Nûnerê PYD`ê; Eger Tirkiyê bikaribe wê hemû Kurdistanê dagîr bike

kurdistani 03:20 PM - 2018-10-15
Dema ku xelkê Efrînê koçber dûn

Dema ku xelkê Efrînê koçber dûn

Nûnerê PYD`ê li Başûrê Kurdistanê ji Dengê Gelê Kurdistanê re ragihand; Eger Tirkiyê bikaribe wê hemû Kurdistanê dagîr bike.

Di bernameya (Ji Rojavayê) ya ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de ku îro roja duşemê demjimêr 2-15 xulekan hatiye weşandin, nûnerê PYDê yê Başûrê Kurdistanê Silêman Ereb ragihand; Ji bo gefên Tirkiye li dijî Munbicê, Em bi cedî lê dinêrin ji ber ku Tirkiyê gelê kurd wek neyarê xwe ya stratîjîk daye nasandin û eger Tirkiyê bikaribe, ne tenê Efrîn û Munbicê dagîr bike, wê hemû Kurdistanê dagîr bike û kurdek li ku be wê şerê wan bike.

Derbarê Efrînê de jî ku gelo Efrîn di proje û armanca wan ya sereke de ye an na, Silêman Ereb got; Em bi kirdarî didin ragihandin ku ji bo berevanîkirina li Efrînê me qurbaniyên mezin û pir pêşkêş kir û em hîn jî didin û hîn jî em li nava Efrînê û deverên wê, bersiva kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê yên ku li dijî xelkên Efrînê dikin em bersivê didin.

Her weha derbarê gefên wezîrê derve yê Sûrî Welîd Mualêm jî ku dibêje emê piştî Idlibê berê xwe bidin rojhilatê Feratê, nûnerê PYDê Silêamn Ereb di dirêjahiya bernameya Ji Rojavayê de got; Eger Welîd Mualêm rast dike û wê axa Sûriyê biparêze, bila destpêkê Efrîn û Bab û Cereblus û Ezazê ji artêşa Tirkiyê û çekdarên çete pak bike û wan deveran vegerîne ser rêvebiriya xwe, înca bila gefan li rojhilatê Feratê bike.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket