Encûmena Leşkerî ya Munbicê bersiva gefên Tirkiyê dide

kurdistani 01:25 PM - 2018-10-11
 Encûmena Leşkerî ya Munbicê bersiva gefên Tirkiyê dide

Encûmena Leşkerî ya Munbicê bersiva gefên Tirkiyê dide

Encûmena Leşkerî ya bajar ê Munbicê bersiva gefên Tirkiyê dide û tekeziyê li ser xurtkirina pêgeh û sengerên xwe li eniyên pêş dike.

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Encûmena Leşkerî ya Munbic ê, Ebû Elî Necim ragihand, ku ew weke hêzeke leşkerî hemû rêkaran ji bo parastina bajarê xwe werdigrin û diyar kir ku gefên Tirkiyê nikarin wan ji xurtkirina pêgeh û sengerên Minbicê vegerînin.

Ebû Elî Necim herwiha bal kişandiye ser wê yekê ku hikûmeta Tirkiyê ya bi serkêşiya Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), bi hinceta xurtkirina sengeran, careke din gefan li Munbic dixe.

Necim li ser helwesta xwe ya tundkirina pêgeh û sengeran rijd e û dibêje ku ew, tevî gefên Tirkiyê, ji vê yekê venagere û dê berdewam be li ser bihêzkirina pêgehên xwe li derdora Munbicê bo parastina wê herêmê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket