Almanya; Efrîniyek di biwarê bijîşkî de bi serkevt

kurdistani 04:15 PM - 2018-09-25
Bijîşk; Dunya Ehmed Misto

Bijîşk; Dunya Ehmed Misto

Keçka Efrînê serbarî rewşa Efrîniyan ya nelibar, her serfiraz e bi riya xwendina bijîşkî li Almanyayê jî bi serkevt û serkevtinên ku di wê barê de dike, cihê rêz û pêzanînê ye.

Bijîşka jin a Efrînî  "Dunya Ehmed Misto" ji gundê Kefirsefrayê ya girêdayî navçeya Cindirêsê li herêma Efrîna dagîrkirî ku di xwendina xwe de, her dem yekemîn an jî duyemîn bû ye, di xwendina xwe ya amadeyî û navendî de her yekemîn bû ye li ser asta herêma xwe û piştre jî li ser asta parêzgeha Helebê bi giştî.

Di wê barê de, rojnamevan Emîne Misto di rûpela xwe ya Facebookê de, amaje bi wê mijarê dike; "Di sala 2003`an de, derbasî bajarê Helebê dibe û di qonaxa navendî de, serkevtin li ser asta parêzgeha Helebê tomar dike bi pileyên 286 ji 290ê. Her weha di sala 2006`an de, bi pileyên herî baş ku ji asta 240 2037 bi dest anî. Piştre derbasî zanîngehê kolîja bijîşkiyê û di sala 2013`an de bi pileya 81 bi serkevt û bû bi bijîşk".

Di dirêjahiya nivîsa xwe de, rojnamvan Emîne Miste dibêje;" Dunya Hec Ehmed Reşîd dest bi gera xwe ya bijîşkiyê li Almanyayê kir tako bibne Efrîniyeke din ku êş û kul û bar li ser bajarê xwe Efrînê ya jihevketî û dagîrkirî kêm bike".

Hêjayî gotinê ye ku Piştî aloziyên li Sûriyê, ji neçarî helûmercan, Dubnya Ehmed Misto li gel hevjînê xwe bijîşk Şiyar Ebdo berê xwe dide Almanyayê û li wir dirêjahî bi xwendina xwe ya ji bo teqîkirina hemwarkirinê di bijîşka mirovî de, di encamê de, serkevtinê tomar dike ku bi awayekî fermî êdî li Almanyayê wê weke bijîşkeke asayî di nava karên tenduristiya wî welatî û Ewropayê de tevbigere.

Em wek stafa PUKmedia`yê beşa kurmancî destxweşî li diktora Dunya Ehmed Misto dikin ku ev destkevt ji bo tevahiya gelê kurd tê naskirin û bi taybetî ji bo xelkên Efrînê.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket