Otombîlên polîsên Tirkiyê li Almanya Azadin

kurdistani 05:48 PM - 2018-10-17
Otombîlên polîsên tirk li Almanya azadin

Otombîlên polîsên tirk li Almanya azadin

Otombîla polîsên Tirkiyê li taxên Tirknişên li Almanya bi azadî tev digerin.

Welatiyên Alman suprîzbûn bi dîtina otombêla polîsên Tirkî ku heman nîşana polîsên Tirkiyê li ser e û di kolanên taxên Tirknişêna re derbas dibe û tev digere bi azadî û bê ku ti aliyên ewlekariya Almanya destêwerdana karên wan bike.

Di wê barê de, rojnameyeke ya bi navê (Alsan) Birîtanî nivîsiye ku 3 otombîlên modêl BMW reş ku nîşanaya polîsên Tirkiyê li serin, bi azadî di nava kolanên taxên Tirkan re di Almanyayê de digerin.

Ew otombîlane nivîsên Ozel Hereket, ango beşê kar û tevgera taybet ya girêdayî polîên Tirkiyê ku di kolanên bajarê Berlînê de digerin bi bê rêgirî, wek rojnameyê amaje pê kiriye ku ew piştî serdana serokê Tirkiyê Receb Teyîb Erdoxan bo Almanyayê hat holê , wek berpirsên Almanya çêrê dikin ku dibe ku ew ji bo parastina Erdoxan û çavdêriya opozisyona wî dikin.

Di barê de, endamê encûmena pîran di parlemana Almanya yê de Hakan Tas bi regez Tirke, li gel desthilata Almanyayê gilî kir ku ew ditirsin ku jiyana rexnegerên Erdoxan têkeve metirsiyê.

PUKmedia-Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket