Talebanî: Tiştekî bi navê paşxistina mûçeyan nema

kurdistani 01:14 PM - 2018-09-28
Serokê lîsteya 105 Qubad Talebanî

Serokê lîsteya 105 Qubad Talebanî

Duh roja pêncşemê 27-9-2018`an, demjimêr 5ê ber hêvarî, li bajarê Silêamniyê, kernevala dawiyê ya lîsteya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di yarîgeha Sîrwanî New de birêve çû.

Di wê barê de, peyvdarê kemîna hilbijartinan ya ji bo serokê lîsteya 105ê ya YNKê Qubad Talebanî Semîr Hewramî ji PUKmedia`yê re ragihand; Lîsteya 105ê ya YNKê wê îro li yarîgeha Sîrwanî New li bajarê Silêmaniyê, kernevala xwe ya herî dawî ku kotayî rêklemkirin û bangêşeya lîsteyan e, bi amadebûna serokê lîsteya 105ê Qubad Talebanî birêve biçe.

Di dawiya axivtina xwe ji PUKmedia`yê re Heramî da zanîn ku wan çawa soza destpêkirina bangêşeya hilbijartinan bi awayekî şarestanî destpêkir û wê bi heman awayî îro bi dawî bikin û emê pabend bin bi wekhevî û dadperwerî û rêz li hemû yasa û zagonekî Komusyona serbxwe ya hilbijartinan bigrin

Serokê lîsteya 105 Qubad Talebanî ragihand ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê hat damezrandin ji bo aramî û parastina xelkên kurd û nasandina doza rewa ya kurd û Kurdistanê bi raya giştî ya herêmî û navneteweyî û heya îri jî li ser wê rêbaza ku Mam Celal darijtiye bi xurtî dirêjahî dide.

Derbarê ew kes û aliyên ku di gotarên rêlklemkirina lîsteyên xwe dibêjin ku lîsteya 105ê muzeyedeyê di armancên xwe dike, em bi zelalî dibêjin ; Em muzeyedê nakin û ew tiştên ku em ji xelkên xwe re dibêijin emê di warên kirdariyê de bi cih bînin û me berê jî her wiha kiriye û xelkên Germiyanê tekoşîn û berxwedan û destanên YNKê li Germiyanê ji nêzîk ve nas dikin.

Di dirêjahiya axiftina xwe de, derbarê nêzîketî û têgehên neyarên lîsteya 105 û YNKê de, Qubad Talebanî dazanîn ku neyarên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê ji hêza Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ditirsin û têkeldariya li gel milet û cemewerê Kurdistanê û ew pir nerihet û xêlidibin ji bihêzbûna YNKê û belavbûna di nava cemewer de çavên wan dêşêne.

Di axivtina xwe de, serokê lîsteya 105ê ya YNKê Qubad Talebanî got; Lîsteya 105 ji bo peydakirina aramiya welatiyan û derfetên kar û xizmetkariyê kar dike û spasî hemû cemewerê YNKê kir ku li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdisdtanê hevsoz û dilsoz û hevkarin bi lîsteya 105 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê re û em vê yekê dibêjin ne ji bo rêklem û dilxweşkirinê, lê di rastiyê de, ev  tev wê di biwarên kirdariyê de, bêne bi cihkirin..

Qubad Talebanî derbarê kêmkirin û paşxistina mûçeyan ragihand; Tiştek wê bi navê paşxistin an kêmkirina mûçeyan tune be, emê li ser van xalan yek bi yek rawestin û wê derfeta kar berferehtir bibe û emê xizmetê bi awayekî mezin û berferehtir ji welatiyên Herêma Kurdistanê re bikin, ji ber wê jî, pêwîste em tev berê xwe bidin sinduqan û deng bidin bi lîsteya Mam Celal û pakrewanan.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket