Qubat Talebanî: Bi rêbazê Mam Celal emê bi serkevin

kurdistani 05:00 PM - 2018-10-03
Qubat Talebanî: Bi rêbazê Mam Celal emê bi serkevin

Qubat Talebanî: Bi rêbazê Mam Celal emê bi serkevin

Qubad Talebanî sedemên serkevtinên YNKê rêbaza Mam Celal e.

Di merasîma yekemîn salvegera koça dawî ya sembola neteweya kurd rewanşad Mam Celal de, serokê lîsteya 105ê yê YNKê Qubad Talebanî tekez kir ku ew serkevtinên ku dibin ji rêbaza rewanşad Mam Celal e.

Talebanî dazanîn ku pêwîste em parastina rêbaza nemirê nîştimaniya kurd serok Mam Celal pêkbînin tako em di serkevtinan de berdewam bin.

Her weha Qubad Talebanî bi navê malbata Mam Celal aşkire kir ku ew bixêrhatina her kesên ku beşdarî merasîma salvegera koça dawî ya serok Mam Celal bûne dike, ji ber ku Mam Celal em bê rêbaz berneda û rêbaza wî zelal û aşkire ye û eger em dixwazin li ser rêbaza wî berdewam bin, dibe ku em rêbaza wî bixwînin.

Di dirêjahiya axivtina xwe de, Qubad Mam Celal aşkire kir ku Mam Celal baş dizanî ku Herêma Kurdistanê ne bi aştîxwazî û demokrasiyê be kok pêşnakeve û ji bo wê yekê jî, kar û tekoşîn ji bo aştî û aramî û yekrêziya gelê kurd û Kurdistanê kir.

Di dawiya axivtinên xwe de, Talebanî daxuyankirin ku pêwîste em rêbaza Mam Celalbiparêzin tako bi aramî ş aştîxwazî di Herêma Kurdistanê de hevsengiya hêz û aramiyê biparêzin û ji ber wê jî, parastina rêbaza Mam Celal gerantiya serkevtinan ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket