Qubad Talebanî: Nadye êşa Êzîdiyan gihande cîhanê

kurdistani 01:54 PM - 2018-10-06
Nedye Murad

Nedye Murad

Qubad Talebanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de got; Nadye êşa Êzîdiyan gihande cîhanê.

Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî duhî roja înê 5-10-2018`an derbarê wergirtina Nediye Murad xelata Nobelê peyameke pîrozbahiyê arasteyê kir û ragiahand; Nediya Murad êş û zror û stema li ser xelkên me Êzîdî bi hemû cîhanê da ragihandin.

Her weh di peyama xwe de, cîgirê serokê hikûmneta Herêma Kurdistanê di serî de ragihand; Bi boneya bi destxistina xelata Nobelê ya Aştî yê, ez germtirîn pîrozbahiyên xwe arassteya çalakvana kurdê Êzîdî Nediye Murad dikim ku wergirtina vê xelata giranûbuha cihê rêz û pêzqanînqa tevahiya gelê kurd e.

Di wê peyamê de, Talebanî dazanîn ku ew keçka ku ji destê terorîstên DAIŞê rizgar bû ye Nediye Murad dikarî nameya xwe ya mirovahî tê de rewşa nelihev û metirsîdar û êş û nexweşiyên kurdên Êzîdî bighêje tevahiya sazî û cihên biryarê yên navneteweyî û bi wêrekî û qehremantî, tako dikarî vê xelatê bi dest bixîne.

Qubad Talebanî aşkire kir kuu wê Nediye Murad wek balyoza aştî û nûnera tevahiya kurdan ku di heyama dîroka dirêj de rastî nelihevî û qirkirinê hatine û di heman demê de, wê ew qirkirina Êzîdiyan bi hemû cîhana pêşkeftî bide nasîn ku rastî tawanên qirkirin û jinavbirina regezî bûne.

Talebanî di dirêjahia peyama pîrozbahiya xwe de, rojek ji roja ev xanima di metirsîdariyê de bû, di bin gefên terorîstên DAIŞê de bû, lê vîna wê ya bihêz piştî rizgarkirinê kok nehate şikandin û bi riya kesên xêrxwaz dikarî deng û rewşa Êzîdiyan bi giştî bighîne tevahiya Cîhanê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket