Hemû bend şikandin û bû pispora karê xwe
kurdistani 03:54 PM - 2018-10-15Hemû bend şikandin û bû pispora karê xwe
Jina bi navê Efaf Hecî Izo kevneşopiyên paşverû ku li pêşiya jinan dibûn bend şikandin û xwe fêrî sererastkirina amûrên kehrebeyê dike û bû pispora vî karî.
Zîhniyeta baviksalar rola jinan di civakê de biçûk xistiyê lê piştî şoreşa Rojava, rê li ber pêşketina jinan vebû. Jin di hemû warên jiyanê de bi rola xwe radibin.
Efaf Hecî Izo ji şêniyên navçeya Tirbespiyê ye, beriya 17 salan zewiciye û dayika 3 zarokan e. Efaf di warê sererastkirina amûrên kehrebeyê de kar dike û ji bo vî karî pêk bîne dikanek vekiriye. Ji ber şarezahiyên Efaf di vî warî de, şênî berê xwe didin dikana wê.
Efaf amûrên kehrebeyê yên malan wekî cilşo, sarinc û gelek amûrên mitbaxê çêdike û xwe di vî warî de bi pêş xist û niha toreyên kehrebeyê yên malan dirêj dike.
Vîna jinan astengiyan derbas dike
Hevserê Efaf jî heman karî dike. Efaf piştî zewacê biyar da ku ji hevserê xwe fêr bibe û amûrên kehrebeyê temîr bike. Piştî 4 salan Efaf li rex mala xwe dikanek taybet ji bo çêkirina amûrên kehrebeyê vekir.
Têkildarî mijarê Efaf got destpêkê gelek dijwar bû lê piştî desteka malbata wê, xwe bi pêş xist. Efaf destnîşan kir ku gelek astengî rastî wê hatine û wiha domand: "Mêran şerm dikir ku amûrên xwe bînin dikana min. Ji ber wê jin dişandin. Lê piştî ku zanîn ez dikarim amûran çêkim, benda şermê şikandin."
Piştî ku Efaf bû pispora vî karî û di nav şêniyan de navdar bû, biryar da ku ciwanan fêr bike. Heta niha 7 ji wan piştî qedandina perwerdeyê dikan vekirine.
Her wiha Efaf çavdêriya gelek dewreyên perwerdê yên rêxistinên mirovî kiriye û bi vê mebestê gelek xelat wergertine.
PUKmedia-ANHA
hewal ziyatr
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
Kurdistan 01:04 PM - 2024-04-18 -
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19