Florîda Hember Bahoza Michael Xeter di Hişyarî de Ye
kurdistani 04:40 PM - 2018-10-10.
Navenda Barove ya Netewî (National Hurricane Center) hişyarî dide rûniştvanên eyaleta Florîda ku hember Baroveya Michael ya gelek xeter amade bin.
Navenda Barove ya Netewî da zanîn ku hêza bayên bahozê sibeha Çarşemê xurtir bûye, giheştiye di demjimêrekê de 245 kîlometreyan û bûye bahoza Kategorî 4.
Karbidest bal dikşînin ku Baroveya Michael wê bibe bahoza herî xurt ya dîroka Florîda ku herêmên bakurê rojavayê wê eyaletê bixe bin bandora xwe.
Hawazan pêşbînî dikin ku bahoz îro paşnîvro, bi heman hêza xurt li erdê keve ku ji sala 1851an vir ve bahozeke wiha hêzdar nehatiye tomar kirin.
Ewirên baranê yên baroveya Michael ji îro sibê vir ve baranên boş li ser herêmê dibarînin û hawazan di xemê de ne ku hêza wê di kelîyên pêş de hîn jî xurtir be.
Hawazan herwiha didine zanîn ku di rojên were de li hin beşên Forîda, Alabama û Georgia 10 heta 20 santîmetre û li hîn cîha jî heta 30 santîmetre baran li erdê kevin.
Walîyê Florîda Rick Scott şeva Sêşemê û sibeha Çarşemê bi jimareke twîtan hişyarî da hemwelatîyan ku li cîhên ber derayê dûr kevin û herin cîhên ewletir ku ji berê de hatibûn ragihandin.
Serokê Amerîka Donald Trump jî got ku karbidestên federalî di rewşeke amade de ne ku alîkarîya bizavên hawarçûnê bikin.
Bahoz heta niha li Kuba û welatên Amerîkaya Navevdî zararên mezin çêkirine û bûye sedema lehî û herifîna erdê û li El Salvador, Honduras û Nîkaragua 13 kes kuştine.
PUKmedia-VOA
hewal ziyatr
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25