Peyvên nirxdar

kurdistani 04:02 PM - 2018-10-03
Doctor Soares

Doctor Soares

Doctor Soares - Bijîşk R. R. Swarêz di rûpela xwe de ev hevokên pir giranûbuha weşandiye ku derbarê bîr û baweriyên mesîh û mesîhiyetê şirove dike.


1
Ez çavên xwe bilind dikim çiyan,
Wê ji kuderê were alîkarî?

2
Alîkariya min ji Xudan e,
Ji afirandarê erd û ezman e.

3
Ew nahêle lingên te bişemitin,
Nahênije, yê ku te diparêze.

4
Parêzkerê Îsraêlê, nahênije û ranazê.

5
Parêzkerê te Xudan e,
Li milê rastê, Xudan ji te re sî ye.

6
Navê rojê tav,
Bi şev, hîv li te naxe.

7
Xudan te diparêze ji her xerabiyê,
Ew jiyana te diparêze.

8
Ji niha, heta her û her,
Xudan, çûyin û hatine te diparêze.
(zebûr 121)

           * * *

8
Ji hevhezkirinê pê ve ji bo tu tiştî nebin deyndarê tu kesî. Çimkî yê ku ji yê din hez dike, Şerîet pêk aniye.

9
Ew emrê ku dibêje: «Zînayê neke», «Nekuje», «Nedize», «Çavê xwe neavêjê tiştekî»[b] û eger emrekî din hebe, hemû dikevin nav vê gotinê: «Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.»[c]

10
Hezkirin xerabiyê li cîran nake; loma hezkirin pêkanîna Şerîetê ye.

11
Vê yekê bikin, çimkî hûn dizanin ku çi wext e; êdî saet hat ku hûn ji xewê hişyar bibin, ji ber ku niha xilasiya me, ji dema ku me bawerî anî nêzîktir e.

12
Şev pêşve çûye, roj nêzîk bûye. Îcar rabin, em karên tariyê ji ser xwe bavêjin û xwe bi çekên ronahiyê rapêçin.

13
Wek ku bi roj e, em bi awayekî serfiraz rêve herin; ne bi kêfkirina bi harîtî û serxweşî, ne bi fuhûşî û şehwetê, ne bi pevçûn û ne jî bi çavnebariyê.

14
Lê belê xwe bi Xudan Îsa Mesîh rapêçin û ji bo xwestekên nefsê tu tiştî peyda nekin.
(Romayî 13)

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket