Lîlewa Ebdulla: Ji bo aramiya sivîlan bi giranî em pêşveçûn dikin

kurdistani 10:43 AM - 2018-10-15
Lîlewa Ebdulla: Ji bo aramiya sivîlan bi giranî em pêşveçûn dikin

Lîlewa Ebdulla: Ji bo aramiya sivîlan bi giranî em pêşveçûn dikin

Berdevka Fermî ya hemleya Bagera Cizîr ê Lîlewa Ebdulla ragihand ku li navçeya Hejîn şer ê di navbera çeteyên DAÎŞ û Şervanên HSD de pir giran û dijware ,ji ber ku çete li wir sivîlan wek mertalan ji xwe re bi kar tînin û hejmareke pir ji bombeyan li ser rêya Şervanan çandine.

Derbar ê şer de Lîlewa da zanîn ku şer bi htundî û dijwarî didome,çeteyan di dema ku bahoza tuzûtelazê rabibû de êrîşê li dijî noqteyên Şervanênê pêkanîbûn lê Hêzan bersiv da wan û hejmarek jê kuştin û bi taybet di dema ku çeteyan êrîşî kampa Îwai ya li Hejîn ê kiribû,lê mixabin ku hejmarek ji şervanan jî di encamê de tevlî kerwana şehîdan bûn. Amje bi wê yekê jî hate kirin ku çeteyan li gel xwe hinek sivîl revandin da ku wek mertala li pêş xwe bi dar bîn in.

Ebdulla bal kişand ser giranbûna pênçûnê li navçeyê û got ji ber ku em naxwazin ku ziyan bighîne sivîlan bi qursî û giranî em pêvçûn dikin ji  ber ku ewlekarî û aramiya welatiyan yê yekemîn e.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket