Encamên hilbijartinên serokatiya desteyên kantonên Şehba û Efrînê aşkera bûn

kurdistani 05:31 PM - 2018-10-03
Encamên hilbijartinên serokatiya desteyên kantonên Şehba û Efrînê aşkera bûn

Encamên hilbijartinên serokatiya desteyên kantonên Şehba û Efrînê aşkera bûn

Komseriya Bilind a Hilbijartinan navên bernamzetên ku di hilbijartinên serokên desteyên rêveberiyên xweser ên Efrînê û Şehbayê bi ser

Ji bo rêveberiyên xweser ên kantonên Efrîn û Şehbayê beriya du rojan hilbijartin pêk hatibûn.

Komseriya Bilind a Hilbijartinê piştî jimartina dengan bi dawî kir, navên namzetên di hilbijartinên serokatiya desteyên rêveberiya xweser bi ser ketine ragihand.

Di hilbijartinan de 24 bernamzet bi ser ketin, 14 ji Efrînê û 10 ji Şehbayê.

Bernamzetên Efrînê yên bi ser ketine: "Silêman Cafer, Bekir Elo, Faiq Ehmed, Israfîl Bakîr Mustefa, Ebdulhemîn Bekirî, Arif Şêxo, Ehmed Silêman Kobik,, Muşîra Mele Reşîd, Bêrîvan Xelîl, Hêvîn Hisên, Fatima Lekto, Şêraz Hemo, Xelûx Îsmet û Gulê Cemo".

Bernamzetên kantona Şehbayê yên bi ser ketine: "Nedîm Nesan, Mihemed Ehmed Xidor, Ehmed Hemdo, Hamid Rustem, Werda Şêxo, Eyşa Hisên, Medya Hemdek, Selwa Ecac, Melek Hisên û Mihemed Weysî".

Tê payîn ku dê demên pêş de, hilbijartinên hevserokatiya meclisên zagonsaz û rêveber pêk werin, her wiha kesên bi serketine li pêşberî komseriyê dê sûnd bixwun.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket