Serkevtina namzetê YNKê Dr. Berhem pîroz be

kurdistani 12:55 PM - 2018-10-03
Serkevtina namzetê YNKê Dr. Berhem pîroz be

Serkevtina namzetê YNKê Dr. Berhem pîroz be

Serokkomariya Êraqê li tevahiya serkirde û alîgirên Yekîtiya Nîştîmsnî ya Kurdistanê YNK ê û gelê Kurdistanê pîroz be.

Serkevtina namzetê YNKê rêzdar Dr. Berhem Salih di hilbijartinên Êraqê de, bi 219 dengan, ku carê yekê ye di dîroka Êraqê de wiha rikebertiyeke demokrasiyane pêkwere, bi serê xwe destkevteke ji bo tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê.

Serkevtina YNKê di wergirtina posta serokkomariya Êraqa federalê de, wê di xizmetê tevahiya gelê kurd û Kurdistanê û Êraqê jî de be, ez bawer im ku wê Dr. Berhem bi hevkariya serkirdeyetiya YNKê gelek kêşe û aloziyan çareser bikin.

Ji ber ku wek em tev dizanin ku rewşa Êraq û Herêma Kurdistan û navçeyê gelek aloze û ew peywendiyên ku caran di navbera Kurd û Êraqê de hebûn, niha wek caran nemaye, bi taybet piştî nexweşketina nemir serok Mam Celal ku rewşa tevahiya Êraqê ber bi nelihevî û tevliheviyeke bê sînor ve çû.

Her weha di pîrozbahiyên herî girîng û li ber çavan peyama Brett H. McGurk bû. Piştî hilbijartina Namzetê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Dr. Berhem Ehmed Salih ji bo serokkomariya Êraqê, Brett H. McGurk Nûnerê taybet yê serokê Amerîkayê Donald Trump di Hevpeymaniya Navneteweyî li dijî DAIŞê, pîrozbahî li Dr. Berhem Salih kir û ragihand; Ez pîrozbahî li hevalê xwe yê dêrîn ku bû bi serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih dikim û emê alîkar û hevkarê wî bin.

Dema ku nûnerê serokê Amerîkayê bi wê awayî piştîvaniya Dr. Berhem Salih dike, dibe ku mirov ji xwe re baş waneyan derxîne û bêbextiyan li mirovê ku bi awayekî demokrat bi serkevtiye, li cihê êrişkirin an neçîrinkirina navê wî, bila mirov pîrozbahiyê lê bike.

Di vê barê de, ez dixwazim bi riya vê nivîsa xwe ya taybet bi hilbijartina Dr. Berhem Salih ji bo serokkomariya Êraqa federalê hinek tişt ji bo çalakvanên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêm û Ewropayê zelal bikim ku ji duh ve, li şûna ku pîroz bikin, dest bi neşîrinkirin û êrişan li dijî Dr. Berhem Salih kirine, ez ji wan re dibêjim ku ji xwe re baş temaşe bikin û bi hûrî bixwînin û piştra tawanan çep û rast bavêjin.

Hûn dibêjin Dr. Berhem ji aliyê Êranê ve hatiye piştgirîkirin, lê hûn tenê bi çavekî temaşeyî mijar û babatan dikin, lê mixabin gelek ji we jî baş dizane ku namzetê YNKê ji aliyê piraniya aliyên siyasî Êraq û Herêm û navneteweyî ve jî hatiye pejirandin ku ev keseyatî, berê jî xwedî ezmûn û xwedî role di hikûmraniya Êraq û Herêma Kurdistasnê de ye.

Hûn di serî de, serê xwe ê kêl derman kin, piştre hewlî derankirina yê cîranan bidin.? We Rojava têkde, we Efrîn li neyar û terorîstan helal û rewa kir, niha jî hûn dev davêjin Başûrê Kurdistanê.? Hûn çi dixwezin, kes nas nake. Kes ji we tênagihe ku daxwaza we çi ye.

Li şûnê ku hûn pîroz bikin, hûn êriş û tevilheviyê dikin. ? Li şûnê ku hûn rewşê aram û hêmin bikin, hûn agir bi benzînê de dikin.? Li şûnê ku hûn agirê heye vemirînin, hûn agir geştir dikin.

Heman ew kesên ku niha ji Dr. Berhem Salih re dibêjin peyayê Êranê ye, her ew bûn ku dema Dr. Berhem ji YNKê cudabû, jê re digotin mirovê kurdperwer û dirust. Gelo çira beriya çend mehan baş û dirust bû, lê piştî ku vegeriya nava YNKê û bû bi serokkomar bû bi peyayê ne rind û girêdayî ecnîdeyan?!

Mixabin û her mixabin..

Ji bo çalakvanên Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî, ez bi hêvîme ku hûn bi rewşa heyî li Herêma Kurdistanê alîkar û hevkar bin, berê derdê wan ne besê wane, bila em jî giraniya xwe nexin stuyê wan, berê jî ew derdê paneberên her sê aliyên Kurdsitanê dikşînin, lê dibe ku em jî ji wan re hevkar û alîkar bin, ne bar û ajawa bin.

Ji bo çalakvanên Herêma Kurdistan û Başûrê Kurdistanê bi giştî, ev rewşa heyî hûn bi xwe jî tê de dijîn, hûn ji me baştir dizanin û nas dikin, lê wek daxwazî û pêşniuyar, ji bilî dev avêtina hev du, hûn hewlî yekrêzî û aramî û aştiyê bidin, gelê kurd li Başûrê Kurdistanê gelek qurbanî dan û pir perîşan bûn, êdî bila bi aramî û jiyaneke xweştir û azad bijîn.

Îro roja çarşemê 3-10-salvegera koça dawî ya serok Mam Celal e ku sala çuyî li nexweşxaneyeke Almaniyayê koça dawî kir û bi yekcarî ji nava me bar kir, lê ew bi raman û rêbaz her dem di nav hizir û dilê me de ye, em kar û tekoşîna wî ya dîrokî ku 70 sal pir ji xweragirî û serxistina siyaseta kurdî û nasandina doza kurdî li welatên Ewropa û Amerîkayê, ew xwedî roleke dîrokî û sembola nîştimana kurdî û Kurdistanî ye.

Serkevtina namzeta YNKê ji bo serokkomariya Êraqê ku duh şeva koça dawî ya rewanşad Mam Celal bi 219`an hat hilbijartin, ew ji rastiya rêbaza Mam Celal û darijtina siyaseta rast û pîlannameya dirust ji dahatoya YNKê û gelê kurd re ye.

Ez careke din pîrozbahî li Dr. Berhem Salih û tevahiya endam û serkirde û alîgirên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê û gelê kurd û Kurdistanê li her çar aliyên Kurdistan û cîhanê dikim.

Hozan Efrînî

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket