Serokkomar pêşwazî li nûnerê sekreterê UNê kir

kurdistani 05:27 PM - 2018-10-07
Serokkomar pêşwazî li nûnerê sekreterê UNê kir

Serokkomar pêşwazî li nûnerê sekreterê UNê kir

Serokkomarê Êraqa federalê pêşwazî li nûnerê taybetê sekreterê UNê li Êraqê kir.

Îro roja yekşemê 7-10-2018`an, serokkomarê Êraqa federalê Dr. Berhem Salih pêşwazî li nûnerê taybetê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî rêzdar Yan Kobîsiş kir.

Di serî de,  nûnerê taybetê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî rêzdar Yan Kobîsiş germtirîn pîrozbahî li serokkomarê nû ya Êraqê Dr. Berhem Salih kir dazanîn ku serkevtina Dr. Berhem bo serokkomariya Êraqê cihê baweriya hemû civaka navneteweyî ye tako aramî û aştî ûumêdên xelkê Êraqê pêkwere û di dawiya axiftina xwe ya pîrozbahiyê de, serkevtin û serfirazî ji kar û xebatên serokkomar Dr. Berhem Salih re xwest.

Di wê hevdîtinê de, ji aliyê xwe ve jî, rêzdar serokkomar Dr. Berhem Salih spasiya xwe ji bo serdan û pîrozbahiya nûnerê taybetê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî rêzdar Yan Kobîsiş nîşanda, di heman demê de jî, kêfxweşiya xwe ji bo pîrozbahiya sekreterê giştî yê Neteweyên Ykbûyî Antonyo Gotîrês ku bi riya telefonê pêşkêş kiriye nîşanda, her weha derbarê rol û kar û xebatên rêxistina Yunamî li Êraqê pir bilind nirxand.

Di dawiya civîna du alî de,  nûnerê taybetê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî rêzdar Yan Kobîsiş encamên hevdîtinên xwe ên navneteweyî derbarê Êraqê de, aşkire kir ku civaka navneteweyî amade ye alîkariya Êraqê bike û di hemû biwaran de wê berdewam be

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket