Silêmanî; Zimanzana kurd Nisrîn Fexrî koça dawî kir

kurdistani 03:14 PM - 2018-10-13
.

.

Zimanzan û helbestvana Kurd Nisrîn Fexrî koça dawê kir.
Di roja pênçşemê 11-2018`an li bajarê Silêmaniyê zimanzana kurd û helvestvana navdar Nisrîn Fexrî di 81 slaiya xwe de, koça dawî kir.

Helbestvana kurd û zimanzan Nisrîn Fexrî di biwarê zimanzanityê de, gelek pirtûkên xwe hene ligel wê jî pirtûkên helbestan jî hene, lê di encama mezinbûna temenê wê û nelibariya rewşa tenduristiyê, dest jui kar û barên helbestî û zimanzaniyê berda.

Her weha di sala 27-12--1937`an de li bajarê Silêmaniyê Başûrê Kurdistanê di taxa Sabûnkeran de hatiye dinê. Derçûyî zanîngehê kolîja wêjeyî û zimanê erebî li zanîngeha Bexdadê sala 1959`an û ji sala 26-10-1966`an ve mamosteya zanîngeha Bexdadê bû ye.

-Endama Sendîkeya Rojnamevanên Êraqê bû.

-Endama Federasyona Giştî ya Ronakbîr û Nivîskarên Êraqê bû.

-Endama vejandina civaka zanistî/Desteya Kurddî ji dema damezrandinê ve bû.

-Komeke pirtûk ên wê hatin çapkirin ku ji erebî bo kurdî hatine wergerandin û hinek pirtûkên din jî derbarê rêzmana kurdî û rênivîs û çanda û helbestan .

- Gelek caran hatiye xelatkirin û navdariya zqanistê bi destxistiye.

-Gelek kovaran li ser wê raport û reportaj sazkirine û helbestên wê ji kurdî bo erebî wergerandine li hundir û dervayî Êraqê.

-Endama desteya şîwermendiya kovara Rewşenbîrî ya New ku ji aliyê Mala Çand û weşana kurdî ve dihate derxistin bi navê Rengîn.

-Hem beşdar dibû û hem jî serpereştiyarê bi dehan nameyên zanistî Macistêr û diktorayê bû li gel gotûbêj û danûstandina bi zimanên cuda cuda.

-Beşdarî kongireyên dervayî welat jî kir li Rûsiya, Almanya, Fenlenda, Firansa û Amerîkayê.

-Di roja 11-10-2018`an de li bajarê Silêamniyê koça dawî kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket