Şandeya YNKê li Bexdadê di gotûbêjan de ye

kurdistani 01:15 PM - 2018-10-01
Şandeya YNKê li Bexdadê di gotûbêjan de ye

Şandeya YNKê li Bexdadê di gotûbêjan de ye

Şandeyeke YNKê serdana VBexdadê kir û li gel aliyên siyasî ên peywendîdar  hevdîtin û gotûbêjkir.

Her weha fraksyona YNKê li Encûmena Nûneran ya Êraqê li gel şandeya bilind ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê civiya û û gotûbêj li ser bi alîkirina mijara namzetê serokkomariya Êraqê kirin.

Her weha pêştir jî şandeya YNKê li gel piraniya aliyên siyasî yên Êraqî ku xwedî rol û bandor civiyaye û derbarê mijara posta serokkomariya Êraqê gotûbêj kirine û razîbûna piraniya wan bi destxistine ku Dr. Berhem Salih ji aliyê wan ve tê pejirandin û ti vîtoyê wan li ser namzetkirina wî tu ne ye.

Di wê barê deendasmê freksona YNKê li Encûmena Nûneran ya Êraqê diktor Mîran Mihemed îro roja duşemê 1-10-2018`an li bajarê Bexdadê ji PUKmedia`yê re ragiahand; Îro firaksyona YNKê li Encûmena Nûneran ya Êraqê li Gel şandeya YNKê ku ji Herêma Kurdistanê ber bi Bexdadê ve birêketiye civiyan û derbarê mijara namzetiya serokkomariya Êraqê gotûbêj kirin ku tenê Dr. Berhem Salih wek namzetê fermî û yekemîn ê serokkomarê Êraqê ye..

Endamê Encûmena Nûneran ya Êraqê li ser pişka YNKê Dr. Mîran Mihemed ku bi xwe di civîna li gel şandeya YNKê de amadeye, ji PUKmedia`yê re aşkire kir; Wê civînê de, biryar e ku ew hevdîtin û gotûbêjkirina şandeya YNKê li gel aliyên din Êraqî û Kurdî jî berdewam be.

Dr. Mîran Mihemed dazanîn ku biryar we ye ku îşev demjimêr 8ê hêvarê civîna Encûmena Nûneran ya Êraqê birêve biçe û derbarê serokkomariya Êraqê jî , dest bi hilbijartinê bikin û postê serokkomar destnîşan bikin.

PUKmedia-Zanyar Mihemed

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket