Talebanî; Dilxweşiya xwe ji proseya dengdanê re nîşanda

kurdistani 01:57 PM - 2018-10-01
Serokê lîsteya 105 Qubad Talebanî

Serokê lîsteya 105 Qubad Talebanî

Qubad Talebanî dilxweşiya xwe ji proseya dengdanê re nîşan da.

Serokê lîsteya 105ê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Qubad Mam Celal Talebanî ku di daxuyaniyeke rojnamvaniyê de amaje bi dilxweşgeriya encamên hilbijartinan kiriye, lê ew li bendê kotayiya encaman e.

Her weha Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê lîsteya 105ê YNKê Qubad Talebanî di daxuyaniyeke rojnamegeriyê de ragiahand; "Daxwazkar im li welatiyan ku xweşî û ne xweşî yên xwe bi awayekî şarestaniyet derbibirin".

Di barê pejirandina encaman de û rastiya wê de, serokê lîsteya 105ê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Qubad Talebanî di dirêjahiya daxuyaniya xwe ya rojnamegeriyê de got; "Encamên hilbijartinan dilxweşgerin, lê hîn jî maye, emê li bendê encamên dawiyê bin, em li hêviya pejirandina encaman bin ku nûnerên xwe ên xola nû ya pêncemîn tako xizmeta welatiyan bikin".

Der barê dirûşm û nêzîketiya gel jê re, Qubad Talebanî di wê daxuyaniyê de zelalkir ku li gorî encamên destpêkê derket ku xelkê Kurdistanê dirûşmên Aramî,Derfeta Kar û Xizmetkirin ji xwe re bi bingeh girtiye û li serr wê bingehê, em jî di dahato de dest bi bicihkirina dirûşman dikin tako xizmetî welatiyan bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket