Qubad Talebanî; Germiyan Qelaya keska YNKê ye

kurdistani 05:37 PM - 2018-09-25
Qubad Talebanî; Germiyan Qelaya keska YNKê ye

Qubad Talebanî; Germiyan Qelaya keska YNKê ye

Serokê lîsteya 105 ya YNKê Qubad Talebanî; Germiyan Qelaya keska YNKê ye.

Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokê lîsrteya YNKê  ya hilbijartinên parlemana Kurdistanê Qubad Talebanê piştî serdana xwe ya Derbendîxanê û navçeyên din ên Herêma Kuridstanê gihîşte Kelarê û beşdarî kernevala nasandina namzetên lîsteya 105ê ya YNKê kir û gotarek arasteya gelê kurd li Germiyanê kir û derbarê rastiya xebat û tekoçna YNKê ji bo aramî, derfetên kar û xizmetkariyê bi zelalî şirove kir.

Serokê lîsteya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Qubad Talebanî di merasîma kernevala nasandina namzetên lîsteya 105ê ya di Qelaya Şêrwanê Kelarê de bi rêve çû ragihand; Em soz din ku emê paşkefta mûçeyê ji holê rakin û emê hewil bidin ku xelkên Germiyanê ji beşa neft û xazê û berhemên xwezayî ya Kurdistanê bê beş nekin û emê beşê wan biparêzin.

Talebanî di dirêjahiya axivtina xwe ya di kernevala lîsteya 105ê de got; Germiyan herdem cih û warê kar pû xebatên YNKê ya Kurdistanî bû ye, Germiyanê tekoşerên YNKê diparêstin û YNKê jî bi destanan xwedî li Germiyanê derdiket û diparêst û heya niha diparêze.

Derbarê ew kes û aliyên ku di gotarên rêlklemkirina lîsteyên xwe dibêjin ku lîsteya 105ê muzeyedeyê di armancên xwe dike, em bi zelalî dibêjin ; Em muzeyedê nakin û ew tiştên ku em ji xelkên xwe re dibêijin emê di warên kirdariyê de bi cih bînin û me berê jî her wiha kiriye û xelkên Germiyanê tekoşîn û berxwedan û destanên YNKê li Germiyanê ji nêzîk ve nas dikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket