Dr. Berhem dest ji namzetiya serokkomariyê bernade
kurdistani 11:55 AM - 2018-09-29Berhem dest ji namzetiya serokkomariyê bernade
Dr. Berhem Salih dest ji namzetiya serokkomariya Êraqa federalê bernade.
Namzetê serokkomariya Êraqa federalê Dr. Berhem Ehmed Salih ku namzetê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ye, ew dengoya ku dibêjin piştî hevdîtina bi serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Masûd Barzanî û gotûbêjkirina li serr namzetiya serrokkmoariya Êraqê, Dr. Berhem Ehmed Salih xwe ji namzetiyê paşvekişandiye bi derew derxist.
Her weha di wê barê de, namzetê serokkomariya Êraqa federal Dr. Berhem Salih bi riya belevokeke rojnamegeriyê ragihand; "Min li bajarê Hewlêrê li gel berêz Masûd Barzanî babeta nazmetbûna min ya serokkomariya Êraqê şirove kir û sedemên wê jî aşkire kir ku ew post ji mafê rewayê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ye û ji ber wê yekê ez dest ji wê postê bernadim".
Her weha Salih di dirêjahiya belavoka xwe ya zelalkirina derbarê civîna wî li gel Mesûd Barzanî wiha got; "Ez ji aliyê hevparên xwe di aliyên din ên siyasî de jî têm pejirandin û ku wan aliyan bi giştî xwestin ku ez xwe bikim namzetê serokkomariyê ev jî ji baweriya wan tê ku ez xwedî ezmûneke siyasî û hikûmranî me û peywendiyên min jî bi hemû aliyan û pêkhatên Êraqî re hene û bihêzin".
Di dawiya wê belavokê de,Dr. Berhem Salih tekez li ser namzetbûna xwe ya serokkomariya Êraqa federalê kir û girîngiya wê postê ji bo xizmetkirina Êraqê ji Duhokê heya Besrayê ye, her weha di van helûmercên pir hesyar de ku Êraq tê de derbas dibe, tako yekrêziya Êraq û gelê Êraqê bê parastin.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25