Talebanî; Emê aramî û derfetên kar û xizmetê peydabikin

kurdistani 04:06 PM - 2018-09-23
 Talebanî; Emê aramî û derfetên kar û xizmetê peydabikin

Talebanî; Emê aramî û derfetên kar û xizmetê peydabikin

Qubad Talebanî di merasîma Şarbajêr de ragihand; Emê aramî û derfetên kar û xizmetê peydabikin

Duhî li navçeya Şarbajêr ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokê lîsteya 105ê ya YNKê Qubad Talebanî beşdarî ahenga serxistina lîsteya 105 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kir.

Di axivtina xwe de, serokê lîsteya 105ê ya YNKê Qubad Talebanî got; Lîsteya 105 ji bo peydakirina aramiya welatiyan û derfetên kar û xizmetkariyê kar dike û spasî hemû cemewerê YNKê kir ku li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdisdtanê hevsoz û dilsoz û hevkarin bi lîsteya 105 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê re.

Di dirêjahiya axiftina xwe de, derbarê nêzîketî û têgehên neyarên lîsteya 105 û YNKê de, Qubad Talebanî dazanîn ku neyarên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê ji hêza Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ditirsin û têkeldariya li gel milet û cemewerê Kurdistanê û ew pir nerihet û xêlidibin ji bihêzbûna YNKê û belavbûna di nava cemewer de çavên wan dêşêne.

Di gotara xwe ya di ahenga bi serxistina lîsteya 105ê de, serokê lîsteya 105ê ya YNKê Qubad Talebanî aşkire kir ku ewê hemû sozên xwe pêkbînin û wê di warên kirdariyê de, bicîh bikin û her kes dizxane ku tenê YNKê dikare wan karan pêkbîne û bi taybet aramî û derfetên kar û xizmetkariya wealtiyên Herêma Kurdistanê .

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket