Li Rojavayê Akademiya Îslama Demokratîk vedibe

kurdistani 03:57 PM - 2018-09-23
Li Bakurê Sûriyeyê Akademiya Îslama Demokratîk vedibe

Li Bakurê Sûriyeyê Akademiya Îslama Demokratîk vedibe

Li Bakurê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê amadekariyên vekirina Akademiya Îslama Demokratîk dest pê kirin.

Di wê barê de, Ajansa Hawar a Nûçeyan li Rojavayê Kurdistanê amaje bi wê yekê kiriye ku Yekitiya Zanyarên Misilman a herêma Cizîrê amadekariya vekirina Akademiya Îslama Demokratîk taybet bi ol, felsefe û lêkolînên îslamî dike. Di çarçoveya amadekariyan de rêzecivîn bi zanyarên herêmê re têne lidarxistin.

Ji bo naskirina armanca vekirina zanîngehê, şertên qebûlkirinê, rêzikname û rêbazên perwerdeyê cîgirê serokê Meclisa Şêwirê ya herêma Cizîrê Abdulrehman Bedirxan ji ajansa Hawarnewsê re axivî û got; "Em dizanin ku îslam baweriya aştî, hezkirin û biratiyê ye. Di dema niha de ji ber siyaset û kiryarên hin rêxistinên terorîst ku bi navê îslamê tev digeriyan, îslam hate reşkirin. Em dixwazin rastiya exlaqê îslamê ji cîhanê re bidin diyarkirin. Heger em li geftarên misilmanên destpêkê vegerin em ê bibînin ku banga avakirina civaka exlaq dikirin."

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket