Şandeyeke bilind yê Êraqê serdana Mam Celal kir

kurdistani 05:13 PM - 2018-10-15
 Şandeyeke bilind yê Êraqê serdana Mam Celal kir

Şandeyeke bilind yê Êraqê serdana Mam Celal kir

Şandeyeke bilind yê Êraqê serdana mezara serok Mam Celal kir û tacên gulan dînan.

Îro roja duşemê 15-10-2018`andemjimêr 2-20 xulekan piştî nîvro şandeyeke bilin ya Êraqê serdana mezara rewanşad Mam Celal kir.
Her weha ew şandeya ji Amar Hekîm, Salih Motleg, Xalid Ubeydê pêkhatibû serdana mezara pîroz yê serok Mam Celal kir û taca gul jî li ser mezarê dînan û dirûd û rêzên xwe pêşkêş kirin.

Di wê serdanê de, Xalid Ubêdî daxuyaniyek ji bo kenalên ragihandinê da û got; Piştî em hatin Silêamniyê û me serdana mezarê serok Mam Celal Talebanî kir û me tacên gulan jî li ser mezarê wî danî wek rêz û wefadarî ya xwe me arasteyê kir.

Ubeydî di dirêjahiya axivtina xwe de, dazanîn ku serok Mam Celal wek kilîta ewlekariyê ji Êraqê re bû, her weha xwediyê roleke mezin û pir girîng bû ji bo bihêzkirina peywendiyên hemû Êraqiyan û lihevkirina hemû pêkhatên Êraqê.

Di heman demê de, Amar Hekîm jî wiha daxuyaniya xwe da; Bi boneya salvegera yekemîn ya koça dawî ya serok Mam Celal Talebanî, me serdana mezarê nemir kir û me tacên gulan li ser mezarê dîna.
Wî mirovî li piştî xwe yadgariyên nirxdar bi cihêşt, xwedî pêgeyeke pir bihêz bû, dilê xwe ya mezin cihê hemû Êraqiyekî tê de bi cih dibû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket