Partiya Sûrî ya Pêşerojê dê li Reqa`yê şahiyekê lidarxe

kurdistani 12:26 PM - 2018-10-14
Partiya Sûrî ya Pêşerojê dê li Reqa`yê şahiyekê lidarxe

Partiya Sûrî ya Pêşerojê dê li Reqa`yê şahiyekê lidarxe

Sekretera Giştî ya Partiya Sûrî ya Pêşerojê Hevrîn El-Xelef got ku girêdayî çalakiyên pênasekirina partiyê, dê sibe li bajarê Reqayê şahiyekê lidar bixin.

Partiya Sûriye ya Pêşerojê di orgenîzekirina çalakiyên pênaskirina partiya xwe de ku di 27'ê Adara 2018'an de hatibû damezirandin, didomîne.

Têkildarî vê mijarê Partiya Sûriye ya Pêşerojê sibe li Reqayê şahiyekê ji bo pênasekirina partiyê orgenîze dike. Şahî dê li Stada Beledî ya bajarê Reqayê were lidarxistin.

Kesayetên siyasî û rêveber ji Reqa, Tebqa û Bakurê Sûriyeyê wê  beşdarî şahiyê bibin. Her wiha wê berhemên hunerî yên cûda bêne pêşandan.

Girêdayî mijarê Sekretera Giştî ya Partiya Sûriye ya Pêşerojê Hevrîn El-Xelef di hevdîtineke bi ajansa me ANHA'yê re wiha got: "Bi armanca pênaskirina partiyê, em ê şahiyekê li ser asta Reqa û Tebqayê orgenîze bikin."

Hevrîn El-Xelef destnîşan kir ku şahî dê li Stada Beledî ya Reqayê were organîzekirin û vexwendname giştî ye û her kes dikare beşdar bibe.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket