Festîvala filîmên Silêmanî yê navneteweyî wê birêve biçe

kurdistani 06:16 PM - 2018-10-09
  Festîvala filîmên Silêmanî yê navneteweyî wê birêve biçe

Festîvala filîmên Silêmanî yê navneteweyî wê birêve biçe

Festîvala filîmên Silêmanî ya navneteweyî wê sibê roja çarşemê birêve biçe.

Rêvebirê festîvala filîmên Silêmanî ya Navneteweyî Fuad Celal ji PUKmedia`yê re ragihand; Sibê roja çarşemê 9-10-2018`an, Siyemîn festîvala Silêmaniyê ya Navneteweyî li bajarê Silêmaniyê di hola Talara Hunerê de birêve diçe.

Celal di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, aşkire kir ku di destpêkê de, ji bo rêzgirtin li giyana pakrewanan, xuleke bêdeng û dabeşkirina xelatan û hilbijartina senryoyê, piştre jî wê çend stranek ji aliyê hunermend Diyarî Qeredaxî ve bê pêşkêşkirin.

Di dawiya axivtina xwe de, rêvebirê festîfala filîmên Silêmanî ya Navneteweyê Fuad Celal dazanîn; Wê di heyama yek hefteyê de, 122 filîm ji 52 welatan werin nemeyîşkirin, her weha ew 122 filîmên ku wê werin nemeyîşdan wê di 3 holên cuda cuda de bin.

PUKmedia-Ajaw Mihemed

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket