3-10 roja barkirina sembola nîştimanî kurd

kurdistani 02:18 PM - 2018-10-02
3 roja barkirina sembola nîştimanî kurd

3 roja barkirina sembola nîştimanî kurd

Mixabin, Serok û sembolê yekîtiya kurd serok Mam Celal Koça dawî kir
3/10/2017

Milyonan car mixabin, Rêzdar serok Mam Celal koça dawî kir bila serê gelê kurd û Kurdistanê xweş be.

Îro roja sêşemê 3-10-2017`an, serokkomarê Êraqê yê berê û sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Serok Mam Celal li welatê Almanyayê koça dawî kir.

Ji ber têkçûna rewşa tenduristiyê, serok Mam Celal ji bo nexweşxaneyên Almanyayê hat veghustin û piştî derbasbûna demeke dirêj, vegeriya Herêma Kurdsitanê û bo şend carên din jî serdana pijîşkê xwe kir, lê mixabin îro roja sêşemê 3-10-2017`an ji nava me bar kir û tevlî karwana nemirên gelê kurd û Kurdistanê bû.

Bi vê boneya nexweş û xemgîn, em serxweşiyê li tevahiya gelê kurd û Kurdistanê dikin û bila hemû malbata Mam Celal xweş bin.

Salvegera sembola neteweyî birêve diçe


Biryare ku sibê roja çarşemê 3-10-2018`an li ser mezarê serok Mam Celal li navçeya Dabeşanê, salvegera sembola Nîştimanî birêve biçe.

Di wê barê de, endamê encûmena navendî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Dr. Mihemed Sabir ragihand; Sibê roja çarşemê demijmêr 3 piştî nîvro, em salvegera koça dawî ya sembola nîştimanî serok Mam Celal li ser mezarê Mam saz dikin.

Dazanîn jî ku wê li mizgefta mezin ya bajarê Silêamniyê jî, mewlûd ji bo rewnşadiya Mam Celal were xwendin.


Panorameyek ji peyamên serxweşiyê yên aliyên siyasî Kurdistanî


Sînem Mihemed beşdarî merasîma amadekirina termê Mam Celal bû
5/10/2017

Sînem Mihemed nûnera rêveberiya Rojavayê Kurdistanê li dervayî welat jî beşdarî merasîmê bû.
Berpirsa derve ya Rojavayê Kurdistan Sînem Mihemd beşdarî merasîma amadekirina termê serok Mam Celal li Almanya bû.
Di wê merasîmê de, berpirsa rêxistinên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê Şanaz Ibrahîm Ehmed jî amadebû, tê de Sînem Mihemd bi navê tevahiya xelkê Rojavayê Kurdistanê xembariya xwe anî ser ziman û koça dawî ya serok Mam Celal bi ziyaneke mezin ji doza gelê Kurd re nirxand.

Hêjayî gotinê ye ku di roja 3-10-2017`an, serok Mam Celal li nexweşxaneyek Berlîna Almanyaê de, ji ber nexweşiyê, jiyana xwe ji dest dabû û tevlî karwana nemir û kesayetiyên mezinî Kurdistanê bû.
Her weha Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji bo anîna termê serok Mam Celal roj û dema anîna bo Herêma Kurdsitanê aşkire kir.
Di wê barê Sedî Ehmed Pîre ragihand ku serok Mam Celal ne Milkê YNK`ê ye bes, lê ew milkê tevahiya gelê Kurd e û gelê Êraqê ye.
Aşkire kir ku wêm termê serok Mam Celal roja înê vegere bo Silêmaniyê û wê roja şemiyê jî yekem roja serxweşiyê be û rojê din wê li hemû bajarê Kurdistanê be.

KNK: Koça dawî ya birêz Mam Celal di rewşa niha de xusarek mezin


KNK’ê tikildarî wefata sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî, peyameke sersaxiyê şand û got: ” Di vê rewşa hestiyar de ku gelê Kurdistanê têre derbas dibe, ji destdan a kesayetiyek weke Mam Celal xusareke mezin e."

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya koça dawî ya sekreterê giştî yê YNK’ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Telebanî ku di nav Kurdan de weke Mam Celal tê naskirin, peyameke sersaxiyê parve kir.

KNK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku îro birêz Mam Celal, sekreterê Giştî yê Yêkitiya Niştîmanî ya Kurdistan (YNK) û Serokkomarê berê yê Iraqê di temenê 84 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.

KNK’ê di peyama xwe de ev tişt anî ziman:

’BI XIMETA XWE BÛ SITÛNEK Ê ŞOREŞA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ’

”Di vê rewşa hestiyar de ku gelê Kurdistanê têre derbas dibe, ji destdan a kesayetiyek weke Mam Celal xusarek mezin e. Birêz Mam Celal weke pêşmerge, siyasetvan û dîplomatkarek kurd, pitir ji 60 salên jiyana xwe da xizmeta doza Kurdistanê û azadiya gelê Kurd. Di encama wê têkoşînê de, Ew bû yek ji sitûnên bingehîn ê şoreşa Başûrê Kurdistanê û xemxorên pirsa Kurd li hemû perçên Kuridstanê. Li ser asta navçeyî û cîhanî jî, weke rêberek çalakê Kurd her tim li pey pirsa Kurdistanê bûye û hewl daye ji bo bi serxistina doza rewa ya gelê Kurd dost û hevkaran peyda bike. Di wê rêyê de Mam Celal li pir li deriyan xist û di piraniya wan hewlên xwe de serkeftî bû.

’JI BER ÇALAKIYÊN WÎ HÊJAYÎ ERKA SEROKKOMARIYÊ HATE DÎTIN’

Piştî hilweşîna rêjîma Baas a iraqê jî, yek ji rêberên siyasî yên herî çalakê deverê bû ku cihê penceyên wî li ser hemû bûyerên wê qonaxê diyar e. Ji ber wan çalakiyan bû ku Mam Celal karî nîşan bide ku hêjayê serokkomariya welatek weke Îraqê ye. Di gel hemû arîşe, netifaqî û aloziyên hundirîn û derveyî li Iraqê, wî karî wê qonaxê bi serkeftin derbas bike. Her di wê qonaxê de bû ku gelê Kurd li Başûrê Kuridstanê di warê avadanî û abûrî de pêşketinên berçav bi dest xist.

‘KURDAN DI ENÎ Û PLATFORMEKE NETEWÎ DE KOM BIKE’

Em weke Kongireya Neteweyî ya Kurdistan (KNK), ji ber ji destdan a Mam Celal pir xemgîn in. Em destpêkê serxweşiyê didin xwe, malbat û kesûkarên birêz Mam Celal, serokatî, endam û alîgirên Yêkitiya Niştîmanî û hemû gelê Kurdistanê. Em xatircem in ku cihê Mam Celal di nava rûpelên geşê dîroka gelê me de wê her tim zindî bimîne.

Birêz Mam Celal, her tim xema wê yekê dixwar ku dengên cuda di enî û pilatformek neteweyî de kom bike. Ji xwe Yêkitiya Niştîmanî yek ji berhemên wê têkoşînê ye. Em bi hêvî ne ku rêwîngîyên rçêya Mam Celal xebata wî berdewam bikin û ji bo yêkitiyek neteweyî pêngavên çalak bavêjin.”

Konse ya Rêvebir ya Kongireya Neteweyî ya Kurdistanê – KNK
Brûksel, 03.10.2017


Karayilan: Mam Celal wê di têkoşîna Kurdistana azad de her bijî
8/10/2017

   Karayilan: Mam Celal wê di têkoşîna Kurdistana azad de her bijî

"Têkiliyên Mam Celal bi Serok Apo û her çar parçeyên Kurdistanê re, sekna wî ya neteweyî wê her tim ji bo me hêza têkoşînê be. Ew ê bi vî rengî kesekî nemir be û di têkoşîna Kurdistana azad û serbixwe de bîranîna Mam Celal bijî."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûrat Karayilan, ji ber wefata Sekreterê Giştî yê YNK'ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî ji qenala Kurdsat Newsê re axivî.

Axaftina Karayilan bi vî rengî ye:

"Bêguman koça dawî ya Mam Celal ji bo tevahî gelê Kurdistanê xesarek mezin e. Niha li tevahiya Kurdistanê niha şîn heye. Bi rastî em jî weke kesekî ku Mam Celal nas dike, jê re hevaltî kiriye, pir xemgîn in. Bi rastî êşa koça dawî ya Mam Celal ne ji rêzê ye. Ji xwe 5 salan beriya vê nexweş ket, lewma di siyaseta Kurd de valahiyek çêbû. Koça wî ya dawî ev valahî kûrtir kir. Ez di serî de ji bo rêzdar xwişka Hêroxan, kek Kûbat, kek Pavel, kek Lahor û tevahî malbatê sersaxiyê dixwazim. Wekî din ji bo tevahiya hevalên YNK'ê, ji bo tevahî gelê xweşawîst, gelê Silêmanî ji bo tevahiya gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazim. Em êşa malbatê ji dil ve parve dikin.

Bi rastî Mam Celal, Serok Mam Celal, heval Mam Celal kedeke xwe mezin di ber vî gelî û tevahiya siyaseta Kurd de heye. Tişta herî girîng, Mam Celal ne kesekî parçeyî bû. Kesekî neteweyî bû. Ji ber vê jî îro gelê Kurd hemû pê diêşe.



LI GEL MAM CELAL XITIMANDIN TINE BÛ, EW HÊZEKE ÇARESERIYÊ BÛ

Bi rastî dema mirov lê dinerin ev sê roj in şîn e. Li Silêmanî, li Başûrê Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê şîn e. Li ser taybetmendiya Mam Celal gelek kes diaxive û gelek tiştan dibêje. Bi rastî Mam Celal ne kesekî ji rêzê bû. Tenê ne ji bo gelê Kurd, civaka Kurd xwedî rolekê bû. Ji bo herêmê jî rola xwe hebû. Li Iraqê, ji bo navbera Sûnî û Şîa çêbike afirandina ku Mam Celal raber kiriye ti kes nikare raber bike. Hem ji bo herêmê, pêkhateyên herêmê, hem jî ji bo gelê Kurd têkoşerekî mezin bû, xwedî kedeke mezin bû. Û roleke xwe hebû. Rengek bû di siyaseta Kurdan de. Bi afirîneriyeke mezin siyaset dimeşand. Li gel wî xitimandin tine bû. Her çiqas pirsgirêk hebûna, dema me hev didît, teqez wê li ser maseyê pirsgirêk çareser bûya. Yanî li gel Mam Celal xitimandin tine bû. Hêzeke çareyê bû. Ji ber vê yekê hêvî bû. Eger pirsgirêkeke giran hebûya, mirov digot eger em biçin gel Mam Celal wê çareseriyek derkeve holê.

DI VÊ SERDEMA GIRÎNG DE PÊWÎSTIYA GELÊ KURD Û IRAQÊ BI LÎDEREKÎ WEKE MAM CELAL HEBÛ

Yanî mirovekî bi vî rengî jêhatî, jîr, kûr û dûr didît bû. Bi diyalog, aştîxwaz û yekîtî esas digirt. Kesayetekî bi vî rengî ji bo gelê Kurd di vê demê de hewce bû. Di vê serdema girîng de pêwîstiya gelê Kurd, pêwîstiya Iraqê, bi lîderekî weke Mam Celal hebû. Ji ber vê yekê wefata wî ji bo me hemûyan xesarek e. Keda ku wî daye, xizmeta ku daye wê ji aliyê ti kesî ve neyê jibîrkirin. Di vê çarçoveyê de Mam Celal nemir e. Berhemên xwe hene. Ev tiştekî li ber çavan e.

Îro di avakirina sîstema federal a Iraqê de, di avakirina sîstema federasyona Başûrê Kurdistanê de ked û rola Mam Celal kes nikare înkar bike. Ev berhemek e. Windahiya kesayetekî wisa ji bo her kesî xesar e. Ji bo me jî wisa ye.

TÊKOŞÎNA LI BAKURÊ KURDISTANÊ TIMÎ GIRÎNG DIDÎT

Em weke PKK, Mam Celal ji nêz ve nas dikin. Weke şexs ez wî ji nêz ve nas dikim. Bi rastî xemgîniya me kûr e. Dizanîbû ku Kurdistan çar parçe ye û bi yek parçeyî bigire dest siyaset li Kurdistanê temam nabe. Ancax bi çar parçeyan têkoşîna azadiya Kurdistanê dikare bi ser bikeve. Ev mijareke pir girîng e. Mijarek sereke ye. Di siyaseta Kurd de yek bi vî rengî nefikire nikare bi ser bikeve. Bi Mam Celal re ev kûrahî hebû. Xwedî vê seknê bû. Ji ber vê yekê hîn di salên 1980'î de Serok Apo nas kir. Timî pê re têkilî danî û têkoşîna li Bakurê Kurdistanê girîng dît. Ji xwe digot 'Kurdistana mezin'. Ev yek bingeha têkiliya navbera me û bingeha têkiliya neteweyî ye. Karê kirî, diyaloga kirî, ji bo pirsgirêka Kurd ne tenê li Başûrê Kurdistanê ji bo li tevahiya Kurdistanê çareser bibe xwedî têkoşîn û ked bû.

Ji ber vê yekê pir zêde em hurmetê didin wî. Bi rastî, me lîderekî gelê Kurd ê jêhatî, bijare û aqilmend winda kir. Ev ji bo me xisar e. Ez bawerim dikim, şopa wî ava kiriye, rêya wî zelal kiriye niha jî ji bo siyaseta Kurd, ji bo me hemûyan rê nîşan dide. Di têkoşînê de divê em vê rêbaza yekîtiya neteweyî, vê rêbaza diyalogê, aştiyane, xweşbîniya di şertê herî giran de divê em bimeşînin. Ev rêbazên Mam Celal bû. Divê em ti carî vê ji bîr nekin. Û bi rastî berhemên ava kiriye, eger hemû hevalên YNK'ê, hemû siyasetmedarên Kurdistanê li ser kûr bibin, ez bawer dikim berhema wî wê hîn zêde encam bigire.

DIVÊ HER KES XWE BERPIRSYAR BIBÎNE KU XEWN Û XEYALÊN WAN BI CIH BÎNIN

Di vê salê de hem koça dawî ya Kek Newşîrwan Mistefa, hem jî koça dawî ya Mam Celal bi rastî xesarek e. Divê siyaseta Kurd, di serî de Tevgera Goran û YNK û em tevahiya siyaseta Kurd li ser vê rawestin, em ê çawa xewn û xeyalê wan bixin meriyetê, çawa bi cih bînin, divê her kes xwe berpirsyar bibîne.

BÎRANÎNA MAM CELAL WÊ DI TÊKOŞÎNA KURDISTANA AZAD DE HER BIJÎ

Bi taybetî ji bo Mam Celal, têkiliyên wî bi Serok Apo re, têkiliyên wî bi her çar parçeyên Kurdistanê re, sekna wî ya neteweyî wê her tim ji bo me hêza têkoşînê be. Ew wê bi vî rengî kesekî nemir be, wê di têkoşîna Kurdistana azad û serbixwe de bîranîna Mam Celal bijî. Em ê rê û rêbazên wî bi vî rengî bimeşînin û bi ser bixînin."
PUKmedia-ANF

Fermandariya Giştî ya YPG: Em ê li mîrasên Mam Celal xwedî derkevin
4/10/2017

Bi êş û xemgîniyekî pir mezin, me agahiya wefata kesayetekî mezin, feylesûf û serokekî hêja yê Kurdan Mam Celal bihîst. Mam Celal xwedî ked û êmekekî pir dîrokî ye. Mam Celal  ji bo doza gelê Kurd fedekarî, xebatên siyasî û pêşmergetî kir.
 
Mam Celal heta roja xwe ya dawî bi şêwazekî erênî ji bo ku sibarojê siyastemedarên gelê Kurd ji wî sûd û mînak bigrin û li ser şopa wî bimeşin, wekî akademiyekê tecrûbe dida her kesî.
 
Weke Fermadadariya YPG`ê di vê dema dîrok û hesas de, serkeftin û qezencên ku me li Rojavayê Kurdistanê bi destxistine, me ji tecrûbeyên Mam Celal digirt.
 
Her wiha di vê pêvajoya dîrokî ku gelê Kurd têre derbas dibe, wendahiyekî kesayetekî wekî Mam Celal windahiyekî mezin û bi êş e.
 
Em di konferasnê xwe yê yekemîn a avakirina YPG`ê de şîfa ji Mam Celal re xwest û li ser wî bingehî me rêxistinekî wekî YPG`ê ava kir û îro jî  mezin bû.
 
Wekî şervanên azadiyê li Rojavayê Kurdistanê em ê xwedî li mîrasên Mam Celal derkevin. Ji bo Mam Celal nemir be û li xeta wî xwedî derkevin, em ê him di Rojavayê Kurdistanê de him jî di hemû Kurdistanê de, li têkoşîna gelê Kurd xwedî derkevin.
 
Di dawiyê de, em sersaxî ji malbata Mam Celal, YPG, gelê Kurd û hemû gelê Kurdistanê re, dixwazin.
 
Fermandariya Giştî ya YPG
4 Cotmeh 2017


Peyama PYD`ê ji bo koça dawî ya Serok Mam Celal
4/10/2017


Peyama PYD`ê ji bo koça dawî ya Serok Mam Celal ku ji aliyê hevserokên PYD`ê Ayşe Hiso û Şahoz Hesen ve hatiye weşandin.

Ev jî naveroka peyama PYD`ê ye;

Bi dileke xemgîn û êş îro piştî nîvro me nûçeya koça dawî ya  serkreterê giştî ya Yekîtiya Nîşrimanî ya Kurdistan YNK`ê û serokkomarê berê yê komara federal a Îraqê Mam Celal Talebanî wer girt.

Em weku Hevserokên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê serê malbata serok Mam Celal, rêhevalên YNK`ê û gelê Kurdistanê xweş dikin. Her wiha em serê xwe û hemû hêzên siyasî yên demokrat, nîştiman perwer  û Kurd perwer li seran serî Kurdistan û navçeyê xweş dikin.

Me kesayetiyeke ku piraniya jiyana xwe da tekoşîna doza Kurd û nîştiman peweriyê, winda kir.

3 / 10 / 2017

Hevseroketiya PYD`ê

Ayşe Hiso – Şahoz Hesen

Hevserokê KODAR'ê: Divê ji bo hêviyên Mam Celal yekîtiya neteweyî pêk bê
8/10/2017

Hevserokê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûad Bêrîtan got; "Hêviya Mam Celal ew bû ku giyanek serbixwe ji bo Kurdan pêk were. Dixwest sefereke aştiyê ji bo bidestxistina mafê Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û azadiya Ocalan dest pê bike. Ji ber vê yekê divê ji bo xwestekên Mam Celal yekîtiya neteweyî pêk were."
Hevserokê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûad Bêrîtan duh li Silêmaniyê bi şandeke KODAR û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) serdana taziya Sekreterê Giştî yê YNK'ê û Serokkomarê Berê yê Iraqê Celal Talebanî kir.

Hevserokê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûad Bêrîtan têkildarî koça dawî ya Mam Celal ku di 3'yê Cothemê de wefat kir, ji ajansa me re wiha got; "Em sersaxiyê ji Başûrê Kurdistanê re dixwazin. Wefata lîderê gelê Kurd Mam Celal ku her tim têkoşîna wî ji bo çareserkirina doza gelê Kurd bû, di nava siyaseta  Kurd de valahiyek mezin çêkir."

Bêrîtan di berdewama axaftina xwe de wiha axivî, "Mam Celal dixwest ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a li Bakurê Kurdistanê û beşên din ê Kurdistanê û azadiya Rêber Apo weke balyozê aştiyê hewl bide. Lê mixabin temenê wî rê nedayê."

'Hêviya Mam Celal yekîtiya gelê Kurd bû'

Hevserokê Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûad Bêrîtan herî dawî bal kişand ser yekîtiya neteweyî û got; "Ji bo ku em bikarin xewnên Mam Celal pêk binîn, divê yekîtiya neteweyî û yekrêziya neteweyî pêk binîn. Hêviya Mam Celal yekîtiya gelê Kurd bû. Giyana serbixwe ya gelê Kurd bû. Azadiya Rêber Apo bû. Pêwîst e hemû aliyên siyasî yên herçar parçeyên Kurdistanê bên li gel hev û bi yekîtiya neteweyî û Kongreya Neteweyî hêviyên Mam Celal pêk binîn. Ev valahiya ji ber wefata Mam Celal çêbûye, tijî bikin."


Osman Baydemir: Mamm Celal alîkarê her çar aliyên Kurdistanê bû
7/10/2017

Îro demijmêr 10,30 li bajarê Silêamniyê , li ber mezarê serok Mam Celal, serok û nûnerên welqat û partiyan serdana dawî ji bo koça dawç ya serokê kurd rêber Mam Celal kirin û tê de tacên gulan li ber serî wî danîn.
Her weha di wê serdanaê de, nûnerê Bakurê Kurdistanê Osman Baydemir gotarek pêşkêş kir û tê de got; Osman Baydemir: Serok Mamm Celal alîkarê her çar aliyên Kurdistanê b.

Her weha di gotara xwe de, Baydemir aşkire kir ku serok Mam Celal ew serokê tevahiya gelê kurd bû, ji ber wê yekê jî, em îro dibînin ku koça dawî ya serok Mam Celal bû ye sedema şînî li her çar parçeyên Kurdsitanê.

Osman Baydemir di dirêjahiya gotara xwe de aşkire kir ku hinek kes û aliyan dixwestin navê Mam Celat wek terorîst nîşan bikin û hinekan jî jê re digotin terorîst, lê spas ji Xwedê re ku piştre jî, serok Mam Celal bû bi serokê tevahiya Êraqê û xwe selmand ku ew xwedî maf û azadiyê û ji bo azadiya gelê xwe tekoçna rewa dike.

DBP’ê ji bo Mam Celal peyama sersaxiyê weşand
3/10/2017

DBP: Her çendî îro Mam Celal jiyana xwe ji dest jî dabe, bi têkoşîna azadiyê ya ku dayî wê di dilê gelê Kurdistanê de mîna rojê germ bike, rêya wan ronî bike û her tim bibe hêvî.

DBP’ê têkildarî wefata siyasetmedarê Kurd Celal Talebanî peyama sersaxiyê weşand û wiha got: “Her çendî îro Mam Celal jiyana xwe ji dest jî dabe, bi têkoşîna azadiyê ya ku dayî wê di dilê gelê Kurdistanê de mîna rojê germ bike, rêya wan ronî bike û her tim bibe hêvî.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî wefata siyasetmedarê Kurd Celal Talebanî daxuyanyekî nivîskî weşand û di daxuyaniyê de wiha tê gotin;

“Wefata Serokê Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (KNK)’ê Celal Talebanî em xemgîn kirin. Mam Celal di têkoşîna azadiya çar parçeyên Kurdistanê de xwedî kedekî mezin bû û di heman demê de şopdarê wê bû.

Xeyala herî mezin a Mam Celal yekîtiya gelê Kurdistanê bû. Her çendî îro Mam Celal jiyana xwe ji dest jî dabe, bi têkoşîna azadiyê ya ku dayî wê di dilê gelê Kurdistanê de mîna rojê germ bike, rêya wan ronî bike û her tim bibe hêvî. Ji malbatê û gelê Kurdistanê re em sersaxiyê dixwazin. Bîranîna wî wê di têkoşîna me de her tim were jiyîn.”

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket