Hûsiyan keştiyeke şer a koalîsyonê armanc girt

kurdistani 12:41 PM - 2018-10-10
Hûsiyan keştiyeke şer a koalîsyonê armanc girt

Hûsiyan keştiyeke şer a koalîsyonê armanc girt

Hat ragihandin ku Hêzên Hûsî keştiyeke şer a Koalîsyona Erebî li hemberî berava parêzgeha Mîdî ya Yemenê hedef girt.

Li gor ragihandina Kanala El-Mesîra ku alîgiriya Hûsiyan dike ku yekîneyên deryayî yên girêdayî hêzên Hûsiyan îro keştiyeke şer a girêdayî Koalîsyona Erebî li hemberî berava parêzgeha Mîdî armanc girt û rûxand. Di encamê de hemû kesên di keştiyê de hatin kuştin.

Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî ji 26'ê Adara 2015'an ve alîkariya hêzên Yemenê dike da ku herêmên di bin serweriya Hûsiyan de vegerîne.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket