Merasîma nasandina pirtûka Refrendomê birêve çû

kurdistani 12:54 PM - 2018-10-16
Merasîma nasandina pirtûka Refrendomê birêve çû

Merasîma nasandina pirtûka Refrendomê birêve çû

Merasîma nasandina û dabeşkirina pirtûka Hîkeyeta Refrendoma Başûrê Kurdistanê birêve çû.

Îro roja sêşemê 16-10-20 demjimêr 10-30 pêş nîvro bi amadebûna hejmarek ji nivîskar û rojnamevan û kesayetiyên siyasî û wêjeyî, merasîma dabeşkirin û nasandina pirtûka Hçkeyeta Refrendomê di keftiryayê Emne Soreke ya li bajarê Silêmaniyê de birêve çû.

Di destpêka merasîma nasandina pirtûka Hîkeyata Refrendoma 25-9-2017`an de, sekreterê liqa Sendîkeya Rojnamevanan ya Kurdistanê Karwan Enwer di gotara xwe de, amaje bi wê yekê kir ku heya niha dîroka kurd bi nivîsa me nehatiye nivîs û dîroka kurd  tenê bi axivtin û peyvandinî bû ye û heya îro jî her we ye.

Skreterê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê Karwan Enwer di dirêjahiya axivtina xwe de, destnîşankir ku pêwîste di Kurdistan de, girîngî û piştgirî li dîroka nivîskî bê dayîn.

Piştî gotara rojnamevan Karwan Enwer, nivîskar û lêkolîner û nivîskarê pirtûka Hîkeyata Refrendomê Sertîp Cewher jî di gotina xwe ya bixêrhatina mêvanan û nasandina pirtûka xwe ya bi navnîşana Hîkayeta Refrendomê, amaje bi wê kir ku ew gotin û nêrînên derbarê refrendoma 25-9-2017`an hatine kirin, tev komî hev kiriye û pirtûkek jê çap kiriye.

Di gotara xwe de, nivîskar Sertîp Cewher amaje bi wê yekê dike ku bi belgeh diweşêne ku çawa ew welatên mezin û xwedî bandor ligel bîrdoza refrendomê nebûne û ji serkedeyetiya kurd daxwazkirine ku hişyar bin û nekin û bi taybetî ji rêvebirên karûbarê refrendomê ew daxwaza pêşkêîş kiribûn.

Piştre jî, amadebûnan û mêvanan nêrîn û helwestên xwe derbarê refrendom û pirtûkê de anîn ser ziman.

Hêjayî gotinê ye ku Pirtûka Hîkeyeta Refrendomê ji aliyê nivîskar û lêkolînerê kurd Sertîp Cewher ve hatiye sernivîs ku di wê pirtûkê de, hevpeyvînên taybet bi mijara refrendomê ligel hejmarek ji serkirdeyên siyasî û leşkerî ku di nava buyerên refrendomê de bûne pêkhatiye ligel hejmarek ji belgehên li ber çav ku diselmîne tiştên veşartî yên rastiya refrendomê derdixe hole.

Wêne; Hozan Efrînî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket