YNK; Hejmara kursiyên xwe ragihand 24-26

kurdistani 04:35 PM - 2018-10-02
YNK; hejmara kursiyên xwe ragihand

YNK; hejmara kursiyên xwe ragihand

Peyvdarê saziya hilbijartinan ya YNKê hejmara kursiyên ku bi destxistine ragihand.

Peyvdarê fermî yê saziyên hilbijartinan yê YNKê ji PUKmedia`yê re ragiahnd ku li gor amareyên li cem me hene ku rastiyên bi giştî têde ye ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di hilbijartinên parlemana Êraqê de 24-26 kursiyên parlemanê bi destxistiye.

Aşkire kir ku eger komisyona rapirs û hilbijartinan bi awayekî pir zelal û cedî temaşe û lêkolîna sikaleylên me bike, wê hejmara kursiyên me pir zêde bibin.
Da zanîn ku li Behdînanê û Hewlêrê me sikala ji Komisyonê re şandî û mijara sextekariyê jî me ji wan re pir zelal kirî.

Biryar Reşîd di dirêjahiya axivtinên xwe de, daxweyand ku hindik kenal amareyên nerast li gorî xwe derbarê rêjeya dengên YNKê belav dikin û em ji hemû aluiyan re dibêjin ku her amareke ji saziya hilbijartinên YNKê nûneretiya YNKê dike, lê ew alî û kenalên wan ku belav dikin dûrin ji rastiyan.

Reşîd amaje bi wê jî kir ku YNKê ji bo xizmet, xwe ji bo çar salên dahato amadekiriye ku wê dirûşmên xwe ên ku di bangêşeya hilbijartinan de digot, di warê kirdarî de bicih bike.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, peyvdarê fermî yê saziya hilbijartinên YNKê Dr. Biryar Reşêd derbarê ragihandina van encaman de, got; Ev tenê ji aliyê me ve ne, lê yê herî fermî û pejrandî wê ji aliyê komisyona rapirs û hilbijartinên li Herêma Kurdistanê ve bê ragiahdnin.

Hejmara dengên YNKê ên vê carê ji ya berê zêdetir bûne.

Lîsteya 105 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ku li herdu parêzgehên Silêmanî û Helebçe û Li Rêvebiryên Raperîn, Germiyan pileya yekemîn bi dest aniye, her li sînorê Hewlêrê û Duhokê jî hejmara dengan zêdetir kiriye.

Li gorî amareyên ne fermî di dengdana taybet de, ku ji bo xola 5`mîn ya parlemana Kurdistanê, dengên YNKê pir cudatirî ya xola 4mîn ya parlemana Kurdistanê bû ye ku yê vê carê hejmara dengan bilindtir û zêdetir kiriye.

Di proseya dengdana taybet de ku li Herêma Kurdistanê ji bo parlemana Kurdistanê destpêkir, lîsteya 105 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li gorî encamên ne fermî li parêzgeha Silêmanî  ji asta 48.789 dengên taybet, YNKê 42.114 deng bi dest anî ye.

Her weha ku li navçeya Koyê mafê dendana 28.457 dengan hebûn, lîsteya 105ê ya YNKê dikarî 21.209 dengan bi dest bîne û bi vê rengî YNKê di pêş hemû aliyên din de ye û pileya yekemîn bi dest anî ye.


YNKê li Silêmanî û Helebçe yekemîne û duyemîn li Hewlêre

YNKê li Silêmanî û Helebçe pileya yekemîn û duyemîn li Hewlêre tomarkiriye.

Li gorî encamên ne fermî ku ji aliyê  nûnerê çavdêriya hilbijartinan yê YNKê ku  hatiye ragihandin Lşsteya 105 ya YNKê li  Silêamnî û Helebçe yekemîne û li Hewlêr duyemîn e.

Di wê barê de jêdereke agahdar ji PUKmedia`yê re ragihand ku YNKê li Hewlêrê bi pileya duyemîne û ew dengn ku vê carê bi destxitiye bêtirin ji ya hilbijartinên parlemana Êraqê ku di 12-5-2018`an de birêve çûye.

Amaje bi her du parêzgehên Silêmanî û Helebçe jî kir ku bi bê rikieber YNKê yekmîn e, bi vê awayî derdikeve holê ku dengên YNKê li gel 4 salên berê bi awayekî 2 qat zêdekiriye û li gel hilbijartinên vê dawiyê Êraqê jî pêşketineke baş tomar kiriye.


Qubad Talebanî dilxweşiya xwe ji proseya dengdanê re nîşan da

Serokê lîsteya 105ê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Qubad Mam Celal Talebanî ku di daxuyaniyeke rojnamvaniyê de amaje bi dilxweşgeriya encamên hilbijartinan kiriye, lê ew li bendê kotayiya encaman e.

Her weha Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê lîsteya 105ê YNKê Qubad Talebanî di daxuyaniyeke rojnamegeriyê de ragiahand; "Daxwazkar im li welatiyan ku xweşî û ne xweşî yên xwe bi awayekî şarestaniyet derbibirin".

Di barê pejirandina encaman de û rastiya wê de, serokê lîsteya 105ê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Qubad Talebanî di dirêjahiya daxuyaniya xwe ya rojnamegeriyê de got; "Encamên hilbijartinan dilxweşgerin, lê hîn jî maye, emê li bendê encamên dawiyê bin, em li hêviya pejirandina encaman bin ku nûnerên xwe ên xola nû ya pêncemîn tako xizmeta welatiyan bikin".

Der barê dirûşm û nêzîketiya gel jê re, Qubad Talebanî di wê daxuyaniyê de zelalkir ku li gorî encamên destpêkê derket ku xelkê Kurdistanê dirûşmên Aramî,Derfeta Kar û Xizmetkirin ji xwe re bi bingeh girtiye û li serr wê bingehê, em jî di dahato de dest bi bicihkirina dirûşman dikin tako xizmetî welatiyan bikin.

 

Hêjayî gotinê ye ku roja yekşemê 30-9-2018`an, di demjimêr 8ê sibê de proseya dengdana giştî li sertanserî Herêma Kurdistanê destpêkir û demjimêr 6ê hêvarê, li sertanserî Herêma Kurdisanê proseya dengdana giştî ji aliyê komusyona giştî ya hilbijartin û rapirsiyê ve hate ragihandin.

Îro roja yekşemê 30-9-2018`an, demjimêr 8ê sibê, li sertanserî navçe û bajar û bajarok û deverên Herêma Kurdistanê proseya dengdana ji bo hilbijartinên parlemana Kurdistanê dest pê kir.

Proseya giştî ya ji bo parlemana Kurdistanê xola wê ya pêncemîn li gor rênmeyên komusyona serbixwe ya rapirs û hilbijartinan li Herêma Kurdistanê ku wê 2 milyon û 914572 kes mafdarê beşdarbûna proseya dengdanê ne, tlê wê wateyê ku li Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebçe ne.

Her wehabi vê awayî li jêr hatiye hejmara bingeh û degnderan li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê.. Li gorî komusyona hilbijartinan ku li tevahiya herêma Kurdistanê 941 bingehên dengdanê hatine amadekirin tako dengder dengê xwe tê de dane.


1- Hewlêr 499 bingehên dengdanê hene ku 2142 wîstegehên dendanê li xwe girtiye ku wê nêzîkî milyonek û 36419 kes mafên beşdarbûnê hebin.

2-Silêmanî 476 bingeh hene ku 2306 wîstgehên dengdanê li xwe digre û mafê dendana milyone û 134760 kesan heye ji dengdanê re.

3-Duhokê 257 bingeh hene ku 361 wîstgehan li xwe digre û mafê dengdana 677797 kesan heye du dengê xwe bidin.

4-Helebçe 28 bingehên dengdanê hene ku 132 wîstgehan li xwe digre û mafê 6616 kesan heye ku dengên xwe bidin.


Hêjayî gotinê ye ku di proseya dengdana ji bo xola pêncemîn ya Parlemana Kurdistanê de, 773 namzetên aliyên siyasî û serbixwe yên Herêma Kurdistanê ji bo 111 kursiyên parlemanê kêbirkî kiribûn.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket