Hekîm; Em dixwazin YNKê bihêz be

kurdistani 07:18 PM - 2018-10-15
.

.

Şandeya Hevpeymana Çaksazî û Avakirinê îro roja duşemê serdana Bafil Talebanî kir.

Di wê hevdîtinê îro roja duşemê 15-10-2018`an de, ku li Debaşanê Silêmaniyê di mala Mam Celal de birêve çû ye, derbarê rewşa Êraq û aştiya siyasî û peywendiyên di navbera Herêma Kurdisrtan û Êraqê de gotûbêj kirin.

Her weha di wê hevdîtinê de, serokê Hevpeymaniya Çaksazî û Avakirinê ya Êraqê Amar Hekîm wiha pê de çû û axivtina xwe KIR; Bi boneya salvegera yekemîn ya koça dawî ya serok Mam Celal Talebanî, me serdana mezarê nemir kir û me tacên gulan li ser mezarê dîna.

Hekîm di axivtina xwe de got; Serok Mam Celal Talebanî kesekî mezin û jêhat û pir xemxwerê yekrêzî û parastina Êraqiyan bû. Li piştî xwe yadgariyên nirxdar bi cihêşt, xwedî pêgeyeke pir bihêz bû, dilê xwe ya mezin cihê hemû Êraqiyekî tê de bi cih dibû.

Amar Hekîm di dirêjahiya axivtina xwe de dazanîn; Ew bawerin ku lawê mezin yê Mamm Celal Bafil Talebanî wê heman siyaseta serok Talebanî birêve bibe û wê yekrêziya kurdan saz bike û wê peywendiyên pir baş di navbera Herêma Kurdistanê û Êraqê de saz bike.

Hekîm daxwaz ji Bafil Talebanî kir ku li Bexdadê bimîne tako rola wî di pêkanîna hikûmeta nû ya Êraqê de hebe, ji ber ku rola wî berê jî di peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdadê de hebû ye û bihêzkirina YNKê jî destê wî bû ye.

Di dirêjahiya axivtina xwe de, Serokê Hevpeymaniya Çaksazî û Avakirinê Amar Hekîm aşkire kir; Em ligel YNKêyekî bihêzin û dixwazin ku YNKê her bihêz be û Partiya serok Talebanî di pêşrêziyê de be, ji ber ku di xizmeta Herêma Kurdistanê û Êraqê de ye.

Ji aliyê xwe ve jî Bafil Talebanî spasiya Amar Hekîm û şandeya bi wî re kir û dazanîn ku Hekîm herdem bi me re bû, heya ji bo bi desxistina mafên gelê kurd jî ligel me bû.

Talebanî destnîşankir ku emê bi we re wek serok Mam Celal berdewam bin û emê yekrêzî û yekbûnê biparêzin tako hemû pêkhat wek hev bijîn. daxwaz ji aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê kir ku bi yekrêzî bi hevre li Bexdadê xwedî proje bin û projeyeke hevbeş pêşkêş bikin tako mafên gelê kurd li Bexdadê biparêzin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket