Steinmeier Dr. Berhem pîroz kir

kurdistani 05:04 PM - 2018-10-10
Steinmeier Dr. Berhem pîroz kir

Steinmeier Dr. Berhem pîroz kir

Serokkomarê Almanyayê pîrozbahî li serokkomarêm Êraqê Dr. Berhem Salih kir.

Di peyama xwe ya pîrozbahiyê de, serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier bi riya peyamê germtirîn pîrozbahiyên xwe û welatê xwe li serokkomarê Êraqa federal Dr. Berhem Salih kir.

Serokkomarê Almanyayê di wê peyamê de ragiahnd; Ez bi navê xwe û welatê xwe germtrîn pîrozbahiyên xwe arasteyê we dikim ku hûn ji aliyê piraniya dengên parlemana Êraqê ve, bi serokkomariya Êraqê hatin hilbijartin.

Di dirêjahiya peyama xwe ya pîrozkirina posta serokkomariyê li Dr. Berhem Ehmed Salih de wiha got; Hûn bi wergirtina posta serokkomariya Êraqê bûn xwedî barekî mezin û giran, ji we berpirsyariyeke mezin tê xwestin ku ber bi Êraqekî yekgirtî û bê ferq û cudabûn ku hem alî û pêkhat bi hev re li ser bingeha pêkve jiyanê bin.

Di dawiya peyamê de jî, serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier wiha peyama xwe bi dawî anî;  Hûn diakrin wiha bîrbikin ku Almanya û Ewropayê bi we re ne û wê her li tenîşta we bin û piştgir û piştîvaniya we ne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket