Lîwa Serkewtê Kopê vegeriya nav YNKê

kurdistani 02:17 PM - 2018-09-27
Hakim Qadir û Serkewt Kope

Hakim Qadir û Serkewt Kope

Lîwa Serkewt Hesen careke din biryara vegera xwe ya ji bo nava rêzên YNKê da.

Îro roja pêncşemê 27-9-2018`an, Lîwayê asayîşa Silêmaniyê yê berê ku bi Sekewtê Kope tê naskirin, careke din vegerî nava rêzên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û biryara berdewamkirina kar û xebatê di nava rêzên YNKê de da.

Di daxuyaniyeke xwe ji kenala Gelî Kuridstan de ragihad; Min birara xwe da tako careke din vegerim nava rêzên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û ezê di kar û xebatên xwe de, wek berê berdewam bim.

Hêjayî gotinê ye ku di destpêka damezrandina Tevgera Goranê, Lîwa Serkewt Hesen ku bi navê Serkewtê Kope tê naskirin, dest ji rêzên YNKê berda û tevlî karên  Tevgera Goranê bû, lê niha careke din biryar da û vegeriya nava mala mezin ku ew mala li ser rêbaza serok Mam Celal e.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket