Ji Efrînê heta Şehbayê efrîniyan çanda xwe parast

kurdistani 12:07 PM - 2018-10-04
 Parastina çand û kevneşopiya hunera Efrînê ji qirkirinê

Parastina çand û kevneşopiya hunera Efrînê ji qirkirinê

Dewleta Tirk bi dagirkirina Efrînê xwest şaristanî û çanda herêmê û bi rêya bicihanîna çandên cuda û qedexekirina şêniyan di pêkanîna kevneşopên xwe de ji kokê ve qir bike. Lê şêniyên Efrînê di meşa berxwedanê de ji Efrînê heta Şehbayê çand, huner û kevneşopên xwe parastin.

Dewleta dagirker a Tirk bi rêya guhertina demografyaya Efrînê û bicihkirina bi hezaran şêniyên Xûta, Dûma, Hims, Hema û Idlibê li Efrînê çandên gelên din li herêmê ferz dike.

Ruxmî hemû binpêkirinên dewleta Tirk der heqê welatiyên Efrînê de, lê gelê Efrînê nasname, çand û kevneşopiyên xwe parastin û destûr nedan ku dagirkeriya Tirk çanda wan qir bike.

Efrîn ji ber bedewiya xwezaya wê û hawîrdora wê ya guncaw wek “Bûka Rojava” tê naskirin. Di dirêjahiya serdeman de bûye stargeha mirovahiyê. Her wiha bûye cihê şerê gelek imparatoriyan û şaristaniyên cuda.

Stranên Efrînê

Gelê Kurd bi awayekî devkî destan, efsane û dîroka xwe ya dewlemend bi rêya stran û dengbêjiyê ji nifşên din nû  re vegotine. Efrîn jî mînaka herî berbiçav a vê yekê ye. Efrîniyan  di dirêjahiya serdeman de ev kevneşopî parast û di şevbêrk û boneyan de li ber dengê def û zirneyê destanên dîrokî vedibêjin.

Strana gelêrî ya Efrînê dîroka devkî ya civakê, efsane û destanên ku gelê kantonê pê bawer e, parast. Stranê li Efrînê di belgekirina dîroka herêmê de ji hemû aliyên siyasî, civakî û aborî ve bi awayekî devkî roleke mezin lîst. Ji ber nebûna derfetên nivîsandinê ji sedan salan ve, qedexekirina arşîvkirina bi zimanê kurdî û her wiha ji ber ku Tetaran di çerxa 13`an de hemû pirtûk û dîwanên Pirtûkxaneya Bexdayê avêtin çemê Dijleyê, çanda ku hatibû belgekirin, winda bû.

Strana Efrînî reseniya xwe ji xwezaya çiyayî digire. Ji ber ku şêniyên Efrînê her tim çiya tercîh dikin ji ber wê bi rîtma dengên xwe yê bilind tên naskirin. Hunera Efrînê stranên destan ên gelêrî ku dîroka herêmê vedibêje, ji nifşên din re veguhastin.

Gelek hunermendên navdar di vî warî de hene, dibe ku hinek ji wan çûbin ser dilovaniya xwe,  lê dîsa jî nayên jibîrkirin, wekî Cemîl Horo, Bavê Selah, Elî Tico, Ednan Dilbirîn, Odîk, Omer Cimo, Reşîd Mem Cocan, Elî Elkal, Ednan Biyan, Hemûş Korik, Ibrahîm Terko, Hesen Nazî û Endî Şeirî û gelek hunermendên din.

Ji starnên dengbêjiyê ku hunermendên Efrînê yên bi nav û deng dibêjin wiha ne: Derwêşê Ebdî, Cebelî, Hilûcî, Dîmiz, Kalê Dem Dem(Umer Celalî), Mêrzan Beg(Fetah Beg), Hisnî Alî, Reşîd Beg, Şêrîn û Ferhad, Ospê Şer, Siyamend, Tahîr Beg, Salihê Neso û Gulek.

Govenda Efrînî

Efrîn bi dewlemendiya cureyên govendê tê naskirin. A ku bala mirov dikişîne, kal û pîrên Efrînê piraniya govendên Efrînê yên kevn digerînin û her wiha komek taybet bi navê Koma Çiyayê Kurmênc an jî Koma Kal ji bo wan heye, hemû endamên wê temenmezin in.

Navên hinek govendên Efrînê wiha ne: Narê, Seyranê, Dulabê, Berçepkî, Yaxli Kenar, Hoşer, Berkolê, Baliyê, Tevşok, Xurbetiyê, Molaniyê, Qertel, Sêling, Sisonkî û Marş.

Her wiha şêniyên Efrînê bi armanca zengînkirina çanda Efrînê û pênaskirina gelên din bi dîlana gelêrî ya Kurdî, gelek dîlan afirandin wekî Hemo, Çîftetilî û hwd.

Cil û bergên Efrînê

Şêniyên Efrînê bi xisletên taybet ji aliyê cil û bergan ve tên naskirin. Cil û bergên jinan li gorî çînên civakê cuda ne. Jinên dewlemend cilên ku ji cawên buha wekî hevrîşm û muxmel li xwe dikin. Lê jinên ji çîna xiznan cilên ji cawên erzan li xwe dikin. Lê cilên her du çînan rengîn in û navên wan wekî hev in.

Di dawiya sedsala 19`an de kofiya li ser serê jinên Efrînê yên temenmezin, jinên zewicî û keçikan cuda bûn. Jinên mezin kofî datînan serê xwe û jinên ciwan di boneyan de terbûş an jî desmalek taybet a ku bi navê Ceyûr an Şaş bi kar dianî.

Jinan fîstanên rengîn li ser kirasekî li xwe dikirin. Di bin kiras de, hevalkiras ku ji cawa xam a rengîn hebû. Jinên Êzidî ev her du parçe cil bi rengê spî li xwe dikirin. Her wiha jinan û mêran jî Tewsim an jî Qebqeb pê dikirin.

Parastina çand û kevneşopiya hunera Efrînê ji qirkirinê

Dagirker û mêtingeran di êrîşên xwe de çand û kevneşopiya civakê hedef girt da ku gelan qir bikin. Dagirkera Tirk û çeteyên girêdayî wê di êrîşên xwe de li ser herêma Efrînê di 20`ê Çileyê de ev tişt pêk anî. Dagirkera Tirk perestgeh, cihên dîrokî, cihên giştî talan kirin û heta darên zeytûnê ku sembola Efrînê ne, ji kokê ve hilkirin. Bi vê yekê dixwazin dîrok û çanda herêmê qir bikin.

Ji hezarên salan ve şêniyên Efrînê ruxmî gelek şaristanî û çandên ku li ser xaka wê re derbas bûne, lê çand û kevneşopiyên xwe parastin û nehiştin ku kapîtalîzm çanda wan biguherîne. Tevî êrîşên dagrikera Tirk û çeteyên girêdayî wê li ser Efrînê, lê endamên Tevgera Çand û Hunerê li gel şêniyan li qadan bûn û li ser berxwedanê gelek stran çêkirin û senaryoyên fîlm û şanoyan nivîsandin.

Her wiha def û zirne her tim li qadan di pêşiya meş û xwepêşandan de hazir bûn da ku pê çand û berxwedanên xwe rave bikin.

Bi dehan stran û şano li ser berxwedana Efrînê

Endamên Tevgera Çand û Hunerê û bi taybet Koma Agirî, Botan û Berçem û gelek komên din bi dehan stranên şoreşgerî çêkirin. Her wiha gelek şano û fîlmên ku berxwedana 58 rojan li hemberî balafiran, lihevkirina dewletan li ser Efrînê, hedefgirtina zarokan û gelek senaryoyên din li ser berxwedana gelê Efrînê hatin nivîsandin.

“Efrîn di dil de ye”

Şêniyên Efrînê ji bo ku di komkujiyên mezintir re derbas nebin, neçar man ji Efrînê derkevin,  lê ew nayê wê wateyê ku çand û dîroka xwe ji bîr bikin. Her welatiyek Efrînê di bin konên berxwedanê de li Şehbayê bi rêya dengbêjiyê hemû êş, azar, berxwedan û komployên ku tê re derbas bûne, rave dikin. Her wiha dengê def û zirneyê di her boneyekê de di nava kampan de qut nabe.

Şêniyên Efrînê her çi qas dagirkera Tirk siyasetên qirkirinê li ser şêniyên Efrînê bimeşînin. Lê şênî bi stran, dengbêjî, dîlan, def û zirneyê û lixwekirina cilûbergên kurdî çand û kevneşopiyên xwe diparêzin.

Piştî derketina şêniyan ji Efrînê û bicihbûna wan li Şehbayê, endamên Tevgera Çand û Hunerê xwe ji nû ve bi rêxistin kirin. Endamên xwe kirin û navenda xwe li kampên Berxwedan û Serdem û li gundên Şehbayê vekirin.

Piştî vekirina navendên çandî, endamên Tevgera Çand û Hunerê stranek li ser berxwedana Efrîn û Şehbayê çêkir. Her wiha fîlmek taybet li ser berxwedana şêniyên Efrînê û hêviyên vegera Efrînê kişandin.

Her wiha endamên tevgerê hewl didin berxwedana Efrînê bikin destan û bi rêya dengbêjiyê ji nifşên din re veguhêzin da ku di bîra dîrokê de mîna destanên kevn bimîne.

Tevgera Çand û Hunerê di bin dirûşma “Bi rêgezên neteweya demokratîk ji bo rizgarkirina Efrînê li ber xwe bidin” ji bo 10 rojan li herêma Şehba û navçeya Şêrawayê çalakî dest pê kiribû. Kal, pîr, jin û zarok tev li van çalakiyan bûn, ew jî îsbat dike ku gelê Efrînê çand û dîroka xwe diparêze.

 

PUKmedia-Hawarnews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket