Termên Kurdên Êzdî ji Telefer bo Şingalê tê veguhestin

kurdistani 12:13 PM - 2018-10-15
 Termên Kurdên Êzdî ji Telefer bo Şingalê tê veguhestin

Termên Kurdên Êzdî ji Telefer bo Şingalê tê veguhestin

Goreke bikom a Kurdên Êzdî ku li gundê Kesir Mîhrab ê ser bi Telefer hatiye dîtin bo Şingalê tê veguhestin. Termê 18 Kurdên Êzdî di gora bikom de ne.
Hat ragihandin ku Piştî kontrolkirina Telefer, ew gor li gundê Kesir Mîhrab ê Teleferê hatibû dîtin, termê 18 Kurdên Êzdî di nav gorê de bûn û piraniya wan xelkê gundê Koço ne."

Her weha bi hevkariya tîmekî hikûmeta Iraqê termê 8 ji wan Kurdên Êzdî hatine diyarkirin û îro bo gundê Hatimiye yê Şingalê tên veguhestin. ku ew hemû di êrîşa 3ê Tebaxa 2014ê de ji aliyê DAIŞê ve hatine şehîdkirin.

Çekdarên DAIŞê di êrîşa ser Şingalê de zêdeyî 5`hezar Kurdên Êzdî revandin, hinek ji wan Kurdên Êzdî bikom hatin kuştin û heta niha çendîn gorên bikom ên Kurdên Êzdî hatine dîtin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket