.
4.Dikare 1 yan 3 endamên komîteya serkirdayetî û civata navend biguhere.
5.Pêkhateya komîteya serkirdayetî(civata serkirdayetî)

Madeya 23:

Komîteya serkirdayetî pêk hatiye li sikirtêrê gistî û endamên komîteya serkirdayetî.

Madeya 24:Sikirtêrê gistî:

Sikirtêrê gistî raste rast di kongirê de tê hilbijartin.

Madeya 25:Mercên xwe berbijar kirina bo posta sikirtêrê gistî:
1.Temenê li 40 sal biçûktir nebe.
2.Nav û navbangî basî hebe û sarezayê cîhana siyasetê be û xizmeta gel û nîstiman û YNK'ê kiri be.
3.Herî kêm 10 sal endamê YNK'ê be.

Madeya 26:Hilbijartina sikirtêrê gistî:

1.Eger bi tenê yek berbijar hebe bo posta sikirtêrê gistî,raste rast dibe bi sikirtêrê gistî.
2.Eger du berbijar yan bêtir hebû bo wê postê bi piraniya dengên endamên kongirê tê hilbijartin.Eger her yek ji wan berbijaran piraniya dengan bi dest ne anî ji wan berbijaran 2 kesên ku piranî deng bi dest anîne di kevine nav hilbijartinan kê ji wan piraniya dengan bi dest bîne tê bi wê wateyê ku serkeftin bi dest aniye.

Madeya 27: Erk û desthilatên sikirtêrê gistî:

1.Berpirse ji cîbicî kirina biryar û siyasetên YNK'ê.
2.Ji endamên komîteya serkirdayetî cîgir jibo xwe diyar dike û dikare besek ji desthilatên xwe bide bi wan.
3.Berbijarên desteya kargêrî pêsniyar dike bo komîteya serkirdayetî.
4.Nûneratiya YNK li gist semîner û civînên siyasî de dike.
5.Fermana danana endamên komîteya serkirdayetî û berpirsên dezgehan li postê xweyan de derdixe.
6.Berpirse ji cîbicî kirina biryarên kongirê û civata serkirdayetî.
7.Serokatiya civînên komîteya serkirdayetî dike.
8.Daxuyanî bi navê YNK'ê dide.
9.Endamekî komîteya serkirdayetî bo peyvdarê komîteya serkirdayetî diyar dike.
10.Berpirse ji rêkxistina karûbarên aborî,dahat,serperestî kirina dezgeha çavdêriya aborî û dezgehên taybet.
11.Di dema wekheviya dengan de li komîteya serkirdayetî ,sikirtêrê gistî ji kîjan alî be ,ev aliye bi piranî ye.
12.Serperestiya hemû peywendiyên Kurdistanî,nîitimanî û navdewletî dike.
13.Dikare civateka sêwirmendî çê bike ku ji 5 kesan pêk bîne.
14.Raporta gistî jibo kongirê û civînên berfireh amade bike.

Madeya 28:

1.Di dema dest ji kar berdana sikirtêrê gistî bi her egerekê be divê di dema 2 mehan de kongireya awarte bê lidarxistin.
2.Cîgirê sikirtêrê gistî heya lidarxistina kongireya awarte erkên sikirtêrê gistî cîbicî dike.

Madeya 29:Komîteya serkirdayetî:
1.Kongire endamên komîteya serkirdayetî ku ji 50 endaman pêk hatiye hildibijêre.Ji wan jî 45 endam bi sikirtêrê gistî ve t3e hilbijartin û 5 endam jî liser daxwaza sikirtêrê gistî yê komîteya serkirdayetî tên diyar kirin.Her hûsa kongire 5 endamên yedek ligorî rêzbendiya dengan diyar dike.
2.% 20 endamên komîteya serkirdayetî jin be.
3.Xwe berbijar kirina endamên komîteya serkirdayetî bi awayê tak dibe.

Madeya 30:

Berbijarên komîteya serkirdayetî divê ev mercane di nav de hebin.
1.Divê temenê ji 25 sal biçûktir nebe.
2.Nav û navbangî basî hebe,xwendevanî û hisyariya siyasî di asteka guncaw de be.
3.Alîkariya rêjîma berê nekiri be.

Madeya 31:

Hilbijartina endamên komîteya serkirdayetî bi piraniya dengan dibe.

Madeya 32:Erk û desthilatên komîteya serkirdayetî.
1.Komîteya serkirdayetî di warê cîbicî kirina erkên YNK’ê de di navbera du kongire de bilindtirîn desthilate.
2.Cîbicî kirin û sopandina biryar û raspardeyên navbera du kongire.
3.Daristina siyaseta gistî liser asta navxwe û derve û pêsve birina peywendiyên YNK’ê digel aliyên din.
4.Danana bername û plana pêdvî bo besdarî kirin di hilbijartinên gistî de û çawanî hevpeymanî digel aliyên din bikin.
5.Damezrandina grûpeka sêwirmendî li kesên pispor û sareza bo sûd wergirtin li siyana wan bo dema pêdvî.
6.Danana bûdceya salane bo mekteb û dezgehan li gorî siyan û pêdvî.
7.Diyar kirina peywendiyên navbera partî û hukûmetê.
8.Ji bilî wan desthilatên li serve,komîteya serkirdayetî wan desthilatên din birêve dibe ku di wê peyrewê de pê hatiye dayîn.

Madeya 33:

1.Komîteya serkirdayetî du meh carek civîna xwe ya asayî dike.
2.Liser bangihesta sikirtêrê gistî an herî kêm nîvî endamên serkirdayetî dikare civîna awarte bike.

Madeya 34:

Endamên komîteya serkirdayetî nikarin desthilatê xwe bo hîç çalakiyeka bazirganî jibo bi dest anîna qezenca madî bi kar bînin ,yan li her çalakiyeka bazirganî û projeyeka aborî de bibin bi sirîk.

Madeya 35:

Civata serkirdayetî , bi rêjeya 2 / 3 yê dengên endamên xwe dikare her endamekî ku peyrewa navxwe ya YNK'ê û peyrewa karê civata serkirdayetî bin pê kiri be rabigre.

Madeya 36:Mekteba siyasî:

1.Pêkhate:Mekteba siyasî pêk hatiye li (9 – 11) endamên komîteya serkirdayetî ku sikirtêrê gistî wan berbijar dike û komîteya serkirdayetî deng bi wan dide .
2.Erk û desthilatên wê:
A.Cîbicî kirina biryar û raspardeyên komîteya serkirdayetî li navbera du civînan de.
B.Serperestî û rênmayî kirina organên partî , nexse danan bo pêsve birin û nirxandina organan ji aliyê rêxrawî ,siyasî,fikrî û cemawerî ve.
C.Pesve birina peywendiyên YNK digel aliyên din.
D.Sikirtariyetek li 7 kes bi serperestiya endamekî serkirdayetî bo agadar bûn û bi hevre girêdana karûbar û poste û biryarên mekteba siyasî û organên YNK’ê tê pêkanîn.
3.Desteya Kargêrî:
A.Sikirtêrê gistî 3 endamên mekteba siyasî destnîsan dike bo pêkanîna desteya kargêrî ku yek ji wan dibe bi berpirs bo cîbicî kirin û çavdêrî kirina biryarên mekteba siyasî û birêvebirina karên rojane ya mekteba siyasî.
B.Kargêr nabe hîç postên din werbigre.
4.Civata navend:

Madeya 37:

1.Civata navend ji 101 endaman pêk hatiye,ku ji wane 81 endam bi hilbijartin dibin bi endam û 20 endam jî ji aliyê sikirtêrê gistî ve tê destnîsan kirin li gorî deverên cuda cuda û kesayetî û pisporî û sarezayî yên cuda.
2.Nabe rêjeya jinan di nav civata navend de ji % 20 kêmtir be.
3.Civata navend di nav endamên xwe de sikirtêrek û du cîgir û biryarderek hildibêjêre.
4.Nabe temenê sikirtêrê civata navend ji 40 sal biçûktir be.
5.Nabe temenê endamên navend ji 25 sal biçûktir be.
6.Nabe sikirtêr û sikirtariyeta civata navend hîç postekê din hebin.
7.Nabe endamên civata navend di hîç organ û dezgehên din yên YNK’ê de berpirsyarî hebe û kar bike.

Madeya 38:

Peywendiya organî ya raste rasta sikirtêrê civata navend digel sikirtêrê gistî de dibe û liser daxwaza siyasî di dema pêdvî de dikare besdariya civînên mektebê bike.

Madeya 39:

1.Erkê çavdêrî kirina birêve çûna karên organan û derkirina yasayên taybet bo çawanî rêkxistina karûbarên organan di stûyê de ye.
2.Peyrewa kar ji bo xwe datîne.
3.Tû endamek bi bê razîbûna civata navend nabe bi endam mekteb.
4.Bi piraniya deng dikare di dema pêdvî de her endam mektebek helpesêre yan ji kar dûr bixe.
5.Dikare bi nivîskî daxwaza rûnkirin liser her meseleyek li her organekê bike.Her wûsa di çerçeveya organên xwe de dikare nûner bo organek bisîne.
6.Liser daxwaza 2 / 3 endamên berpirsê her organek bo pirsyar lê kirinê û vekolînê bangihest bike.
7.Ev rêketinên girîng ku peywendî bi meseleya neteweyiye çarenivîsan ve heye û berjewendiya bilind a YNK û hevpeymanî ya hilbijartin ve heye.Ku komîteya serkirdayetî bi sêweyekî destpêk îmzeyan dike.Pistî razîbûna 2 / 3 civata navend karyan pê dike.
8.Pejirandina lîsta berbijaran jibo hilbijartinên gistî û civata parêzgeh û saredariya civata xweciyan.
9.Pejirandina peyrewa karê mekteb û dezgehan.
 
Madeya 40:

Her endamekî civata navend di çerçeveya peyrewa karê civatê de azadiya raderbirîna wî heye di warê bîr û nêrînên xwe de tû berpirsyartî li nav civatê de nakeve liser stûyê wî.

Madeya 41:

1.Di dema binpê kirina peyrewa navxwe ya YNK û peyrewa karê civata navend ji aliyê sikirtêr û endamên sikirtariyet û her endamekî civata navend bi piraniya dengên 3 / 2 yê endamên civatê endametiya wî tê ragirtin. 2.Di dema çêbûna valahiyek di hejmara endamên civata navend de ev kesên ku di kongirê de piraniya dengan bi dest anî bûn valahiyê tijî dikin.

Madeya 42:

Ev komîsyonên li xwarê ser bi civata navend dibin û raporta demsala wan dibin.
1.Komîsyona mafên mirovan.
2.Komîsyona dest pakî.
3.Komîsyona rexne û vekolînê.
4.Komîsyona peyrewa navxwe.
5.Civata navend mafê xwe ye ligorî pêdvî komîsyanên pispor damezrêne.

Madeya 43:

Komîsyona mafên mirovan li 5 heya 7 endaman pêk hatiye û erkê çavdêrî kirina rewsa mafên mirovan di nav organan de girtiye stûyê xwe.

Madeya 44:

Komîsyona dest pakî pêk hatiye 5 heya 7 endaman û erkê çavdêriya xerab bi karanîna postan bo berjewendiyên taybet digre stûyê xwe û sûd li raportên çavdêrî û darayî û lîjneyên vekolînan werdigre.

Madeya 45:

Komîsyona rexne û vekolînan pêk hatiye li 3 endamên yasayî û sareza û erkên wan:
1.Yek alî kirin û biryar dan liser pirsgirêk û rexneyên endaman.
2.Vekolîn û biryar dan liser pirsgirêkên ku komîteya serkirdayetî yan civata navend yan wekû mekteb û dezgehan bo wan sandiye.

Madeya 46:

Komîsyona peyrewa navxwe pêk hatiye li 5 endamên cvata navend û erkê wan:

1.Çavdêrî krna asta guncana biryarên ku hatine peyrew kirin digel madeyên peyrewa navxwe a YNK’ê de.
2.Sirove kirina peyrewa navxwe digre stûyê xwe.
3.Nivîsîna resnivîsa peyrew hat pêsniyar kirin jibo kongireya dahatî.
4.Çavdêrî kirina rewsa karûbarên organan û sopandina karên wan û vekolîn kirin derbarê kêmasiyan.
6:Mekteb û dezgehan:

Madeya 47: Mekteb û dezgehan:
1.Mekteba rêkxistin.
2.Mekteba darayî û îdareya gistî.
3.Dezgeha çavdêriya darayî.
4.Mekteba rêkxirawên demokratîk.
5.Mekteba sehîdan.
6.Dezgeha xizmeta pêsmerge û tekoserên dêrîn.
7.Mekteba peywendiyên gistî. 8.Dezgeha hilbijartinan.
9.Mekteba ragihandinê.
10.Mekteba çavdêrî û li dîv çûnê.
11.Mekteba civakî.
12.Akademiya hisyarî û perwerde kirina kadroyan.

Madeya 48:

1.Berpirsên mekteb û dezgehan endamên serkrdayetî dibin.
2.Berpirsê mekteb di dema pêdvî de yek ji endamên mekteban wek alîkar destnîsan dike bo alîkarî kirina xwe.
3.Nabe berpirsên mekteb û dezgehan tû karên din bike.
4.Berpirsên mekteb û dezgehan li pêsiya desteya kargêrî de berpirsyarin.
5.Her mektebek û dezgahek piroje û peyrewa kar bo xwe ku guncaw be digel peyrewa navxwe de amade dike û pêdviye ji aliyê civata navend bê pejirandin.
6.Her mektebek û dezgahek bo gotûbêj kirina erkên xwe û danan nexseya guncaw bo pêsve birina dezgahên xwe konferansa salane saz dike.
7.Eger her berpirsekî mekteb yan dezgah dest li kar berda û dest li kar berdana wan hat pejirandin heya dema komîteya serkirdayetî berpirsek bo mekteb yan dezgahan dest nîsan dike alîkar kar bi rêve dibe.
8.Her mektebek yan dezgahek dikare civatek pêk bîne.
9.Her mektebek dikare di dema pêdvî de sêwirmend dayne.

Madeya 49 :

1 .mekteb ya dezgeh pêk tê ji çend endamek ku berpirsê mekteb wan berbjar dike ligorî sarezayî û pisporî.
2 . berbijarkirina her endamekî bo posta endamê mekteb yan dezgeh bi nivîsekê dibe ku berpirsê wî disîne civata navend bo wergirtina rezamendî.
3 .di demekê de civata navend berbijar red kir mekteb yan dezgeha wî dikare daxwaza dubare kirinê bike.
4 .eger civat bo cara duyemîn daxwazê red kir biryara civat pileya dawî werdigre.


Madeya 50 :

1 . mekteba rêxistin bilindtirîn desthilata rêxistine û erkê wê rêvebirina organên rêxistin û danîna nexseya gistiya rêxistin digre ser milê xwe û ji 9 endaman pêktê ku 2 ji wan jin dibin.
2 .organên mekteba rêxistin ji melbend,komîte,kert yan bazina cugrafî pêktê her wiha her organeka din ku mekteba rêxistin b pêwîst bizanibe.
3 .besên mekteba rêxistn pêktê j rêxstn,çavdêrî û helsengandin,amar,rêvebirin û darayî û ragihandin û ronakbîrî.

Madeya 51 : erk û desthilatan

1 .rêberatî kirina rasterasta rêxistinan di warê rêxiraweyî,siyasî û çalakiyên girseyî de.
2 . helsengandina rêxistinan di hemû waran de.
3 . pêsniyarkirina vekirina melbenda nû û yekxistina melbendan bo komîteya serkirdayetî.
4 . derkirina rênmayên pêwîst bo çawaniya pêkanîna komîte û kert û bazineyan an her organeka pêwîst yan din.
5 . polînkirina endaman ligorî pile û erkên wan.
 
Madeya 52 : civata melbend.

1 . civata melbend bilinditrîn desthilat li melbendê ye ku erkê wê cîbicî kirina pilana gistiya rêxistin û çalakiyên (YNK)ê birêve dibe.
2 . civat ji berpirs ,alîkar,kargêran,berpirsê komîte,ji bilî berpirsê melbend,endamekî serkirdayetî dibe pêk tê û hemû di konferansa melbend tên hilbijartin.
3 .berpirsê melbend di rêvebirina karubarê rêxistin li sînorê desthilata melbend û danîna bernameya pêwîst bo pêsxistina erkên melbend di rêxiraweyî ,siyasî,fikrî,girseyî û ronakbîrî.
4 .melbend li sînorê çalakiyên xwe nûneratiya YNK’ê dike.
5 . desteya kargêrî pêk tê ji 7 endam û divê 2 ji wan jin bin bi piraniya deng li konferansa melbend tên hilbijartin.
6 .melbend pêk tê ji van besan rêxistin,çavdêrî,helsengandin,rêvebirin û darayî,amar,peywendiyan,ronakbîrî û ragihandin.
7 .melbend dikare pêsniyara vekirina komîte û kerta nû bo mekteba rêxistin bike.
 
Madeya 53 : komîte

1 . komîte pêk tê ji çend kertek yan ji çend bazineyan û erkên serperstî kirina çalakiyên YNK’ê li sînorê xwe.
2 . komîte dikare pêsnyara vekirina kert û bazineya nû bo melbend bike.
3.civata komîte pêk tê ji berpirsek û du kargêr û berprsên kertan yan bazineyan ku b hilbijartin tê? diyarkirin.
Madeya 54 : mekteba darayî û îdareya gistî
1 . mekteba darayî û îdareya gistî pêk tê ji 7 endam serperestiyê karên îdarî û darayî û aborya YNK’ê dike.
2 . erkê damezrandin û perepêdana pirojeya aborî û çavkaniyên dahate bo YNK’ê dike.
3 . pêwîste agehdarî tevahiya dahat û xerciyê YNK’ê be li welat û derveya welat.
4 . di meha kanûna yekem de raporta salaneya xwe pêskêsê sikrtêrê gistî dike û kopiyek ji raporta xwe dide komîteya serkirdayetî.

Madeya 55: dezgeha çavdêriya darayî

1 . dezgeha çavdêriya darayî pêk tê ji 7 endam dezgeh bi berpirsê xwe ve ku hemû pisporin di wê warê de.
2 .çavdêriya çawaniya dahat û xerc dike li tevahiya organ û mekteb û dezgehên (YNK)ê.
3 .peywendiya rasterast b sikrtêrê gistiyê (YNK)ê dibe. 4 .raporta demsalî û salane pêskêsî sikrtêrê gistî dike.
 
Madeya 56: mekteba rêxirawên demokratîk

1 .mekteba rêxirawên demokratîk pê tê ji 7 endaman.
2. erkê serperestî kirina rêxirawên pîseyî û demokratan digre ser milê xwe.
3 .hemahengî digel sazî û sendîkayên civaka sivîl çê dike.
4. ji endamên mekteba rêxirawên demokratîk û berpirsên rêxirawa pîseyî û navendên demokratîk civatek bi navê civata rêxiraweyan tê pêkanîn û her sê mehan carekê bi ser perestiya mekteb dicivin û lêkolîn ji kar û barên taybet bi rêxiraweyan dikin.
5. li sînorê erdnîgariya liq yan baskên rêxiraweyan de ku ji 6 liqan kêmtir nebin navenda rêxirawên demokratîk tê pêkanîn.
6. navend hemahengiya demokrasiya temam digel melbend û komîteyan çê dike.

Madeya 57: mekteba sehîdan

1.mekteba sehîdan j 7 endaman pêk tê.
2. erkê wê serperestî kirina kar û barê girêdayî sehîdane.
3. erkê wê dabînkirina mafên sehîdane,ligorî wan yasayan ku li sazî û dezgehên (YNK)ê û hukûmet wan destnîsan kirye.
4. bername bo ragrtina serwerî û bîranîna sehîdan û tomarkirina dîroka xebata wan çê dike û pilana cîbicî kirina wan amade dike.
5.beseka taybet vedike bo serperestî kirina kar û bar û pêdawîstiyên newiyên sehîdan, ku ji aliyê newiyên sehîdan bi xwe ve tê birêvebirin.
Madeya 58: dezgeha xizmeta pêsmerge û têkoserên kevin (dêrîn)
1.dezgeha xizmeta pêsmerge û têkoserên kevin ji 5 an 7 endaman pêk tê.
2. pêskêskirina xizmet û rêzgirtina pêwîst û hêja bo pêsmerge û rêxistina kevin û zîndaniyên siyasî.
3. lidûvçûna daxwaziyên wan bo dabînkirin û cîbicîkirina mafên wan ligorî yasa û rênmayiyan û berçav derbas kirina wekhevî.
4.dakokî kirin ji serwerî û berhema xebat û têkosan.
5.pêsmerge û têkoserên kevin bi hukma wê yekê li her sazîyekê bin dema bin pê kirina mafê? yasayî mafê wan heye bi rîya vê saziyê berevanî ji xwe bikin.

Madeya 59: mekteba peywendiyên gistî

1.mekteba peywendiyên gistî ji 9 endamên mektebê pêk tê.
2.mekteba peywendîyan erkê wê rêxistin û pêsvebirina peywendiyên (YNK)ê ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê û Îraq û welatên derve digre serxwe.
3.ji çend besan pêk tê û her besek endam mektebek wê bi rêve dibe.

Madeya 60: dezgeha hilbijartin

1.dezgeha hilbijartin pêk tê ji 5 an 7 endaman û amadekarî û serperestiya hilbijartinan bi hemû qonaxên wê dike,ku pêktên ji amadekirina lîsta dengderan û berbijaran,raghandina pirensîp û yasayên bangeseyên hilbijartinan,rêxistina pêvajoya dengdan,cuda kirina dengan,hûrbûn ji gilî û gaznan û raghandina encamên hilbijartinan.
2.dezgeha hilbijartin serperestiya hemû wan hilbijartinan dike ku di destûra îraqî û yasayên hilbijartinên parlemana îraqê û parlemana Kurdistanê amaje bo wan hatiye kirin,digel hemû hilbijartinên nav (YNK)ê bi xwe û rêxirawên demokratîk di hemû qonaxan de.
3.dezgehên hilbijartin di peyrewa karê xwe de wan bes û erkan diyar dike ku di komîsiyona hilbijartinan de li kongre hatiye pejrandin.

Madeya 61:

divê komîteya serkirdayetî di warê teknîkî û darayî de hemû pêdawîstiyên karkirina dezgeha hilbijartin amade bike û hemû pêdawîstiyên fêrbûn li derve û navxweya welat bo pêgihandina kadroyên vê dezgehê dabîn bike.
Madeya 62: mekteba ragihandin
1.mekteba ragihandin ji 7 endaman pêk tê. 2.erkê mekteba ragihandin gihandina bîr û nêrînên Yekîtî û belavkirina rewsenbîrî û lêburdeyî û mafên mirov û demokrasî bi awayekî ku canê biratî û nîstiman serwerî û hesta welatî bûn dike,bi rîya amêrên xwendinî û dîtinî û ragihandin digre ser milê xwe. 3.serperestî dezgeha navendiyên ragihandinê dike. 4.rewabûnê dide cudahiyên Yekîtî digel aliyên din di nav raya gistî de dide. 5.stratejiya wekheviya civakî ronî dike.
Madeya 63: mekteba çavdêrî û dûvçûn
1.mekteba çavdêrî û dûvçûn ji 7 endamên mektebê pêk tê.
2.erkê wê çavdêrî kirina rewsa kar û barê organan û dûvçûna karên wan digre ser mlê xwe.
3.lêkolîn ji kêmasiyan dike û raport di wê derbarê de amade dike û bo komîteya serkirdayetî disîne.

Madeya 64: mekteba civakî

1.mekteba civakî ji 5 bo 7 endaman û endamekî komîteya serkirdayetiya wê dike.
2.hewl dide bo çareserkirina pirsgirêkên civakî û xurt kirina peywendiyên navbera çînên cuda yên civakî bi merca berçavan derbaskirina çespandina yasa û rêgirtin ji her serpêçî kirinek ji bingehên yasa.

Madeya 65: akadîmiyaya hsyarî û pêgihandina kadroyan
Pêkhate û erkên akadîmyaya hisyarî û pêgihandina kadroyan
1.ev akadîmiya ligorî pêwîstî pêk tê ji çend kadroyên sareza û pispor.
2.vekirina xul di warê cuda cuda de bo kadroyên? (YNK)ê li welat û derveyî welat.
3. rêxistina ersîv û dîkomênt kirina dîroka (YNK)ê
4.derkirina kovareka fikrî.
5.girîngî dan bi lêkolîn û hizir û rewsenbîriya serdemî û sazkirina panel û konferansan.
6.amadekirina lêkolînan derbarê bûyerên navçe cîhan û arasteyên raya gistiya xwemalî ku taybete bi endamên komîteya serkirdayetî û organan,bingeha veguhestinan.

Madeya 66:


Derbarê heykelê rêxistina melbendan desthilat tê dayîn bo mekteba rêxistin û komîteya serkirdayetî bo danîna heykelê guncaw di heyama (6) mehên de berçav derbas kirina bajar û qeza û navçeyan û navçeyên qutbûyî û cihên cuda cudayên din.

Madeya 67:
Her biryarek an birgehek ji biryarên organ û mekteb û dezgehên berê digel vê peyrewê de guncaw nebe kar bi wê nayê kirin.

Madeya 68:
Ev pirogram û peyrewa navxwe ji ber wê yekê di 3’mîn kongreyê de hatiye pejrandin tê cîbicî kirin.

Dîroka Damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)

Tevî wan gotinan fam kirina xebata gelê Kurd jî berçav derbas bike.
Çûnke xebata gelê Kurdistan xebata tev tax û çînane,Kurd wek netewe dihat pelçiqandin,gefa ji nav birinê liser hebû.
Jiber dihat bîr ku wan tax û çînane di çarçoveyekê xurt û rêk û pêk û diyar de kom bike.
Ji aliyeka din ve baweriya şoreş û vegerandina welat ber bi zindî bûn û zêde bûnê diçû,çêkirina rewşeka wiha pêwîstî bi hewl ,tekoşîn,hêz û şoreşgeran hebû.
Jiber wan hemû sedeman meha Hezîrana 1975 de piştî du mehan hilweşînê,fikra damezrandina YNK kete rojevê.
Damezrandina YNK bi tenê bo demekê nebû.
Kesên ku xem xwerê pêşeroja Kurd li navxwe û derveyî welat hizir dikirin çawa wê valahiya siyasî ya Kurdistanê tijî bikin.
Hewlên wê rêbazê destpêkê bi civînekê gihiştin encamê û gelek kesan hewldan bi germî beşdariya wê civînê bikin.
Her di wê demê de çend civînek li nav welat û çend deverên cuda cudayên rojhilata navîn û Ewropa hate saz kirin di destpêka meha Nîsanê birêve çû.
Di wan civînan de beşdarbûyan hewlyan da alternatîfeka siyasî pêkbînin jibo wan karane bigre stûyê xwe.
Mam Celal ku sikirtêrê (Komeleya Marksî _ Lenînî) bû, fikra damezrandina (YNK)' ê ji aliyê wî ve destpê kir.
Destpêkê bi nameya şêwirê peywendî digel navenda Komela kir ,li Ewropa yê jî peywendî digel hejmarek Kurdperwer kir.
Mam Celal destpêkê bi rêya Şazad Yab bi du nameyan navxweya Komele ji nêrînên xwe agadar kir,serkirdayetiya Komele ji Gulan'a 1975 ve fikra Mam Celal xiste rojevê û nîqaş liser kir û di wê civînê de piştîvaniya wê fikrê kir jibo damezrandina saziyeka nîştimaniya berfireh ku Komele bi veşartî hêza wê be.
Her di heman civînê de (Şîhab Şêx Nûrî) pêşniyara destpê kirina şoreşê kir û daxwaz ji Fireydûn Ebdulqadir kir wê nêrînê bigehîne Mam Celal û li derve yî Îraqê digel wî biaxive û biryara dawî bigihîne navenda Komele.
Li vir fikra damezrandina YNK wekû rêxistineka eniya grûp û taxên pêşketinxwazên Komeleya Kurdistanê pêş ket jibo kom kirina tev zarokên dilsoz û tekoşer yên Kurdistanê,di çerçoveyeka berfireh de ku endamên Komele bibin bi hêza bi kar xistin û rêvebirinê.
Nêrînên wan kesên li derveyî welat di nav civînan de ji wan xalan pêk dihat:
1. Saziyeka berfireh jibo kom kirina cemawer bê damezrandin û valahiya siyasî tijî bike ku ji encama hilweşîna şoreşa Eylûl’ê çêbibû.
2. Ev saziyên partiyan teqlîdî nebin belkî saziyeka berfireh bin jibo tevgera şoreşgeriya gel.
3. Divê ev saziye li hemberî partiyên xurt û bê hêz reşbîn nebe.
4. Divê di nav wê saziya berfireh de grûp û aliyên cuda cuda yên siyasî ku pêşketin dixwazin mafên hevrikiya fikrî hebin.
5. Komele bi serbixweyî bimîne heya bikarin rola rêveberiya wê saziyê di nav de bibînin.

Di encam de biryar hat dayîn civînek bê saz kirin bo biryarek di wê derbarê de bidin. 22.5.1975 li Dîmeşq’ê (Şam) di restorana (Gilîgile) li taxa Ribûrmane yekem civîna desteya damezrêner hate saz kirin,di wê civînê de (Mam Celal,Dr.
Fûad Miêwim,Adil Murad,Ebdulrezaq Feylî) beşdar bûn.
Projeya wê beyannameya ku Mam Celal nivîsî bû ji aliyê beşdarbûyan ve hat gotûbêj kirin piştî çend guhertinên kêm beyanname hat belav kirin.
Bi wî awayê yekem beyannameya damezrandina YNK hat ragihandin.
Dezgehên ragihandinên Ereban li Sûrya û Lubnan’ê û Mêr û gelê cihên din jî ev beyannameye hat belav kirin.
Li Ewropa jî jibo wê mabestê hewldan berdewam bûn.
Li roja 27. 05. 1975 civînek li taxa kêlek Berlîn’ê li Almanya hat lidarxistin.
Di wê civînê de ku Mam Celal serpereştî dikir çend kesayetî û kadroyên tekoşer ku nêzîkê 20 kes bûn beşdarî kirin.
Ji wane (Hêro Îbrahîm Ehmed, Dr.Kemal Fûad,Umer Şêxmûs, Dr. Letîf Reşîd,Dr.Dilşad Ehmed,Dr.Ercûmend Êdîq,Dr.Dara Edîb,Reûf Ehmed ,Dr. Cebar Elî Şerîf,Dr.Lawçak Fehmî û Dr. Hisên Mihemed Elî).
Di wê civînê de Mam Celal behsa encamên hewldanan û peywendî kirin bi wan hevalên ku li devera rojhilata navîn hati bû encam dan kir. Di heman demê de naveroka wê beyannameyê hat xwendin ku hati bû amade kirin bi mabesta wergirtina nêrînên beşdarbûyan.
Hêjayê gotinê ye bi tenê birgeyek bo wê beyannameyê hat zêde kirin eve jî naveroka wê ye: Damezrandina YNK’ê bersive jibo biryara dest ji berdana şoreşa Kurd de.
Jiber wê jî daxwaz ji tev xebatkarên gelê me dikin kû piştgîriya wê saziya nû bikin û xebatên xwe berdewam bin jibo bi destanîna armancên tevgera azadîxwazî ya neteweyî ya Kurd.
Piştî wê serrast kirinê li 01.06. 1975 di beyannameyekê de li Ewrûpa hat belav kirin û ev dîrokê jî bû bi roja ragihandina fermî ya YNK’ê.
Ev beyannameye gelek welatên cîhanê de bi zimanên cuda cuda hat belav kirin.
Bi Erebî,Îngîlîzî,Almanî,Farisî.
Beyanname ji aliyê Kemal Burkay ve bo zimanê Tirkî hat qulipandin.
Di wê demê de li Tirkiye govarek bi navê (Özgürlük Yolu) Rêbaza azadiyê dihat belav kirin.
Di heman demê de li civîna Berlîn’ê de du nêrînên cuda derbarê pêkanîna wê saziyê hebû,eceb ev saziye saziyeka çekdarî ya îdolojîk be yan saziyeka pêşketinxwaz û nîştimanî ya berfireh be.
Nêrîn liser eniya dudiyan bû. Yanî saziyeka berfireh ku hemû tekoşeran bi bê cudahiya îdolojîk hembêz bike.
YNK’ê di destpêka damezrandinê de çendîn eniyên siyasî hebûye.
Derbarê wê de Dr. Fûad Miêwim got:Partî îdolojiya xwe heye. Eger me fikir ji wê kiriba ku navê partî lê bikin wê demê dibû nûnerê taxek,jiber wê yekê hêz û kesayetiyên siyasiyên piştî hilweşîna şoreşa Eylûl’ê li çarçoveya partiya siyasî de nebûn.
Jiber wê yekê çênedibû navê enî lê bikrê.
Her jiber wê YNK wek rêxraweka nîvçe enî ji dayîk bûye ku daxwaza tekoşîna wê qonaxê bû.
Di nav wê nîvçe eniyê de çend kom hebûn ku fikir û nêrînên wan cuda bûn. Lê belê liser bernameya giştî ya YNK yekbûn.
Ku eve jî deng vedana rengên cuda yên wê demê ya pêkhateya siyasî ya Kurdistanê bû.
Li gorî nêrîna Şasiwar Celal (Aram): YNK ne partî ye û cihê partiya proletarya nagre.
Çend kom di nav de hene. Yekgirtina wan jî di çarçoveya YNK de bi temamî eniya nîştimanî pêkneaniye,belkî eniyeke ku digel rastiya siyasiya Kurdistanê digunce.
Bêguman ev rastiye di guhertinê de ye serkeftin girêdayê pêşketina wê grûpê ye.
Yekem beyannameya damezrandina YNK’ê hilweşîna sala 1975 kire xaleka guhertinê di xebata gelê Kurd de.
Em bi serbilindî rijd bûna tekoşerên gelê me radigehînin liser berdewamiya xebata şoreşger ya di nav gelê me de.
Di çarçoveya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê de ku liser rêbaza gel dimeşe.
Hêjayê gotinêye:qonaxa piştî hilweşînê 1975 de Kurd rûbirûyê nakokiyeka serekî de bû ku ev jî nakokiya navbera gelê Kurd û desthilata Beis bû bi hemû taxên xwe ve.
Ev nakokiye gefa liser hebûna Kurd bû ku liser nakokiyên navbera taxên civaka Kurdewarî de hakim bibû.
Di derbarê eve di yekem beyanname de hatiye:YNK hewl dide hêzên nîştimanî û demokratîk yên şoreşa Kurd bi awaya Yekîtiya Nîştimaniya Demokrat rêk bixe ku nav de komên pêşketinxwaz û yekîtiya xebatkaran bikarin bihevre jiyan bikin di bin serkirdayetiya pêşrew a şoreşgerên Kurdistanî de.
Piştra ev grûpane li çend saziyek pêkhatin ku yekîtiyan pêk tîna.
1. Komeleya Marksîzim _ Lenînîzim ya Kurdistanê.
2. Tevgera Sosyalîsta Kurdistanê.
3. Hêla giştî ya YNK’ê.
Ezmûna di nav YNK ezmûnekê nû bû di nav tevgera Kurdayatî de,ku sê rêxrawên cuda,sê îdolojiyên cuda cuda û sê serkirdayetiyên cuda,wan sê rêxrawane serbixweyî ya temam hebûn.
Lê belê Beis gefa herî mezin bû liser hebûna Kurdan jiber wê jî hersê rêxraw tevî wan hemû cudahiyan di bin saziyeka yekgirtî de yekbûn û bernameyeka hevpar danîn jibo rûbirûyê wê gefê bibin.
Ku xwe di nav bernameya YNK de dîtiye û serkirdayetiya hevpar bawir dikin.
Hêzeka çekdariya hevpar,budceyeka hevpar,ragihandineka hevpar,siyaseteka derveyî ya hevpar danin û hemû alî jî serbixweyiya rêxrawa xwe biparêze.
Her çende ev sê rêxrawe sêpartî bûn lê belê fikrekî yekbûyî çêkirin.
Liser armanc û asayîşa neteweyî ya Kurd.
Jiber wê biryar dan tevî hemû cudahiyan bi hevre jiyan bikin û kar jibo gel bikin.
Bi wî awayê YNK hat pêk anîn ku rêxraweka nîvçe enî be daku bikare hemû taxên şoreşgeran û kedkaran û vekolerên nîştimanperwerên Kurdewarî bo xebat amade bike û bi rêbazeka nû ,plan û siyaset û taktîkeka nû rênmayiya wan bike.
YNK jibo şiyarbûn û berdewamiya tekoşînê ava bû.
Ji dayîk bûna wê bersiveka di cih de bû jibo parçebûna serkirdayetiya (PDK) ku neçar mabû digel xwe de valahiyeka mezin di nav tevgera Kurdayatî de çêkiribû.
Eger bi hûrî mêze bikin zelal dibe ku ji dayîk bûna YNK destpêka qonaxeka nû ya Kurdayatî bû ku di rûyê fikrî siyasî,sosyo _ siyasî praktîze kirina şoreşê de bi awayekî radîkal bû.
Jibo yekemcar di nav Kurdayatî de çalakiyên azadî û demokratîk yên xelkê Kurdistanê pir enî û nêrînên cuda û baweriya felsefîk û siyasiyên cuda cuda di nav yek rêxistinê de kom bûne.
Damezrandina YNK di pêgeha civakî û hêzên bingehîn yên civaka şoreşê de guhertin çê kir.
Wate û prensîbên serkirdayetîyê guhert.
Guhertin bûn bi sedema azad kirina Kurdayatî li take partî û take rêberê Kurdayatî yanî guhertineka bingehîn bû.
Jiber wê bi wan guherînan dibêjin sosyolojiya şoreş.
Hewl û çalakiyên Mam Celal bala îstixbaratên Îraqê rakêşa bû.
Jiber wê îstixbarat derbarê Mam Celal û çalakiyên wî zanyarî kom dikir,çunke tirsek hebû li hemberî destpê kirina xebata çekdarî.
Yek ji wan raportên ku îstixbarata Îraqê di wê demê de jibo serkirdayatiya Beis nivîsî bû ku îro bi girîngtirîn nameyek tê hejmartin.
Raporteka tijî û 8 rûpel bû ku bi hûrî behsa mercên çend mehan piştî hilweşînê kiri bû.

Di raportê de hati bû:civîna roja 20.08.1975 li Lenden ku Mam Celal jibo xwendevanên Kurd saz kiri bû derbarê raborî û behsa rewşa necîgir ya di nav tevgera Kurd de kir her di nav axaftinên xwe de çend carek tekez liser sedema ev necîgir bûne kir ku arestaya wê vedigere neberpirsariyê û got:dibê raborî neyê ji bîr kirin û kîn û nefret jibîr bikin.
Çunke pirsgirêk pirgirêka Celal û Mela û hîç kesekî din nîne belkî pirsgirêk pirsgirêka çarenivîsa îro ya Kurd de ku di qonaxeka metirsîdar de derbas dibe.
Di berdewamıya raportê de hatiye:derbarê Barzanî ji Mam Celal dipirsin: Nêrîna te liser Barzanî çiye? Barzanî serkirdeyekî nîştiman perwer û nenoker û ne xayîne,lê belê kesekî eşîrî û kes ret nake.
Peywendî di navbera YNK û PDK’ê de heye? Tû peywendî di navbera YNK û PDK’ê de nîne,îro tiştek nemaye navê wê PDK be,çunke ev partiye hat hilweşandin û beşek ji serkirdayetiya wê vegeriyaye bo Îraq û beşek jî heya niha li Îranê ye.
Eger dest bi karê siyasî û xwe rêxistin bikin em dijayetî ji wan nakin û dibe ku pêşwaziya wan jî bikin.
Beşdarbûyên civînê li Mam Celal pirsîn jibo pêşerojê çi bêkirin başe? Divê rêzên me yek bikin û hêz û behremendiyên me çalak bikin û xizmeta meseleya neteweyî bikin.
Divê raborî ji bîr bikin û nefret û kîna pirsgirêkên şexsî ji holê rakin,nabê meseleya Celalî û Melayî dubare bikin,li gorî min:Baştirîn rê û cih jibo gihiştin bi armancan YNK ye.
Çalakiyên (YNK)ê li navxwe û derveya kurdistanê berdewam bû,heya wê demê ku desteya damezrînera (YNK)ê ku ji ( Mam Celal , Newşîrwan Mistefa,Dr. Fuad Masum, Dr Kemal Fûad, Umer şêx Mûs, Adil Murad, Ebdulrezaq Feylî) pêk dihat di roja 17,12,1975 an de yekem civîna berfireha xwe li Dîmeşqê sazkir ku bi tenê ) Umer şêx Mûs têde amade nebû.
di wê civînê de bi hûrî hêlên serekî yên çalakiyên seretayî li navxwe û derve hatin diyarî kirin.
li Ewropa Dr. Kemal Fuad,Newşîrwan Mistefa,Umer şêx Mûs çend komîteyek pêkanîbûn bo rêvebirina kar û barên (YNK)ê di destpêkê de Dr. Kemal Fuad berpirsê komîteya derve bû ji ber ku zemîna siyasî amadebû di heyameka kurt de karîn li piraniya welatên ewropa rêxistinên berfireh ava bikin (Mam Celal û Dr.
Fuad Masum û Adil Murad û Ebdulrezaq Feylî jî li Sûriya dest bi xebatên peywendî kirin digel kadroyên naskrî yên tevgera kurd li Îran û Îraqê kirin.
yek ji hewlên Mam Celal ku bi karekî dîrokiya mezin tê zanîn peywendî kirin bû digel Barzanî de di nameyekê de derbarê damezrandina (YNK)ê bo wî nivîsand:her wiha Barzanî ji wê yekê dilniya dike ku ne ib tenê dijî wî nabe,belkî wekî serkrdeyekî tevgera kurdayetî li wî dinêre û piştevaniya wî jî dike .
serhildan û damezrandina (YNK)ê her di destpêkê de deng vedaneka zaf li navxweya kurdistan hebû,gel bi hesreteka mezin û hêvîdarbûn ji nêzîk ve vê rêxstina nû û armancên wê nas bikin(YNK)ê di sala yekem de li ser asta siyasî û di sala duyem de jî li ser asta çekdarî ku di dîroka (YNK)ê de weke şoreşa nû dihat nasîn xwe selmand,lê wê demê erkên wê dijwar bûn,ji ber ku hêzên wan kêm bûn û astengyên li pêşiya xebata (YNK)ê zaf bûn û ji wana jî: terorîstiya rejîma Baas û biryara derbarê veguhestina xelkên gundên kurdan yên ser sînor bi kûrahiya (30) kîlometran û şandina wan bo kampên ku bi zor dihatin şandin bo wan deran û ji aliyekê din ve jî rejîm tevî wê haleta bê hêvî kirin ku di encama ji navçûna wê tevgerê li cem welatiyan çêbibû.
vegerandina bawerî bo wê gelê pirseka gelek dijwar bû ,her wiha (YNK)ê ku bi van bîr û baweriya nû hatbû meydanê rûbirûya dijminahiyeka dijwar bibû ji aliyê hêzên teqlîdyên başûrê kurdistanê,ku hêj hizra totalîtarî li ser wan hakim bû.
Rêgrîyek ji aliyê wê tevgera qaşo çepxwaziya seretayî bû ku ji (HŞÎ)ê nêzîk bû ditrsiya kurdayetî di dema berfirehbûna armancên neteweyiya sade bo aramancên civakiya pêş ji dest derbîne û perensîpa xwe li kurdistanê ji dest bide,ji bilî dema ku ( HŞÎ)ê hevpeymana siyasiya Baas û hevpara sazî û dezgehên wê bû(YNK)ê tometbar kir bi destkirda împryalîzmê li bakûrê welat.
Her wiha rêgrîyeka din ya (YNK)ê ew rewta kevneperestî bû ku hez ji wê yekê dikirin ku kurdayetî diruşmeka siyasya valaye û tu rehendeka civakî û aborî ku çavkaniya wê asta pêgehştina kurdewarî ji xwe negre ,ev yek jî di nav serkrdayetiya (PDK)ê de tê dîtin ku xwe bi pêşrewa tevgera kurd dizanî,bi çavê dijmin li (YNK)ê dimêzandin û di destpêkê de şerekê digel wê da destpêkrn û serkirdayetiya demkî û dezgehên ewlekariya Tirkiya hevkarîyeka zêde d nav wan de hebû,bo djatî krna tevgera nû (î n k)ê rêberatya wê dkr.
Ji alyekê dinve jî damezrandina (YNK)ê rejîma Îraqê dilgiran kiribû hemû hêza xwe terxan kiribû bo rûbirûbûna velvîn û xwe amadekirin û xwe rêxstin kirina civakên kurdistanê û wan metrsiyên ku di pêşerojê de derdikevin holê.
di heman demê de rejîm bi hûrî hisab bo wê tevgera nû dikir,ev yek jî di wê civînê derket ku bi zorî li ser gelê kurd ferz dikirin.
ew civînê، ku dezgeh û saziyên xwîn mijên rejîma îraqê li kurdistanê dida meşandin ji 3 mijaran pêk dihat: Yekem – ji gel re radighandin ku eger vê carê jî şoreş li kurdistanê çêbû serketin bi dest nayne û dê şikistê bîne û bo selmandina van gotnên xwe jî herfîna (1975) an weke mînak vedgotin.
Duyem – pêk dihat ji gefxwarin ji xelkê û bi wê yekê wan ditirsandin ku eger bo wan eşkere bibe kesek hevkariya Yekîtî dike wê demê ew bidarve dirkin yan eger kesek wan nas bike û agehdarî velvîna wan be agehdarî dezgeh û saziyên hukûmetê nekê wê demê weke xiyanetekarê nîştimanî dihat zanîn û çarenivîsa xiyanetkaran jî bidarvekirin bû di demekê de eger kar jî lgel wan neke. Sêyem – yek din ji wan êrîş kirine ser kesayetiya Mam Celal,ji bilî vê yekê jî rejîma îraqê ketiye dûrxistina hinek ji wan kesên ku berê di nav şoreşê de kar digel Mam Celal de kiribûn bi taybetî ji baskê mekteba siyasî.

PUKmedia-pukpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket