Holananda; Efrîniyek xelata baştirîn xwendkar wergirt

kurdistani 03:51 PM - 2018-10-09
Xwendekarekî Efrînî xelata baştirîn xwendkar wergirt.

Xwendekarekî Efrînî xelata baştirîn xwendkar wergirt.

Li Holandayê Xwendekarekî Efrînî xelata baştirîn xwendkar ji rêvebirya zanîngehê ve wergirt.

Xwendekarekî Efrînî ku ev şeş salên li welatê Holandayê nîştecîhkiriye, xelata baştirîn xwendekarê beşê zanyariyan li zanîngeha Amsterdamê bi dest xist.

Lawê Efrînê yê bi navê Pêşmerge Murad ku ji şeş salan ve li welatê Holandayê dimîne, piştî derçûna wî ji zanîngeha Amsterdamê ya beşa zanyariyan bi pileyeke pir baş û neyab, ji aliyê rêveberiya zanîngehê ve, wek baştirîn xwendekarê zanîngehê beşa zanyariyan hate xelatkirin.

Hêjayî gotinê ye ku beriya mehekê jî, bijîşka jin ya Efrînî Dunya Ehmed Misto jî di hewarkirina bawernameya xwe ya bijîşkî de, bi pileya pir baş bi serket ku bû pêngaveke girîng ji bo xwendekarên kurd hendî xwendin û bidûketina zanist û çanda berfereh bibin.

Keçka Efrînê serbarî rewşa Efrîniyan ya nelibar, her serfiraz e bi riya xwendina bijîşkî li Almanyayê jî bi serkevt û serkevtinên ku di wê barê de dike, cihê rêz û pêzanînê ye. Bijîşka jin a Efrînî  "Dunya Ehmed Misto" ji gundê Kefirsefrayê ya girêdayî navçeya Cindirêsê li herêma Efrîna dagîrkirî ku di xwendina xwe de, her dem yekemîn an jî duyemîn bû ye, di xwendina xwe ya amadeyî û navendî de her yekemîn bû ye li ser asta herêma xwe û piştre jî li ser asta parêzgeha Helebê bi giştî.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket