Arîn Yilmaza Zarok ligel Dayika Xwe li Girtîgehê Ye

kurdistani 04:41 PM - 2018-10-05
Arîn Yilmaza Zarok ligel Dayika Xwe li Girtîgehê Ye

Arîn Yilmaza Zarok ligel Dayika Xwe li Girtîgehê Ye

Arîn Yilmaza Zarok ligel Dayika Xwe li Girtîgehê Ye û Rewşa Saxlamîya Wê Xirabtir Dibe

Li Tirkîyê 626 zarokên biçûk bi dayikên xwe re li girtîgehan de dimînin û Arîn Yilmaza 14 mehî yek ji wan e.

Arîn bi dayika xwe Esma re, 11 meh in li girtîgeha Hilwanê dimîne, lê jiber nexweşîyên bêhntengî û madeyê nesax e û rewşa wê xirabtir dibe.

Parlamentera CHPê ya Stenbolê Gamze Akkuş jibo rewşa saxlemîya Arin serî li Komîsyona Mafê Mirovan ya parlamentoyê da.

Dayika Arînê, Esma Yilmaz hevseroka Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Mehsertê (Omerlî) ya Mêrdînê bû. Ew jiber karên partîyê, bi îdiaya propagandaya terorê hate girtin û 4 sal ceza li wê hat birîn.

Bavê Arînê, Mehdi jî dibêje ku keça wî pir nexweş e û bê dayika xwe nikare bisekine. Ew bal dikşîne ser rewşa zarokên biçûk ku di şertên giran de li girtîgehan dijîn.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket