Talebanî; Bi dengê we emê hevsengî saz bikin

kurdistani 03:55 PM - 2018-09-26
 Talebanî; Bi dengê we hevsengî digrin

Talebanî; Bi dengê we hevsengî digrin

Qubad Talebanî ji xelkê Çemçemalê re ragihand; Bi dengê we hevsengî digrin.

Îro roja çarşemê 26-9-2018`an li Çemçemalê cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokê lîsteya 105 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku ewê bi dengê xelk hevsengiyê bigrin û serkevtineke mezin bi dest bixin.

Di serdana xwe ya navçeyên Herêma Kurdistanê ji bo nasandina namzetan û serxistina lîsteya 105 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, serokê Lîsteyê  Qubad Talebanî serdana navçeya Çemçemalê kir û di kernevalê de, gotareke taybet ji o aramnc û projeyên lîsteya 105ê bi awayekî zelal pêşjkêş kir.

Di destpêka vekirina kernevala lîsteya 105ê ya YNKê de, berpirsê malbenda Çemçemalê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Sîrwan Kuyîxa Necim di gotara xwe de ragihand; Çemçemalî hersdem wefadarin ji bo rêbaza serok Mam Celal û wê her dirêjî bidin bi rêbaza serok Mam Celal.

Berpirsê malbenda Çemaçemalê ya rêkxistinên YNKê Sîrwan Kuyîxa Necim di dirêjahiya gotara xwe ya derbarê lîsteya 105ê ya YNKê de got; Lîsteya 105ê ya YNKê ya tekoşer û mêrxwesên Kurdistanê ye.

Piştre jî serokê lîsteya 105ê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê û cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî gotara xwe pêşkêş kir û ragihand;4 rojên me mane tako hûn serkevtineke mezin û yekcarî tomar bikin û rojên 30-9-2018`an, wê bibe roja serkevtina Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanî û lîsteya pakrewan û şehîdan û enfalkiryên Kurdistanê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket