Li Efrînê demsala çinîna zeytûnanên bê xwedî ye

kurdistani 03:46 PM - 2018-09-24
Baxên Zeytûnên Efrîna bêkes

Baxên Zeytûnên Efrîna bêkes

Weke her sal li herêma Efrînê, demsala çinîna zeytûnan di meha cotmehê de, dest pê dike û xelkê Efrînê bi giştî di her sê mehan de, dibin xwedî kar û îş û berhemên xwe derdixînin holê û aboriya herêma Efrînê pêş dikeve.

Li herêma Efrînê bêtir ji 25 milyon darên zeytûnê hene, ji wan 15 milyon dar berhemdarin û 5 milyon jî li ber berhemê ne û 5 milyon darên din jî biçûk û nûhdarin.

Gelê Kurd li herêma Efrînê, di cotmehê de, dest bi çinîna zeytûna dike û digel xwediyê kargehan jî peymanan dikin taku zeytûnên xwe bi asanî bibin û bikin zeyt û ronê zer.

Zeytûna Efrînê yekek ji zeytûnên here binirx yên li asata Sûriyê ye, di sala 2008`an de, di pêşangeheke navdewletî ya zeytûnan li welatê Îtaliyayê, Sûriyê li nav welatên Ereban yê yekem bû, di Sûriyê de jî, herêma Efrînê ya yekem bû di başbûn û pakbûn û tama wê de, ev tê wê wateyê ku hem ax û hem jîngeha mEfrînê ji navçeyên din yên welatên Erebî paktir û xweşiktir e û ev jî vedigere ser rastiya bixêrbûna axa Efrînê ji kar û barên keştûkaliyê re.

Lê wek tê gotin ku li Herêma Efrînê ya dagîrkirî, piştî dagîrkirina wê ji aliyê Tirkiyê ve bi alîkariya Rûsiyayê, demsala çinîna zeytûnanên bê xwedî ye û heya niha kes çarenivîsa berhemên zeytûnên xwe nizane. Ev yek xelkên Efrînê bi giştî nîgerankiriye, ji ber ku komên çete ên bi navê opozisyona Sûrî û bi palpişta Tirkiyê li gor xwe tevdigerin û heya niha çarenivîsa berhemên zeytûnan ne diyar e.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket