Serok Masûm hemû tişt radestî Dr. Berhem kir

kurdistani 08:49 AM - 2018-10-21
Serok Masûm hemû tişt radestî Dr. Berhem kir

Serok Masûm hemû tişt radestî Dr. Berhem kir

Serokkomarê berê hemû tiştên ku di stuyê wî de bû, radestî serokkomarê nû yê Êraqê kir.

Îro roja yekşemê 21-10-2018`an li bajarê Bexdadê paytexta Êraqa federalê, Serokkomarê berê yê Êraqê Dr. Fuad Masûm wek yekemîn car di dîroka serokatiya Êraqê de, serokkomarê berê, hemû tişt û kelûpelên serokkomariyê radestî serokkomarê nû Dr. Berhem Salih bike ku ev pêngav ciheke xwe taybet heye li cem aliyên demokrasîxwazan.

Serokkomarê berê Dr. Fuad Masûm ligel malbata xwe koşka Selamê ya serokkomariya Êraqê bi cihîşt û derbasî bo mala xwe ya li taxa Çadiriyê li Bexdadê bû, piştî ku karûbarên xwe ên serokkomariya Êraqê radestî Dr. Berhem Salih kir.

Dr Fuad Masîm ku çar salên beriya niha dest bi erkên serokkomariya Êraqê li ser lîsteya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kirbû, dest ji regeznameya Birîtanî berda û xwe bi karûbarên serokkomariyê ve mijûl kir, dema ku erkên xwe bi dawîhat û radestî serokkomarê nû Dr. Berhem kir, wek her kesî texmîn dikir ku wê vegere Birîtaniyayê, lê ew venegerî û berê xwe da navçeya Çadiriyê dervayî navçeya kesikê û wê li wir jiyana xwe bi ser bibe.

Hêjayî gotinê ye ku serokkomarê erkê xwe bi dawîhatiye Dr. Fuad Masûm di koşka swerokkomariyê de, bi awayekî fermî, merasîma radestkirina erkên serokkomariyê bo serokkomarê nû Dr. Berhem Salih bi beşdarbûna hem saziyên fermî ên Êraqê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket