Operasyonên QSD'ê nehiştibû ku li Elmanyayê komkujî pêk were

kurdistani 11:13 AM - 2018-10-18
Operasyonên QSD'ê nehiştibû ku li Elmanyayê komkujî pêk were

Operasyonên QSD'ê nehiştibû ku li Elmanyayê komkujî pêk were

Çeteyekî DAÎŞ'ê yê li Rojava girtî ye got, mîna êrîşên li Fransayê wan plan dikir ku li Elmanyayê jî komkujiyeke mezin pêk bînin. Eşkere bû ku bi saya têkoşîna QSD'ê, çeteyên ku wê komkujî bikira nekarîn xwe bigihînin Ewropayê.

Çeteyê bi navê Ogûz G. ku Cotmeha sala 2017'an ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatibû girtin, ji medya Elman re axivî û komkujiya li Fransayê ku Mijdara 2015'an pêkhatibû ku130 kes têde mirin  bi bîr xist û diyar kir, plan hatibû kirin ku komkujiyeke bi heman rengî li Elmanyayê jî bihate kirin lê ji ber oparesyonên Şervanên HSD pilanên DAÎŞê têkşikîn.

Bi saya pêngavên QSD'ê li Rojava û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbên giran li çeteyên DAÎŞ'ê xist, di encamê de têkiliya çeteyan ji hev qut bû û nekarîn ji herêma operasyonê derkevin. Tê texmînkirin, hinek ji çeteyên her sê koman ji aliyê QSD'ê ve hatine bêbandorkirin, ya jî bêyî bigihêjin Elmanyayê li Tirkiyeyê hatine girtin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket