Parlementerên jin derbarê Mam Celal dipeyvin

kurdistani 01:32 PM - 2018-10-02
Parlementerên jin derbarê Mam Celal dipeyvin

Parlementerên jin derbarê Mam Celal dipeyvin

Ji bo bîranîna salvegera kopça dawî ya serok Mam Celal, me careke din ji erşîvê ev rêportaja dubare weşand ku ji aliyê ajansa Rojnewsê ve hatibû amadekirin û weşandin.

Parlamenterên jin ên Başûrê Kurdistanê têkildarî wefata Mam Celal ji ajansa Rojnewsê re axivîn û xwestin ku wefata wî bibe boneya aştî û biratiya hemû aliyan.

Parlamenterên jin ên Başûrê Kurdistanê dar barê wefata Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talebanî de ji ajansa me re hestên xwe anîn ziman.

Parlamentera YNK'ê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî got; "Mam Celal ji ciwantiyê ve û hemû jiyana xwe ya siyasî kesek aştîxwaz û bi hev re jiyanbûn bingeh digirt. Niha sersaxiya wî bûye sedema kombûna hemû aliyan. Hêvî dikim ku wefata wî bibe boneya aştî û biratiya hemû aliyan."

Parlamentera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Eşwaş Caf jî hestên xwe wiha anî ziman; "Mixabin me pêşmergeyekî qehran ê Kurdistanê ji dest da. Peyama aştî û bi hev re jiyanê bû. Hêvî dikim ku hemû aliyên siyasî berjewendiyên xwe danin aliyekî û îro roja Kurdayetiyê ye. Pêwîst e em peyama Mam Celal pêk binîn."

Parlamentera YNK'ê ya parlamentoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr jî got; "Pêwîst e em sûd ji ezmûnên Mam Celal bigirin. Ez daxwazê ji hemû aliyan dikim ku ku bername û rêbaza Mam Celal bin. Ji ber ku em di qonaxekî hesyar de ne. Divê bi hestyar tevger bikin."

Parlamentera Tevgera Goran Berwa Elî jî wiha peyvî; "Bi koça dawî ya Mam Celal û Newşîrwan Mistefa valakiyek mezin çêbûye. Bi hêsanî tîjî nabe. Mam Celal ji derveyî siyasemedar û dîplomatkarekê piştevanekî jinan jî bû."

Parlamentera YNK'ê ya Herêma Kurdistanê Taler Tetîf jî wiha axivî; "Mam Celal rêveberekî hemû Kurdan bû. Her tim piştgiriya jinan dikir. Ew li kûderê bûya aştî li wir bû. Bi wefata Mam Celal jinan yek ji mezintirin pigtgirê xwe ji dest dan. Divê em rêbaza wî berdewam bikin."

Parlamenter Geşe Dara jî herî dawî got; "Ji destdana Mam Celal windabûneke gelek mezine ji bo tevahiya gelê Kurd. Ew netenê rêveberekî herêmî bû. Hemû pêkhateyan weke rêberê xwe didît. Mam Celal her tim alîgirê aştiyê bû. Divê me peyamên Mam Celal pêk binîn."

Ji erşîvê....

PUKmedia-Rojnwes

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket