Dr. Berhem 9`mîn serokkomarê Êraqê ye

kurdistani 05:44 PM - 2018-10-07
Dr. Berhem 9`mîn serokkomarê Êraqê ye

Dr. Berhem 9`mîn serokkomarê Êraqê ye

Namzetê fermî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji serokkomariya Êraqê re bi serkevt.

Namzetê serokkomariya Êraqêm Dr. Berhem Salih di şeva roja 2 li ser 3ê cutmeha 2018`an, bi riya hibiljartina parlemana Êraqê bi 2019 dengan bû bi serokkomarê 9`mîn ya Komara Êraqê.

Dr. Berhem Salih 1960 li bajarê Silêamniyê ji refa malbateke welatparêz û xanedan hatiye dinê, xwendina xwe li Herêma Kurdistan û Bexdadê û piştre jî Birêtaniya û Amerîkayê dirêjahî pê daye û bi serkevtina asta diktora di endazyariyê de, dikarî bibe xwedî rol û xebateke siyasî û dîplometkarî ji doza gelê kurd û Êraqê re.

Dr. Berhem lawê parêzer Ehmed Salih e, lawê xanima navdarê kurd Ronak xanê ye ku serok Mam Celal jê re digot; Qaîd, angor rêber, ji ber ku jineke pir zîrek û xwedî rol û helwest bû.

Dr. Berhem:Mam Celal mamê mezin û mamosteyê min bû

Di salvegera koça dawî ya serok Mam Celal de, Dr. Berhem wiha got: Mam Celal mamê mezin û mamosteyê min bû

Îro roja çarşemê 3-9-2018`an, Serokkomarê Êraqa federal, di salvegera yekemîn ya koça dawî rewanşad Mam Celal de ragihand: Cenabê serok Mam Celal ji gelê me rerêberekî dîrokî bû, serkirdeyekî xwedî destpêşxeriyeke mezin bû, nexşeya wî di dîroka gelê kurd de pir diyar û aşkire bû. Di hemû wîstgehên jiyana min de, Mamê mezin û mamosteyê min bû.

Serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salihdi berdewamiya axivtina xwe de daxuyankirin ku îro roja 3-10-2018`an e, rojeke di dîroka gelê me de ye ku roja koça dawî ya serokê nemir rewanşad Mam Celal e.

Di barê jêhatibûna Mamm Celal û siyaseta rast de, Serokkomarê Êraqê wiha pê de çû û got; Mam Celal xwediyê rol û destpêşxeriyên serkevtî bû, di hemû kar û xebatên xwe de, xwedî rolên bi bandor bû, serkirdeyekî bihêz û tiwane bû, bi siyaseta xwe ya serkevtî, dikarî hemû aliyên siyasî li derdora xwe kom bike, bi hemû hêza xwe ji bo gelê xwe û ji bo demokrasiya Êraqê di nava tekoşînê de bû .

Serokkomar pêşwazî li nûnerê sekreterê UNê kir

Serokkomarê Êraqa federalê pêşwazî li nûnerê taybetê sekreterê UNê li Êraqê kir.

Îro roja yekşemê 7-10-2018`an, serokkomarê Êraqa federalê Dr. Berhem Salih pêşwazî li nûnerê taybetê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî rêzdar Yan Kobîsiş kir.

Di serî de,  nûnerê taybetê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî rêzdar Yan Kobîsiş germtirîn pîrozbahî li serokkomarê nû ya Êraqê Dr. Berhem Salih kir dazanîn ku serkevtina Dr. Berhem bo serokkomariya Êraqê cihê baweriya hemû civaka navneteweyî ye tako aramî û aştî û umêdên xelkê Êraqê pêkwere û di dawiya axiftina xwe ya pîrozbahiyê de, serkevtin û serfirazî ji kar û xebatên serokkomar Dr. Berhem Salih re xwest.

Di wê hevdîtinê de, ji aliyê xwe ve jî, rêzdar serokkomar Dr. Berhem Salih spasiya xwe ji bo serdan û pîrozbahiya nûnerê taybetê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî rêzdar Yan Kobîsiş nîşanda, di heman demê de jî, kêfxweşiya xwe ji bo pîrozbahiya sekreterê giştî yê Neteweyên Ykbûyî Antonyo Gotîrês ku bi riya telefonê pêşkêş kiriye nîşanda, her weha derbarê rol û kar û xebatên rêxistina Yunamî li Êraqê pir bilind nirxand.

Di dawiya civîna du alî de,  nûnerê taybetê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî rêzdar Yan Kobîsiş encamên hevdîtinên xwe ên navneteweyî derbarê Êraqê de, aşkire kir ku civaka navneteweyî amade ye alîkariya Êraqê bike û di hemû biwaran de wê berdewam be

Dr. Berhem: Emê peywendiyan bi Urdinê re bihêztir bikin

Serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih tekez li ser bihêzkirina peywendiyan bi Urdinê re kir.

Îro roja înê 5-10-2018`an, serokkomarê Êraqa federal Dr. Berhem Salih peywendiyeke telefonî ji aliyê Şahê Urdinê Şah Abdulah Hisên ve jêre hat û gotûbêjkirin.

Di wê telê de,, Şahê Urdinê tekez li ser bihêzkirina peywendiyên du alî li gel Komara Êraqê kir û ew amade ye ku bi Êraqê re peywendiyan berferehtir û bihêztir bike û kar û hevrêziyê di hemû derfetan de pêş bixin.

Ji aliyê xwe ve jî serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih spasiya Şah Abdulah kir û dazanîn ku peywendiyên wî taybet di biwarê stratîjîka di navbera herdu welatan de bû.

Salih nîşan bi girîngiya hevkariya aborî  bi riya komîteya hevbeş ya di navbera herdu welatan de kir û kêfxweşiya xwe ji bo projeyên Urdinê li Êraqê nîşan da û germgirina kompaniên Urdinê ji bo karkirin li Êraqê ji bo berhemanînê ji bo vejandina aborî û kerta keştukaliyê pir girîng da nirxandin.

 Dr. Elî Qeredaxî jî pîrozbahî li Dr. Berhem Salih kir

Dr. Elî Qeredaxî jî pîrozbahî li serokkomarê nû yê Êraqê Dr. Berhem Salih kir.

Di peyameke xwe de, bi navê Yekîtiya Zanayên Mislimanên Cîhanê, Dr. Elî Qeredaxî germtirîn pîrtozvbahî li serokkomarê Êraqê Dr. Berham Salih kir.

Di wê peyamê de, serokê Yekîtiya Zanayên Mislimanên Cîhanê Dr. Elî Qeredaxê ragihand kuew bi navê tevahiya Yekîtiya Zanayên Mislimanên Cîhanê û Rêxistina Xêrxwazî û hemû berpirs û endaman, germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya cenabê we ddikin ku postê serokkomariya Êraqê wek erkek li ser milê we hat hilbijartin

Hevserokên HDPê Dr. Berhem pîroz kirin

Hevserokên HDPê bi riya peyamekê serokkomar Dr. Berhem Salih pîroz kirin.

Piştî serkevtina namzetê YNKê Dr. Berhem Salih di hilbijartinên parlemana Êraqê de, Hevserokê HDPê Perwîn Buldan û Sizay Temelî peyameke pîrozbahiyê arasteya serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih kir.

Di wê peyamê de hatiye; Em 4 mîn serokatiya Êraqê li we pîroz dikin û hêviya serkevtin û serfiraziyê ji we re dixwezin ku ev post bibe cihê xêr ji bo tevahiya gelên Êraqa federalê û avakirina jiyaneke wekhev û azad.


Şandeya YNKê li gel serokkomar rola Mam Celal bilind nirxandin

3/10/2018

Şandeya YNKê ya ku li Bexdadê serdana serokkomar kirin û pîrozbahî lê kirin.

Îro roja çarşemê 3-10=-2018`an li bajarê Bexdadê di koşka Selamê de, Serokkomarê Êraqê Dr. Berhem salih pêşwazî li şandeya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi serokatiya cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî kir ku ji bo pişgirî û piştîvaniya wî hatibûn Bexdadê.

Di wê hevdîtinê de, hemûyan li ser rêbaza serok Mam Celal û xebat û tekoşîn û rola wî ya dîrokî di parastina destkevtên gelê kurd e anîn rojevê û ew 60 saliya xebata di riya bi destxistina maf û azadiyên gelê kurd jî ku serok Mam Celal li hemû der û dever û saziyan û kongireyên navneteweyî dipeyîvî tako rastiya doza rewa ya gelê kurd biparêze pir bilind nirxandin..

 Brett H. McGurk; Emê piştîvaniya Dr. Berhem bin

3/10/2018

Nûnerê serokê Amerîka ya di koalisyona Navneteweyî li dijî DAIŞê Brett H. McGurk; Emê piştîvaniya Dr. Berhem bin.

Piştî hilbijartina Namzetê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Dr. Berhem Salih ji bo serokkomariya Êraqê, Brett H. McGurk Nûnerê taybet yê serokê Amerîkayê Donald Trump, pîrozbahî li Dr. Berhem Salih kir û ragihand; Ez pîrozbahî li hevalê xwe yê dêrîn ku bû bi serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih dikin û emê di pişgirî û piştîvaniya wî de berdewam bin.

Dibe ku em alîkarê wî bin di pêkanîna hikûmeta nû ya Êraqê de, û em serkevtin û serfiraziyê di kar û xebat û erkên wî de dixwazin ku xizmetê hemû Êraqiyan bike

Yekemîn serokê ereban Dr. Berhem pîroz kir

Yekemîn serokê ereban pîrozbahî li Dr. Berhem Salih kir.

Bi boneya serkevtina namzetê YNKê yê serokkomariya Êraqê ku îro bi riya hilbijartinên parlemanê re posta serokkomariyê wergirt, bi riya peyamekê, Emîrê Kiwêtê Şêx Sebah Ehmed pîrozbahî li serkevtina Dr. Berhem Salih bo posta serokkomariya Êraqê kir.


Berpirsên Êraqî Dr. Berhem Salih pîroz kirin

Îro roja çarşemê, bi boneya serketina namzetê YNKê Dr. Berhem Salih di xola duyemîn ya serokkomariya Êraqa federalê de, gelek name û peyamên pîrozbahiyê ji berpirs û serokên alî û partiyên siyasî Êraqî ve hatin û em ê li ver tenê navên wan biweşînin.

Serokkomar Dr. Fuad Masûm

Serokkomarê berê Dr. Fuad Masûm bi boneya serkevtina namzetê YNKê di xola duyemîn de ji bo serokkomariya Êraqê, germtirîn pîrozbahî li Dr. Berhem Salih kir û serkevtin û serfirazî ji kar û xebatên wî re xwest.

Amar Hekîm

Serokê Hevpeyana Nîştimanî ya Êraqê Amar Hekîm pîrozbahiyên xwe arasteya namzetê serokkomariya Êraqê Dr. Behem Salih ku bi riya hilbijartinên parlemanê bû bi serokkomarê Êraqê ya nû, serkevtin û serfirazî jê re xwest.

Dr. Heyder Abadî

Serok wezîrê berê Dr. Heyder Abadî serkevtina namzetê YNKê Dr. Berhem Salih ji bo wegirtina posta serokkomarê Êraqê pîroz kir û serkevtin di karên wî de xwest li gel bi destxistina mafên welatiyên gelê xwe û xizmetkirina Êraqê.

Ayad Samerayî

Serokê Partiya Îslamî ya Êraqê Ayad Samerayî peyama pîrozbahiyê şand û posta serokkomariya Êraqê li Dr. Berhem Salih pêroz kir û daxwaza bi cih anîna xalên desturê û parastina axa Êraq û xizmetkirina Êraqê ligel serkevtin û serfirazî ji serokkomar re xwest.

Partiya Dawe yê Îslamî li Êraqê

Partiya Dawe yê Îslamî li Êraqêjî peyama pîrozbahiyê şand û daxwaza serkefvtin û bi cihkirina destura Êraq û parastina axa Êraqê kir.

Nurî Malikî

Serokê Koalisyona Dewleta Yasayê Nurî Malikî jî pîrozbahî li serokkomar Dr. Berhem Salih kir û ew serkevtina bi karekî pir jîrane ya Parlemana Êraqê nirxand û serkevtin ji erkên serokkomar re xwest.

Şêx Hemam Hemûdî

Serokê Encûmena Îslamî ya bilind Şêx Hemam Hemûdî bi riya peyamekê pîroz kir û parêzvanê yekîtiya axa Êraqê nirxand.

Salih Motlag

Serokê koma Eniya Erebî di encûmena nûneran de, Salih Motleg ku hilbijartina Dr. Berhem û serkevtina wî, bi pêngaveke demokrat û dirûst nirxand.

Emîndarê giştî yê Yekîtiya Îslamî ya Tirkmanî li Êraqê Casim Mihemed Cafer Elbeyetî jî pîroz kir û hêvî kir û di serdema Dr. Berhem de Êraq aram û hêmin û bê kêş beû destur li ser hemûuan bê bi cihkirin.

Hadî El-Amirî

Serokê Hevpeymana El-Fetihê Hadî El-Amirî jî pîrozbahiyên xwe araste kir û serkevtin û serfirazî di kar û xebatên serokkomariyê de xwest.

PUKmedia; Yekemîn mersûmê serokkomar Dr. Berhem weşand

Yekemîn mersûmê serokkomar Dr. Berhem Salih

Serokkomar Dr. Berhem Salih piştî sundxwerina desturî ya serokkomariya Êraqê, mersûma ferfî ya yekemîn a serokkomariya Êraqê daxwaz ji Dr. Adil Ebulmehdî kir ku hikûmeta Êraqê ya nû damezrîne.

Hêjayî gotinê ye ku PUKmedia`yê beşa Erebî yekemîn mersûmê serokkomariya Êraqê yê nû Dr. Berhem Salih ku piştê di xola duyamîn de bi serkevt û sunda desturî ya serokkomariya Êraqa federalê xwer, weşand.


 Dr. Berhem Salih bû serokkomarê Êraqê

2/10/2018

Namzetê YNKê bo serokkomariya Êraqê Dr. Berhem bi serket û bû serokkomarê Êraqê.

Êro roja çarşemê 2-10-2018`an, di rûniştina Encûmena Nûneran ya Êraqê, di xola duyemîn ya hilbijartinên serokkomariya Êraqê, Dr. Berhem Salih bi 219 `an bû serokkomarê Êraqa federal ku ev bo yekemîn car bi van dengan serokkomarek were hilbijartin di dîroka Êraqê de..

Her weha wê niha li ber dadwerê bilind yê federalê Medhet Mehmûd sunda desturî bixwe û wê piştre jî serokwezîr Adil Abdulmehdî ji bo serokê hikûmetê bi kar bike.

Dr. Fuad Hisên xwe ji xola duyemîn kişand

2/10/2018

Dr. Fuad Hisên xwe ji xola duyemîn kişand û Dr. Berhem Salih bi tenê ma.

Piştî ku xola duyemîn ya serokkomariya Êraqê destpêkir, namzetê serokkomariya Êraqê yê Partiya Demokrata Kurdistanê Dr. Fuad Hisên xwe ji namzetiyê paşve vekişand.
 Li gor çavdêran ku êdî wê biryar ji aliyê dadwerên Encûmena Nûneran ve bê dayî ku Dr. Berhem Salih wek serokkomar bê destnîşankirin.

Her di heman demê de, serokê dadgeha desturî ya Êraqê Medhet Mehmûd gihîşte hundir parlemanê tako serpereştiya sunda serokkomarê nû ya Êraqê bike.


Xola duyemîn ya hilbijartinên serokkomariyê dest pê kir

2/10/2018

Encûmena Nûneran nikarîbû namzetê serokkomariyê bi serxîne û xola yekemîn bê encam bû, her weh xola duyemîn jî dest pê kir.


Encamên fermî yê namzetên serokkomariya Êraqa federal di xola yekemîn de bi vê rengî xwerê ne;

1- Dr. Berhem Salih 165 deng

2- Dr. Fuad Hisên 89 deng

Dengên sipî 8

Dengên pûçkirî 12

Di wê barê de, Endamê Encûmena Nûneran ya Êraqê Hesen Alî ji PUKmedia`yê re ragiahand ; Xola yekemîn ya hilbijartina serokkomariyê bi dawî hat, wê xola duyemîn jî dest pê bike, lê endamên PDKê ji hundir parlemanê derketin

Di xola yekemîn de kesî dengê pêwîst bi dest nexist

2/10/2018

Encamên fermî yê xola yekemîn yê hilbijartinên namzetên serokkomariya Êraqa federal bi vê rengî xwerê ne;

1- Dr. Berhem Salih 165 namzetê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê

2- Dr. Fuad Hisên  89 namzetê Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê

Dengên sipî 8

Dengên pûçkirî 12


 Dengdana ji bo serokkomariya Êraqê dest pê kir

2/10/2018

Dengdana ji bo serokkomariya Êraqê di encûmena nûneran ya Êraqê de dest pê kir.

Îro roja çarşemê 2-10-2018`an, çend kilîk beriya niha, bi beşdarbûna 301 endamên Encûmena Nûneran, dengdana parlemana Êraqê ji bo namzetên serokkomariyê dest pê kir ku 21 namzetên ku xwe tomarkirine.


Hilbijartina serokkomar 30 xwelek paşxistin
2/10/2018

Piştî ku Encûmena Nûneran ya Êraqê dest bi rûniştina xwe ya ji bo posta serokkomariyê hilbijêrin, ji ber nebûna asta yasayî di amadebûnê de, serokê parlemanaê biryara paşxistina civînê bo 30 xwelekan da.


YNKê ; Nabe hemû post yê aliyekî bin

2/10/2018

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dibêje; Nabe hemû post yê aliyekî bin.

Şandeya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê ya li Bexdadê daxwaz ji PDKê kir ku namzetê xwe ji serokkomariya Êraqê paşve bikşîne û li cudabûna di navbera YNKê û PDKê de têbighin û di heman demê de Dr. Berhem bi hêja posta serokkomariyê nirxandin û nabe ku hemû postên serwerî yê aliyekî bin.

Di wê barê de, serokê ajansa parastin û zanyariyên Herêma Kurdistanê Şêx Lahur Şêx Cengî jî got; Ji bo parastina hevsengiya hêz, dibe post werin dabeşkirin û nabe ku hemû postên serwerî yê yek aliyê bin.

Her weha Şêx Cengî aşkire kir ku Dr. Berhem Ehmed Salih kesayetiyekî hêja û xwedî rol û şayesteya posta serokkomariyê ye, bi taybet ji bo bihêzkirina pêgeha kurd û parastina peywendiyên navxweyî û navneteweyî û Êraq jî, ji ber ku pêwîste serokkomar ku bikaribe peywendiyan rêkbixe û Dr. Berhem jî şarezayê karkirinê li Bexdadê heye.

Ji aliyê xwe ve, berpirsê malbenda YNKê yê Kerkûkê Aso Mamend di daxuyaniyeke rojnamewaniyê de ragiahnd; Em li Bexdadê ne û ji bo piştgiriya li Dr. Berhem Salih tevdigerin ku ew tenê namzetê YNKê ji bo serokkomariya Îraqa federalê ye û ew jî ji mafê YNKê ye ku poste serokkomariyê wergire.

Da zanîn ku ew daxwaz dikin ku PDKê li cudabûna di navbera namzetê me û namzetê xwe têbigin û namzetê xwe paşve bikşînin.


 Dr. Berhem tenê namzetê YNKê ya serokkomariyê ye
2/10/2018

Dengoyên ku dijêjin Dr. Berhem xwe ji namzetiya serokkomariyê kişandiye nerast e.

Endamekî serkirdeyetiya YNKê dengoyî xwepaşvakişandina Dr. Berhem Ehmed Salih ji namztiya serokkomariya Êraqê redkir û ragiahnd ku posta serokkomariya Êraqê ji mafê YNKê ye..

Endamê serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Herêm Axa ji PUKmedia`yê re ragiahnd ku ewên ku dibêjin Dr. Berhem Salih xwe ji kendîdkirina serokkomariya Êraqê paşvekişandiye dûrin ji rastiyan  û YNKê sûre li ser wê yekê ku postê serokkomariya Êraqê bidestbixîne û ji mafê xwe ye.

Tekez jî kir ku ew nûçeyên ku tên belavkirin li ser Dr. Berhem kok nerastin û Posta serokkoamiya Êraqê ji mafê YNKê ye û ji aliyê piraniya aliyên siyasî kurdî û Êraqî ve hatiye pejirandin.


Parleman serokkomar hildibjêre
2/10/2018


Parlemana Êraqê wê îro bi riya hilbijartinê, serokkomarê Êraqê bide hilbijartin.

Biryare ku îro roja sêşemê Encûmena Nûneran ya Êraqê dest bi dengdana hilbijartina serokkomarê Êraqê bike.

Di wê barê de, parlementerê ser bi koma kesik ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Hisên Hesen Nirmo di heyama daxuyaniyeke taybet ji PUKmedia`yê re ragihand; Wê Îro nîvro Emcûmena Nûneran ya Êraqê dest bi hilbijartina serokkomariya Êraqa federalê bike, ew mijar  nabe were paşxistin jin ber destur napejirîne ku pir dirêj bike û pêwîste ku îro bi dawî bibe.

Hisên di dirêjahiya daxuyaniya xwe de wiha got; Wê EAncûmena Nûneran li ser namzetên herî li pêş dengdanê bidin û tê texmîn kirin ku ji aliyê hemû koman ve, wê Dr. Berhem Salih wek serokkomar bê hilbijartin.

Şandeya YNKê li Bexdadê di gotûbêjan de ye

Şandeyeke YNKê serdana VBexdadê kir û li gel aliyên siyasî ên peywendîdar  hevdîtin û gotûbêjkir.

Her weha fraksyona YNKê li Encûmena Nûneran ya Êraqê li gel şandeya bilind ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê civiya û û gotûbêj li ser bi alîkirina mijara namzetê serokkomariya Êraqê kirin.

Her weha pêştir jî şandeya YNKê li gel piraniya aliyên siyasî yên Êraqî ku xwedî rol û bandor civiyaye û derbarê mijara posta serokkomariya Êraqê gotûbêj kirine û razîbûna piraniya wan bi destxistine ku Dr. Berhem Salih ji aliyê wan ve tê pejirandin û ti vîtoyê wan li ser namzetkirina wî tu ne ye.

Di wê barê deendasmê freksona YNKê li Encûmena Nûneran ya Êraqê diktor Mîran Mihemed îro roja duşemê 1-10-2018`an li bajarê Bexdadê ji PUKmedia`yê re ragiahand; Îro firaksyona YNKê li Encûmena Nûneran ya Êraqê li Gel şandeya YNKê ku ji Herêma Kurdistanê ber bi Bexdadê ve birêketiye civiyan û derbarê mijara namzetiya serokkomariya Êraqê gotûbêj kirin ku tenê Dr. Berhem Salih wek namzetê fermî û yekemîn ê serokkomarê Êraqê ye..

Endamê Encûmena Nûneran ya Êraqê li ser pişka YNKê Dr. Mîran Mihemed ku bi xwe di civîna li gel şandeya YNKê de amadeye, ji PUKmedia`yê re aşkire kir; Wê civînê de, biryar e ku ew hevdîtin û gotûbêjkirina şandeya YNKê li gel aliyên din Êraqî û Kurdî jî berdewam be.

Dr. Mîran Mihemed dazanîn ku biryar we ye ku îşev demjimêr 8ê hêvarê civîna Encûmena Nûneran ya Êraqê birêve biçe û derbarê serokkomariya Êraqê jî , dest bi hilbijartinê bikin û postê serokkomar destnîşan bikin..


Dr. Berhem ji bo serokkomariyê navê xwe tomar kir
23/9/2018

Namzetê YNKê Dr. Berhem ji bo serokkomariyê navê xwe tomar kir.

Endama parlemana Êraqê li ser lîsteya YNKê Dr. Ciwana Îhsan ragiahnd ku Namzetê YNKê yê ji bo serokkomariya Êraqê Dr. Berhem Salih ji bo serokkomariya Êraqa federalê, bi awayekî fermî êro li Encûmena Nûneran ya Êraqê navê xwe tomar kir.

Ihsan dazanîn ku îro bi awayekî fermî Dr. Berhem Salih hemû kaxez û daxwaznameyên ji bo tomarkirina namzetiya xwe ji serokkomariyê pêşkêş kir

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket