Li bajarokê Sûsê şer giran e

kurdistani 01:08 PM - 2018-10-11
Li bajarokê Sûsê şer giran e

Li bajarokê Sûsê şer giran e

Hat ragihandin ku di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAÎŞ’ê de ku di çarçoveya qonaxa dawî ya Bagera Cizîrê de pêşve diçin li bajarokê Sûsê şer dijwar e.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku di nava kolanên bajarokê Sûsê de şer di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de giran e.

QSD’ê destnîşan kir ku ji ber ba û bagera li herêmê mesafeya dîtinê pir kêm e, çeteyên DAÎŞ’ê ji vê rewşa hewayê hewl didin sûdê bigirin û êrîşî nuqteyên şervanên QSD’ê bikin.

QSD’ê ragihand li ser bersivdayîna şervanan çete neçar man ku birevin.

Bajarokê ku şervanên QSD’ê 10’ê Cotmehê ketînê, şer dewam dike.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket