Li Kerkûk û Tikrîtê teqîn pêk hatin

kurdistani 10:24 AM - 2018-10-11
Li Kerkûk û Tikrîtê teqîn pêk hatin

Li Kerkûk û Tikrîtê teqîn pêk hatin

Di teqînên li Kerkûk û Tikrîtê pêk hatin de 2 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Kerkûk û Bexdayê li nêzî depoya tekelan saet derdorî 08:00’an teqînek pêk hat. Li gorî çavkaniyên polîsan kesek miriye, 4 kes jî birîndar bûne.Lê heta niha ne hatiye zanîn ku êrîş ji aliyê kê ve pêkhatiye ,ji bo zelalkirina ku ka kî li pê bûyerê ye polîsan dest bi lêkolîn ê kirin e.0

Li Tikrîtê jî çavkaniyên hêzên ewlekariyê ragihandin ku di saetên şevê de bombeya ku li pişt benzînxaneya Tikrît hatibû danîn teqiya. Di teqînê de kesek mir, 4 kes jî birîndar bûn.

Dîsa heman rojê li Tikrîtê bombeya li wesayîta bi modela Toyoto Corala de hatibû bicihkirin teqiya. Di vê teqînê de ziyanên canî pêk nehatin. Li cihê teqîn pêk hatî ziyanên madî pêk hatin.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket