WANEYEK JI ZIMANÊ KURDÎ :TÎPÊN SIWAR : W-Y


29/9/2018 15:32:00
Çapkirin
     BIRADOSTÊ MÎTANÎ

(Y)e û (W)e : Du tîpên siwar in , nîv dengdêr in , li nav tîpên dengdêr siwar dibin û wan ji hev qut dikin : ango nahêlin du yan sê tîpên dengdêr pev re werin .
-Tîpa Y :
Dema tîpa (Î) Bi tîpên dengdêr (I) (E) (A) (U) (Û) (O) (Ê) re tê dibe(Y)
Mînak: مثال
Peyva (ŞIYAR) divabe halo bane : (Şiîar ) .Lê dema ku du tîpên dengdêr (i) û (î) bi hev re hatine , wê tîpa (î) bibe tîpa (y). Û wilo jî peyvên : (DIYAR ) (JIYAN) (MAYIN) (DAYÎK) (XOYBÛN)…..htd
Dema sê tîpên dengdêr bi vev re werin , a nêvî dê bibe a siwar , nexasim dema a nêvî tîpa (Î) be.
Mînak VIÎAN dê bibe VIYAN
-Tîpa (W) :
Ev tîp bi tîpên dengdêr re ji dêla tîpên (U) (Û) (O) tê nivîsandin.
Mînak : peyva OAN du tîpên dengdêr hatin e, dê tîpa (o) bibe tîpa (W) , yanî dê halo be : WAN.
-Dema sê tîpên dengdêr bi hev re hatin û ya nîvê wan tîpa (o) be , dê bibe (W).
Mînak : RÊOAN dê bibe RÊWAN û wilo RÊWÎ , SÊWAN…htd
-Ku herdu tîpên siwar (O) û (î) bi hev re hatin , a sivik li ser lêvê tê gotin ew ê bê guhartin .
Mînak : ÎÛNIS dê bibe YÛNIS ,Li vir tîpa (î) sivik e . XOÎBÛN dê bibe XOYBÛN ,Li vir tîpa( Î) dîsa sivike . Lê peyva ( UÎ )dibe (WÎ ) ji ber tîpa (U) siviktir e li ser lêvê , di wê peyvê de ji tîpa (î).
-Têbînî :
Tîpinan din ji yên siwar hene , ji wan H-N....htd
BIRADOSTÊ MÎTANÎ

PUKmedia


 

3 dostên gelê kurd hatin xelatkirin


3 dostên gelê kurd ji aliyê KXDK ve hatin xelatkirin.

Li Siwîsrayê nivîskar û ragihandvanên Êraqî ku wek dostên gelê ...


»   Kurdek namzetê şardariyên Almanyayê ye
»  Semînarek ji Bêşikcî re hat li dar xistin
 

Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî


Endamê mekteba ragihandina YNKê Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin  nekirî.

Di derbarê rewşa dawî ya li Herêma Kurdistanê &ucir...


»  Bernameya Ji Rojavayê guhdar bikin
»  Zimanzanên kurd; Tîpên zeraveya Soranî ya herî resen in
 

Bernameya Ji Rojavayê guhdar bikin


Bernameya Ji Rojava`yê derbarê hewlwesta Amerîkayê ji doza kurd de guhdar bikin...

Di roja duşemê 27 /5/2019'an, demjimêr 2 bi dema Herêma Kurdi...


»  Roja Rojnamegeriya Cîhanî ya Azad
»  Eger em dîroka berê nexwînin emê tiştekî nasnekin

Karîkator