4 termên penaberên Zaxo gihîştin Herêmê

kurdistani 04:52 PM - 2018-10-17
 4 termên penaberên Zaxo gihîştin Herêmê

4 termên penaberên Zaxo gihîştin Herêmê

Termên 4 penaberên Zaxo ji Tirkiyê anîn Herêma Kurdistanê.

Îro roja çarşemê 17-10-2018`an, termê 4 welatiyên kurd ku xelkê Zaxoyê bûn, di deryayê Îceyê de binavbûne û jiyana xwe ji dest dane vegerandin Herêma Kuridstanê.

Di wê barê de, Serpereştyarê giştî yê Federasyona Paneberên Êraqê Arî Celal ji PUKmedia`yê re ragiahndibû ku wê sibê roja çarşemê 17-10-2018`an, termên 4 welatiyên Zaxo ku di ava Îceyê de binavbûne û jiyan ji dest dane vegerînin Herêma Kurdistanê, piştî ku nûnerê wan yê li Tirkiyê karesanî ji wan re bicih kir.

Arî Celal di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, dazanîn; Piştî buyera binavkirina 35 paneberên kurdên Başûrê Kurdistanê li deryayê Îceyê ku hemûyan jiyana xwe ji dest dan ji bilî jineke ji Duhokê rizgar bibû, wê jinê gilî û sikaleyeke yasayî li cem serdozgeriya Tirkiyê tomar kir û di encamê de, 4 kesên ku qaçaxtiya wan mirovan kirine û dest ji wan berdane hatin girtin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket