Encamên hilbijartinên parlemanê hat ragiahndin

kurdistani 09:30 AM - 2018-10-21
Encamên giştî yê hilbijartinên parlemanê hat ragiahndin

Encamên giştî yê hilbijartinên parlemanê hat ragiahndin

Encamên dengdana hilbijartinên Parlemana Herêma Kurdistanê hate ragihandin.

Duh roj şemiyê êvarê demjimêr 12 nîvê şevê, komsyona bilind  ya Serbixwe ya rapirs û hilbijartinan ji tevahiya encamên dengdana hilbijartinên Parlemana Herêma Kurdistanê ragihand ku hejmara parlemanterên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê 21 in.


1-Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê 319,912 deng, ku 21 kursî anî ye.

2-Partiya Demokrata Kurdistanê 686,070 deng ku dike 45 kursî bi dest aniye.

3-Tevgera Goranê 186,070 deng ku dike 12 kursî bi dest aniye.

4-Komela Islamî 109,494 deng ku dike 7 kursî bi dest aniye.

5-Ber bi çaksaziyê ve 79,434 deng ku dike 5 kursî bi dest aniye.

6-Nifşa nû 127,115 deng ku dike 8 kursî bi dest aniye.

7-Lîsteya Serdem 15,581 deng ku dike 1 kursî bi dest aniye.

8-Azadî 8,063 deng ku dike 1 kursî bi dest aniye.

Her di wê kongireyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku 119 hezar û 917 deng hatine pûçkirin ku dike 96 bingehên dengdanê, ji wan 11 li Duhokê, 27 li Silêamniyê û 69 li Hewlêr in.

Hêjayî gotinê ye ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê 323 hezar û 867 deng di hilbijartinên 2013`an de bi dest xistibû, ev ê li xwerê wek bi bîranîna hilbijartinên sala 2013`an e.


Encamên dengdana hilbijartinên Parlemantoya H.Kurdistanê hate ragihandin

28/9/2013

Ecamên deng danê wiha ne:

-Partiya Demorata Kurdistanê  719 hezar û 4 deng bi dest xistine

-Bizotnewa Goran 446 hezar û 95 deng bi dest xistiye

-Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê 323 hezar û 867 deng bi dest xistiye

-Yekgirtuya Îslamî a Kurdistanê 178 hezar û 681 deng bi dest xistiye

-Komela Îslamî ya Kurdistanê 113 hezar û 260 deng bi dest xistiye

-Bizotnewa Îslamî ya Kurdistanê 20 hezar û 28 deng bi dest xistiye

-Partiya Sosyalîst a Demokrat ya Kurdistanê 11 hezar û 22 deng bi dest xistiye

-Partiya Kominîst ya Kurdistanê 11 hezar û 768 deng bi dest xistiye

-Azadî 11 hezar û 768 deng bi dest xistiye

- Riya sêyem 8 hezar û 268 deng bi dest xistiye

-Lîsta El-Rafêdên 5 hezar û 963 deng bi dest xistiye

Encamên beriya fermîbûnê...


   Beriya ragiahndina encamên fermî ji aliyê komisyonê ve, Peyvdarê saziya hilbijartinan ya YNKê hejmara kursiyên ku bi destxistine ragihand.

Peyvdarê fermî yê saziyên hilbijartinan yê YNKê ji PUKmedia`yê re ragiahnd ku li gor amareyên li cem me hene ku rastiyên bi giştî têde ye ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di hilbijartinên parlemana Êraqê de 24-26 kursiyên parlemanê bi destxistiye.

Aşkire kir ku eger komisyona rapirs û hilbijartinan bi awayekî pir zelal û cedî temaşe û lêkolîna sikaleylên me bike, wê hejmara kursiyên me pir zêde bibin.
Da zanîn ku li Behdînanê û Hewlêrê me sikala ji Komisyonê re şandî û mijara sextekariyê jî me ji wan re pir zelal kirî.

Biryar Reşîd di dirêjahiya axivtinên xwe de, daxweyand ku hindik kenal amareyên nerast li gorî xwe derbarê rêjeya dengên YNKê belav dikin û em ji hemû aluiyan re dibêjin ku her amareke ji saziya hilbijartinên YNKê nûneretiya YNKê dike, lê ew alî û kenalên wan ku belav dikin dûrin ji rastiyan.

Reşîd amaje bi wê jî kir ku YNKê ji bo xizmet, xwe ji bo çar salên dahato amadekiriye ku wê dirûşmên xwe ên ku di bangêşeya hilbijartinan de digot, di warê kirdarî de bicih bike.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, peyvdarê fermî yê saziya hilbijartinên YNKê Dr. Biryar Reşêd derbarê ragihandina van encaman de, got; Ev tenê ji aliyê me ve ne, lê yê herî fermî û pejrandî wê ji aliyê komisyona rapirs û hilbijartinên li Herêma Kurdistanê ve bê ragiahdnin.



Hêjayî gotinê ye ku roja yekşemê 30-9-2018`an, di demjimêr 8ê sibê de proseya dengdana giştî li sertanserî Herêma Kurdistanê destpêkiribû, û demjimêr 6ê hêvarê, li sertanserî Herêma Kurdisanê proseya dengdana giştî ji aliyê komusyona giştî ya hilbijartin û rapirsiyê ve hatibû ragihandin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket